Şerê Serxwebûnê û Aştî

Şerê Serxwebûnê û Aştî

Zeynel Abidîn

A+A-

Ez pisporê şerî nîn im, lê gava li cîhê ku hûn dijîn her lez îhtîmala şerekî mezin hebe, du tişt diqewime; yek ji wan refleksên we yên hizrî xurt dibin, du jî, hêviya we ya li ser armanca we ya jiyanî mezin dibe. Yanê ev herdu tişt di min de diqewimin . Li Kurdistanê gelek gund û bajar geriyam û min dît ku pir tişt ne wekî ku em ji dûr ve dibînin e. Şer jî, aştî jî, wek jiyana rojane, wek evîn û hestên din yên mirov beşeke ji giyanê me ye. Mesele dimîne ser xwe hazirkirinê.

Aştî xweş e, jiber ku esasa xwezayê ye; yanê aştî li xwezayê dihê, lê ew jî caran şer dike; lehî dibe, tofan radibe; caran jî, çiya û daristan dişewitin... Xwe nû dike xweşiya xwezayê. Însan jî wek xweza ye; eşq û aramî însan dilşad dike, lê caran ew jî bi şer dawî li hin aliyên xwe dihîne û ji xwe re hin xirabiyan dike u her wisa tiştên nû jî ava dike. Di vê yekê de jan jî dikişîne lê caran destkeftiyên xwe ew jan tolera dike.

Min di jiyana xwe ya şexsî de tecrûbe kiriye, eslen her kes jî dikare vê yekê bike; eger hûn di nakokiyekê de pir mafdar bin, yanê hêla mesûm û bi maf hûn bin, eger hinekî xîreta we hebe, şansê we yê serkeftinê pir mezin e. Nexwe mafdarbûn şerteke mezin ya serkeftinê ye. Lê ew jî têrê nake; divê hûn baqil û bibiryar bin.

Di dawiyê de di serkeftina şeran de sê şertên mezin hene:

Mafdarbûn

Baqilbûn

Bibiryarbûn

Mafdarbûn berî her tiştî motîvasyoneke mezin e ku hûn bi dijberên xwe re bi her aweyî bikarin bikevin nav tekoşînê. Jiber ku hûn mafdar in û ji bo ku vê yekê dizanin, caran hûn dikarin rêbazên herî tund jî li dij neyarên xwe pêk bihînin. Ev yek cesaret dide we û cesareta wan jî dişkêne. Îro Pêşmergên qehreman yên Kurdistanê li hember hemî hêzên dagirkeran evê psîkolojiyê dijîn; bi hêz û motîvasyoneke mezin li hember wan li piya ne, jiber ku yên bêexalq û bêheysiyet neyarên wan in. Eger hûn wisa xwe motîve bikin, xwe jî biexlaq û bi heysiyet dizanin û ev herdu fazîlet li hember neyarên we sîlehên herî mezin yên we ne.

Ya dûyem baqil bûn e; jiber ku hûn dizanin dagirker hemî bi neheqiya xwe ve jî eger bikaribe doza "mafdarbûnê" bide û we di ser heqê we de jî neheq derxîne, nexwe baqil e û gelek rêbazên baqilane bikar dihîne. Di dozeke we ya mafdariyê de eger hûn qe nebe qasî dijmin baqil nebin û rêbazên rast û bi bîrnasî (mantiqî) bikar nehînin, di dawiyê de hûn dê wenda bikin. Jiber ku aqil û rêbazên rast hêzên herî mezin yên şerî ne. Hem serkirdeyên Kurdistanê û hem jî hemî akterên eskerî yên Kurdistanê di vî şerî de heta niha gelek aqilane tevgeriyan û rêbazên rast bi kar anîn. Tebdîrên xwe jî li gor vê yekê cîbecî kirin.

Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka di navbera hêzên Kurd yên navxweyî de ye. Di pêvajoya referandûmê de her çi qas gelek hêz, hema embêjin ji bilî serokê Kurdistan, PDK û hin partiyên biçûk yên Kurd qet hêzeke mezin bi dilsozî yan serxwebûnê nexwestin û heta dij jî derketin. Lê di dawiyê Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî siyaseteke wisa baş û bi bîrnasî pêk anî ku hem herkes di dawiyê de hat xeta serxwebûinê (hinekan bê dil bin jî) hem jî di dawiyê de û bi Ala Rengîn ya li ser cinazê Mam Celal ve, ev helwesta netewî ya pîroz hat asta xwe ya herî bilind. Eger ev siyaseta navxweyî di pêvajoya şerekî bi îhtîmal de jî bihête pêk anîn, li gel hin êş û janan, miletê Kurd dê xwe bigîhîne armanca xwe û piştî 2600 salan dewleteke rêkûpêk û girîng ya gelê Kurdistanê dê bijî.

Dimîne mijara bibireyabûnê; miletê Kurd di saya serkirdayetiya xwe ya ku li ser dunyayê xwe daye qebûlkirin, bi biryar e. Hem û esasen di aştiyê de bi biryar e û hem jî di serxwebûnê de.

Bibiryarbûna miletê Kurd ya di aştiyê de wisa diyar e ku mirov di jiyana Kurdan ya li wek bajarên Hewlêr û Dihok de bi vekirî dikare bibîne, ku milet ji hemî qisawetên şer dûr dijî, dixweze wisa jî bijî. Yanê şifêrek, dikançiyek, xwerinçêyek îhtiyadî gava bi we re qise dike wisa dibêje;

"Kaka ême şer nexwazîn, lê eger hêriş îş bibat, ew kate da cêgayî karî xom degrim û deçîm sengerî."

Ev yek a niha ji bo min bixwe jî carî ye; pir ecêb e, qet elaqeya min bi şerî re tûnebû, qe nebe ev 23 sal in ji hemî şeran dûr û jiyaneke aramî dijîm, lê eger pêwîst bû, pir baş dizanim ku tiliyên min yên niha li ser kilavyeyê bi miharetî dixebitin, wê li ser tetîka keleşê de jî heman mihareta xwe bide diyarkirin. Nexwe ez jî tê de, miletê Kurd li Başûr hem ji bo jiyana rojane û hem jî ji bo şer wisa amade ne ku ji bo fêmkirina wê bes mirov divê bixweze bibîne...

Hemin di vê bibiryarbûnê de sê tişt bi tesîr bûn:

1. Helwesta Barzanî, serokê Kurdistanê ku wî ev salên dawî qet axiftinekê xwe jî ji derveyî stratejiya serxwebûnê xerc nekir û ast bi ast siyaseta mafê serxwebûnê kir rojeva miletê xwe û dunyayê. Ev yek bawerî û prestîjeke pir mezin çêkir ji bo wî û miletê wî.

2. Dijberiya hin hêzên Kurd yên bê mantiq, bê sedem û bi rastî jî bi tevayî bi hincetên derewîn hatine sazkirin. Belê ev dijberiya wan ya bê nirx, miletê Kurd tûj kir, yên ku ji desthilatdariya Kurdistanê nerazîbûna xwe hene, yan jî hin caran rexneyan lê digrin, (ez jî yek ji wan im) hemî nerazîbûn û rexneyên xwe texîr kirin û bi dilekî saf û pakij bûn neferên pêvajoya serxwebûnê. Ji bo vê siyaseta rast û bi xîret ya Barzanî, spasiya xwe bo miletê Kurd dikim, jiber ku ew kurê vî miletê dilsoz e û layiqê wan e;  hem jî spasî bo layengirên bêxîret yên ku bi tundûjiyeke kirêt li dij serxwebûna miletê xwe derketin, ku di saya wan de miletê Kurd dilsoz û nedilsoz jihev veqetand. Di dawiyê de jî bi hêzeke ji sedî 93 cîhê xwe li cem serxwebûnxwezê dilsoz Mesûd Barzanî de girt.

Di dawiyê de dikarim bêjim, jiber van sê sedeman û sedemên din yên ji derveyî Kurdistan û stratejiya dewletên dewr û ber û dewletên mezin yên dunyayê, ez xwedî hêviyeke mezin im ku bi şer yan jî bi aştî, em dê xwe bigîhînin armanca xwe; naxêr me xwe gîhandiye armanca xwe û em niha di Kurdistana Serbixwe de dijîn; bes em dê hewil bidin evê pîroziyê bidin jiyandin û umrê wê bêdawî bikin.

Sedemên derveyî me û tesîrên negatîv û pozîtîv yên li ser îhtîmala şer û aştî yên li ser Kurdistanê jî di nivîseke din de vebêjim...

Serkeftin para miletê Kurdistanê be.

Bijî Serxwebûn

Bijî Pêshmergê Qehreman
Bimrin dagirkeran

15.10.2017

Hewlêr

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin