Sererkanên Amerîka û Tirkiyê pêwendiya telefonî danîn

Sererkanên Amerîka û Tirkiyê pêwendiya telefonî danîn

Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşer Guler û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford pêwendiyeke telefonî pêkanîn ku tê de li ser operasyona Tirkiye dixwaze li Sûriyê encam bide hat axaftin.

A+A-

Li gor daxuyaniya Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Patrick Ryder, herdu fermandar di pêwendiya telefonî de li ser metirsiyên Tirkiyê yên ewlekariyê û danîna xalên çavdêriyê yên ser sînorê Sûriyê rawestiyan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dunford ji hemkarê xwe yê tirk re gotiye, xalên çavdêriyê ji bo beralîkirina gefên li ser Tirkiyê hatine danîn û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, “Dunford herwiha dubare kiriye ku Amerîka ji bo îstiqrara bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) pabendî xebatên kordînasyona ligel Tirkiyê ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin