Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Serhildan a Rewandûz û Emir Bedirxan!

A+A-

 


 

"Bi rastê miletê Kurd, miletekî bêtirs e. Ti carî ji tehlûkan netirsîya ye. Ti carî ne xwestine ku di bin nîrê ti kesî de bijîn. Ti miletan rehet zora wan nebirîye. Lê di nav xwe de bêtifaqin, hevûdû dixwin. Ji ber van nakokîyên navxwe, biser nekitine û negihîştine armanca xwe. Ji ber wê jî welatê wan hertim li ber lingan çûye!"

Seone


 

Di destpêka 1800 de navenda tevgera Kurd a netewî û azadîxwaz, Rewandûz e. Rewandûz dikeve navbera sînorê îran û Çemê Zap ê. Herêmek bi çiya û asê ye.

Ezê di vê nivîsê de bi kurtayî li ser du serhildanên Kurd ku di destpêka sala 1800 û heta 1870yan de rawestim û çend qelsîyên îradeyî bînim ziman. Ev ji bona tevgera netewî girînge.

Tevgera eşîrên kurdan di bin serokatîya mehmed Paşa de li herêma Rewandûzê destpê kir. Serhildan a Rewandûz, bi esasên netewî li henber Îran û despotîzma Osmanîyan bû. Armanca wê li ser axa kurdistan doza desthilatdariya kurdan bû.

Mehmed Paşa ji Eşîra Ravend e û ji malbata Eyûbîyan tê.

Di nava vê serhildanê de eşîrên kurdan berfireh cîh girtîne. Li Zaxo û Amedîyê jî du eşîrên mezin yên bingehîn piştgirî dane vê serhildanê.

Eşîrên ku dikevin Başûr û bakur, eşîr û Mîrên bedirxanîyan ji ber nakokîyên eşîrî di navbera wan û Mîrên Rewandûz de, piştgirî nedane vê serhildanê û di nav tevgerê de cîh negirtine.

Osmanîyan bi quwetek mezin êrîş dibe ser serhildana Rewandûz ê. Hêza Osmanîyan a leşkerî ji 40 hezar leşkeran pêk dihat.

Osmanîyan bi metodên leşkerî nikarin serkevtinan bidest bixin û bipaşde dijkên, vedikişin. Di derheqa êrîşên Osmanîyan de Helmut Fon (ku li herêmê ye) dibêje;

"Osmanî, ji bona ku cîhekî piçûcik, girekî bixin destê xwe, bi mehan şer dikirin. Bi paşde vekişandin û pirsgirêkên lojîstîk ji Osmanîyan re problemên mezin bûn. Kurdên Îran jî piştgirîyek mezin didan serhildanê. Hêzên kurdan şervan bûn."

Despotîzma Osmanîyan bi metodên leşkerî biser nakeve. Dest bi lîstikên xwe dike: Doza aşitî û lihevhatinê li Mehmed Paşa dike û "soz" didê ku "rawestandina şer û aşitîyê qebûl bike, wê wî efû bikin û mîna berê bikaribe li ser dolivgerîya xwe bisekine"(!)

Di vî warî de Osmanî pir sazî û kesayetîyên olî dixe dewrê. Ev hêlên ayînde fetwa derdixin ku "di ola Îslamî de yên ku li henber leşkerên Halîfe şer bikin, ew li henber xwedê û nebîyê wî derdikevin"(!)

Bi zora Şêx Hattî Efendî Mehmed Paşa teslîm dibe. Sonda piştgirîya Halîfeyê dixwe. 6 mehan li Stenbol di destê Osmanîyan de sungûn dimîne. Paşatîya wî bipaş de didênê û bi barek diyarîyan re biryara bipaşde şandina mehmed Paşa didin. Lê di eslê xwe de, Despotîzma Osmanî biryara dardakirina mehmed Paşa daye. Lê vê biryarê bi metodek din bicîh tînin.

Wexta ku mehmed paşa bipaşde têt şandin; jê we ye ku vedigere ser cîh û warên xwe.

Mixabin ne wilo ye!

Di kujtina mehmed Paşa de du qeyid hene:

Yekem: "Osmanîyan biryara dardakirina mehmed Paşa dabûn. Lê ev biryar veşartî hiştin. Piştî ku ji Stenbol birê dikeve, ji walîyê Sêwas re emirek dişînin ku Mehmed Paşa bigihêje wir, divêt bêt dardakirin. Mehmed Paşa li Sêwasê têt bidarda kirin"(!)

Duyem:

Di notê Weşana Komal de "Piştî ku mehmed Paşa ji Stenbol vedigere, li Trabzonê kemîn davêjin pêşîyê û li wir têt kujtin"(!)

Piştî têkçûna serhildana Rewandûz ê, du serhildanên din pêk hatine. Serhildan a Îsmaîl Paşa yê Badînanî û Ahmed Paşa yê Baban. Serokên van herdû serhildanan jî hatine xapandin û teslîm bûne(!)

Mînaka me ya din ku emê li ser hûrgilîyên xwe bikin, serhildan a Emir Bedirxan Beg e:

Emir bedirxan Begê Botan, ji Mîrên Botan ku bingeha dolivgerîya wan ji sedsala VII. û VIII. an ve tê. Ev mabat, li ser sê şaxan geş bûye. Yek malbata Elaadîn Begê ye ku nêzî sêsedsalî ku li deşta Muşê bicîh bûye û serokatî ji eşîrên Muş û Erziromê re kirîye.

Şaxê duyem jî; Mîrên Colemêrgê ne.

Şaxê sêem jî Mîrên Botan in ku Amed, Sêrtê û başûrê Bislîs di bin dolivgerîya wan de bû. Emir Bedirxan beg di nav vî şaxî de mezin bûye û giranîyek vî begî li ser eşîrên derdorê hebû ye. Emir Bedirxan Beg, dolivgerîya xwe di destpêkê de li Botan xurt dike û di navbera êşîrên ermenîyan de jî bandora xwe zêde dike. Ji eşîrên Kurd û Ermenyan arteşek xurt damezirandîye û têkilîyên xwe bi Mîrê Colemêrg Nurullah Beg re baş dike û sozê "li henber sultan bi hev re tevbigerin" jê distîne.

Serhildan a Emir Bedirxan Beg, di 1848 an de destpê dike. Firehbûn û bandora vê serhildan a Emir bedirxan Beg, tevgera herî mezin a vî sedsalî ye. Hin tifaqên eşîran û hin jî têkhateyên Kurdistan yên olî û netewî, li ser esasên yekitîyek hevparî hatîbû damezirandin.

Despotîzma Osmanîyan li henber vê serhildan a Kurdan ku bi serokatîya Emir bedirxan Beg destpê kirîye, 100 hezar leşker bikar anîye û Osmanî ji hêla leşkerî de têk çûne. Piştî ku bi metodên leşkerî biser nakevin, têkdiçin û dest bi metodên xirab dikin. Pêşî bizrên netifaqîyê dixa navbera eşîrên kurdan.

Despotîzma Osmaünî li henber vê serhildanê jî, "ji hev perçebik û îdare bik"(!)wan metodên xwe bikar tîne. Bi riya hinek eşîrên kurdan re derdora Emir Bedirxan Beg têt girtin. Emir Bedirxan Beg bi 5 hezar leşkerên xwe re dikeve birca Erohê. Di virde Emir bedirxan Beg jî têt lîstika Osmanîyan û teslîm dibe.

Emir Bedirxan Beg bi malbat û karmendên wî re dibin Stenbol û ji wir jî sirgûnî Girava Girît ê dikin. Mahmûd Xan jî bi malbata wî re sirgûnî Silîsre dibe.

Osmanîya bi destpêka sedsala 1800 î re li henber Beg û Mîrên Kurdistan tedbîrên sirgûnê û belavkirina bingeha desthilatdarîya kurdan kirîye hacet ji xwe re. Dema ku em li dawîya sedsala 19 dinêrin, ev bingeh tarûmar bûye û perçebûnek, bêserokatîyek û bêtifaqîyek mezin xwarîye. Dewlemendîya Beg û Mîrên Kurdistan hatîye talankirin.

Di van herdû serhildanan û serhildanên ku piştî wan jî pêkhatine de sebeba têkçûnê wek tiştekî hevpar derdikeve pêşberî me: Ji hêla leşkerî de Kurdistan rehet têk neçûye. Girse ya piştgirên serhildanê heta dawî piştgirîya serokên xwe kirine û ew di qada şer de tenê nehiştine. Di têkçûna van serhildanan de hêla leşkerî hêla herî zeîf e.

Lê xweserîtîyek (xasîtîyek) heye ku di her dû berxwedanan de jî derdikeve ber me: Ev serokatî ji nirxên netewî para xwe negirtine. Hêla wan a siyasî pir zeîfe. Ji rizgarîya netewî bêtir, berjewendîyên şexsî derdikevin pêşberî me ku dijmin ev hêl ji bona berjewendîyên xwe bikar anîye û bûye sebebên ku bêtifaqî têkeve navbera wan.

Ji ber zeîfbûna nirxên netewî û hestên siyasî li henber artêşa dijminan serokatîyek dudilî derketîye holê û hertim rehet hatîye xapandin. Serok qadroyên serhildanan bi hesabên piçûk hatine razîkirin û têk çûne.

Ev hêlên piçûk, hesabên piçûk, bûne sebeb ku bi sozê dijminan bawerî binin û teslîmî dijminên xwe bibin.

21.04.2017

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin