Serhildana Şêx Seîdê Pîran û giringîya wê bo Tevgerê

Serhildana Şêx Seîdê Pîran û giringîya wê bo Tevgerê

Lêkolînerê Kurd Tehsîn Sever li ser vê serhildanê ragihand welatên bihêz yên wê demê bi rêya peymana Lozanê Kurd ji mafê wan yê netewî bêpar hiştin û hêjî ev kêşeya Kurdan çareser nebûye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Piştî avabûna komara Tirkîyê li bakûrê Kurdistanê, gelek serhildan hatin kirin ku serhildana Şêx Seîd an jî serhildana sala 1925ê yek ji van serhildanên herî mezin bû. Li ser vê serhildanê gelek pirtûk hatine nivîsandin ku yek ji wan, pirtûka lêkolînerê Kurd Tehsîn Sever ya bi navê "Tevgera Cemîyeta Azadî ya 1925''e. Tehsîn Sever radgihîne ji destpêka şerê cihanî yê pêşîyê ve plana înkarkirina Kurdan hatîbû destpêkirin û welatên bi hêz yên wê demê Kurd ji mafên wan yê xwezayî bêpar hiştin û bi peymana Lozanê jî ev rewş bi fermî dîyar kirin.

Tehsîn Sever-Lêkolîner- dibêje:"Dînamîkên navnetewî Kurd bê par hiştin. Welatên wê demê desthilatdar yanî Ingilistan, Fransa û Sovyet li hember vî tiştî bê deng man. Di peymana Lozanê de Kurd parçe kirin û her parçeyeke wê dan e welatekî. Parçeya mezin bakûr dan Tirkîyê ji xwe piştî lozanê dema komara Tirkîyê hat ava kirin gotin li vî welatî Kurd nînin. Ev pêvajo berê jî dihat meşandin lê wê çaxê ev tişt hat dîyar kirin.

Tehsîn Sever li alîyekê baldikişîne ser yekitîya Kurdan û dibêje di serhildana sala 1925ê de ji oldaran bigirin heta eşîr û rewşenbîrên Kurdan hemû layên Kurdan ji bo bidestxistina mafê netewî li hev kombûbûn û îro şert û mercên bo yekitîyekê hê guncawtir e.

Tehsîn Sever-Lêkolîner- got:"Yek ji taybetmendîya serhildana sala 1925ê ew e ku di wê serhildanê de ji oldaran bigirin heta eşîr û rewşenbîrên Kurdan herkes ji bo bidestxistina mafê netewî lihev kombûbûn. Îro taybetmendîya vê mijarê ew e ku meseleya Kurdistanê di rojeve dinyayê de ye. Ne êdî li Tirkîyê an jî li Başûr-Rojava û Rojhilatê, êdî dinya vê meseleyê diaxive. Yekitîya Ereban, Yekitîya Ewropayê diaxive. Îro avantaja me ew e ku dinya li ser rewşa me diaxive. Ev jî gelek giring e.''

Li gel rewşa berîya sed salan Tehsîn Sever ragihand her çiqas îro hebûna Kurdan nikare bê înkar kirin jî mafê Kurdan hê jî nehatîye dayîn û ev mesele çareser nebûye. Sever herwiha dîyar jî kir; meseleya Kurdistanê îro di rojeva dinyayê de ye ev jî ji bo Kurdan derfeteke girîng e.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin