Sergey Lavrov hate Tirkîyê

Sergey Lavrov hate Tirkîyê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Antalayê digel Wezîrê Derve yê Tirkîyeyê Mevlud Çavuşogluyî li Antalyayê civîya. Çavuşogluyî, di derbarê S-400an de got: Paşvegavavêtin nîne.

A+A-

Piştî hevdîtinê, Wezîrên Derve yên herdu welatên Rûya û Tirkîyeyê, civîneke çapemenîyê li dar xist.

Di civînê de Çavuşoglu, krîza f-35an/S-400an nirxand û got, Tirkîyê ji rêkeftina S-400an a digel Rûsyayê paş ve gav navêje û tekez kir ku wan digel Rûsyayê ev rêkeftin îmze kiriye û pabendî vê rêkeftinê ne. Herwiha Çavuşogluyî anî zimên ku wan, sîstema S-400an bo xwe kirrîne û nafiroşin welatekî sêyem.

Çavuşoglu herwiha da zanîn ku aniha ew li ser wexta radestkirina sîstemê û herwiha çavlirêyên wê disekinin û got li dijî hiqûqa navdewletî ye ku welatekî sêyem, li dijî rêkeftina nav du welatan derkeve.

Lavrov li ser Girên Golanê: Binpêkirin e

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî jî di civîna çapemnîyê de, li ser Girên Golanê, Amerîka rexne kir û got biryara Amaerîkayê bo nasîna serdestîya Îsraîlê ya li Golanê, bi zelalî binpêkirina hiqûqa navdewletî ye û piştî ku di sala 1967an de Îraîlê Golan dagir kir, Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekgirtî bangî Îsraîlê kiribû ku ji Golanê derkeve û wisa pê de çû:

"Ev yek nîşaneya vê yekê ye ku Amerîka di helwestên xwe de bawer dike ku bêsînor û bêperwa azad e û Amerîka vê keyfîyeta xwe, bi gef, ultîmatom û sepandinan dike yek û di qadê de bi kar tîne. Ev cîyê xemgînîyê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin