Serhildana xelkê li dijî rejîma Îranê berfirehtir bûne

Serhildana xelkê li dijî rejîma Îranê berfirehtir bûne

.

A+A-

Di hemû bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de xwenîşandanên xelkê berdewam in û tevî hewlên rejîmê, xelk bi germ û guriyek zêdetir ji berê, dijayetiya xwe digel binyata rejîma Îranê nîşan dane.

Li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam, Luristan û hemû parêzgehên din ên Îranê, xwenîşandana xelkê serhilder tevî şehîdbûn, birîndarî û binçavkirinê, serhildana xwe bi piştevaniya hemû neteweyên din yên Îranê û tev aliyên siyasî, bi serkevtiyane bi rê ve dibin.

Pêka amarên herî dawî heta niha zêdetir ji 36 kes li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê hêzên serkutkerên Întizamî û ewlehî yên rejîmê hatine şehîdkirin.

Tenê li bajarê “Amol”ê ser bi parêzgeha Mazenderanê 11 kes bi gulleyên rejîmê şehîd bûne û li Rojhilatê Kurdistanê 11 kes hatine şehîdkirin û bi 100an kes jî birîndar bûne.

Amarên şehîd, birîndar û binçavkirî yên xelkê serhilder bi sedema rewşa ewlehî û serkuta xelkê ji aliyê rejîmê ve her çend demjimêran zêdetir dibin.

Rejîma Îranê bi sedema tirs ji herifînê tunditîjî li hember xelkê serhilder bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir kiriye, lê berwajiyê demên berê, serkuta dijwartir, serhildana zêdetir û berfirehtir li pey xwe aniye û hêzên rejîm li tev bajaran nekariye li hember serhilderan bisekinin û revîne.

Nûçe: Kurdistan Medîa

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin