Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn

Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn

.

A+A-

Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin di roja sêyemîn de berdewam dike. Di şerê ku dewletên Rojava tenê bi cezakirinê sînor man de arteşa Rûsyayê kete Kîevê û şer û pevçûn lê dijwar bûye

Şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê da destpêkirin, di roja sêyemîn de berdewam dike. Li paytexta Ukraynayê Kîevê ku artêşa Rûsyayê duh ketibûyê şer û pevçûn didomin. Rûsyaya ku biryara cezakirinê ya dewletên Rojava guhdar nake, pêşveçûna xwe didomîne. Duh her du alî ji bangên "muzakereyê" re erênî nêzîk bûn. Li aliyê din li gelek welatan li dijî şer çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di serî de Moskovayê li gelek paytextên welatan dirûşmeyên "Ji şer re na" hatin berzkirin û li gelên cîhanê banga "dengê xwe bilind bikin" hat kirin. 

Di şerê serweran de tiştên îro qewimîn wiha ne: 

15.37 ÇAVÛŞOGLÛ BI LAVROV RE HEVDÎTIN KIR

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve, Çavûşoglû bang li Rûsyayê kir ku operasyonên li Ûkraynayê bisekinîne û wiha got: “Heke bê xwestin Tirkiye amade ye ku ji muzakereyên navbera Federasyona Rûsya û Ûkraynayê re malovaniyê bike.”

15.10 Rûsya qedexir ku balafirên Polonya, Bûlgarîstan û Komara Çekyayê bikevin qada xwe ya hewayî.

14.41 LI KÎEV’Ê QEDEXEYA DERKETINA DERVE HAT ÎLANKIRIN

Li Kîevê îro ji saet 17.00’an heta sibê saet 08.00’an qedexeya derketina derve hat îlankirin. Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko diyar kir, sivîlên ku qedexeya derketina derve bi cih neînin wê bên binçavkirin.

13.50 FRANSAYÊ KEŞTIYA KARGOYÊ YA RÛSÎ DESTESER KIR

Hate diyarkirin ku Fransayê bi hêceta Rûsyayê cezayên ji ber şerê li dijî Ûkraynayê li wê birîne binpêkirine li Behra Manşê keştiya kargoyê ya rûsî desteser kiriye. Rayedarekî ji Reutersê re ragihand ku keştiya ku xwediyê şîrketeke Rûs e û berê xwe da Rûsyayê, ji aliyê polîsên deryayî yên Fransayê ve bi gumana ku cezayên bazirganiyê binpê kiriye, hatiye desteserkirin. Keştî ber bi bendera Boûlogne-sûr-Mer a Fransayê ve hat veguhastin û kargoya wê ji aliyê wezîfedarên gumrukê ve hat kontrolkirin.

13.35 ‘KÎEV DI BIN KONTROLA ME DE YE’

Serokkomarê Ûkraynayê Zelenskiy ji bo rewşa dawî ya li Ûkraynayê got: “Kîev di bin kontrola me de ye.”

12.59 MEDVEDEV: OPERASYON DÊ BERDEWAM BIKIN

Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmîtrî Medvedev têkildarî şerê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê daxuyanî da û wiha got: “Heta ku hemû encamên ku Pûtîn behskirî bên bidestxistin wê operasyon berdewam bikin.” Medvedev ê li ser hesabê xwe yê Vekontakteyê daxuyanî da, nerazîbûn nîşanî ferzkirina cezayên li hemû endamên Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê da.

12.55 RÛSYAYÊ ESKER DANÎN LVÎVÊ JÎ

Tê îdîakirin ku Rûsya hewl dide leşkeran deyne bajarê Lvîv ê li rojavayê Ûkraynayê ku gelek welatan personelên xwe yên dîplomatîk ji Kîevê veguhestine wê derê. Şaredarê Lvîvê Andrey Sadovyî têkildarî mijarê wiha got: “Rûsan saet di 09:00 de sê helîkoptêr daxistin nêzî Brodyê. Bi qasî 60 kesan. Hêzên çekdar ên Ûkraynayê dagikeran têk dibe. Rewş di bin kontrola me de ye.”

12.48 FRANSA DÊ TECHÎZATÊN ESKERÎ BIŞÎNE

Fransayê biryar da ku teçhîzatên eskerî bişîne Ûkraynayê. Ajansa Nûçeyan a Reuters ji rayedarekî Serokê Fermandariya Fransayê re ragihand ku “Fransa biryar da ku techîzatên parastinê bişîne Ukraynayê da ku li dijî dagikirina Rûsyayê piştgiriya welat bike û mijara şandina çekên êrîşê jî hêj tê nîqaşkirin.”

12.13 ÛKRAYNA: 198 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Wezareta Tenduristiyê ya Ûkraynayê diyar kir ku ji roja Rûsyayê li dijî Ûkraynayê şer da destpêkirin û vir ve 198 kesan jiyana xwe ji dest dane. Nehat parvekirin ku çend sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

11.49 ZELENSKIY: EM LI SER ALÎKARIYÊ DIŞÊWIRIN

Serokkomarê Ûkraynayê Vladîmîr Zelenskiy parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal didomîne. Piştî vîdeoya ku vê sibehê li ser hesabê xwe yê Twîtterê hate weşandin, Zelenskiy diyar kir ku bi Serokê Komîsyona Ewropayê Von Der Leyen re mijara alîkariyê gotûbêj kirine û wiha got: “Ûkrayna bi çekên xwe li dijî mêtîngeran şer dike, azadiya xwe û pêşeroja Ewropayê diparêze. Ez di wê baweriyê de me ku YE di vê têkoşîna lehengî de Ûkrayna hilbijartiye. Bi Von Der Leyen re li ser alîkariya bi bandor a ji bo Ûkraynayê me nîqaş kir.”

Li aliyê din Ûkraynayê biryar da ku Sefaretxaneya Moskovayê veguhêze Letonyayê.

11.09 LI KÎEV'Ê GULE LI APARTMANAN HATE REŞANDIN

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmîtro Kûleba ragihand ku yek ji fuzeyên Rûs ên danê sibehê hatin avêtin, li avahiya apartmanekê ya li Kîevê ku sivîl lê dijîn ketiye. Hate diyarkirin ku leşkerên Rûs li taxa Zhuliany a Kîevê, gule li avahiyên apartmanan reşandine.

Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê diyar kirin ku wan hêzên Rûs ên li Vasylkîv a li Kîev Oblast û li kolana Victory a yek ji rêyên sereke yên bajêr e, derxistine.

Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîtschko îdîa kir ku di pevçûnên bi şev ên li Kîevê de 2 jê zarok 35 kesan jiyana xwe ji dest dane.

10.48 LI BERLÎNÊ CIVÎN TÊ LIDARXISTIN

Berdevkê hikûmeta Polonya Pîotr Muller diyar kir ku lîderên Polonya, Lîtvanya û Elmanya wê îro li Berlînê bicivin û cezayên li dijî Rûsyayê nîqaş bikin.

10.29 PEYWENDÎYÊN BAZIRGANÎ YÊN BI AMERÎKA Û YE RE HATIN RAWESTANDIN

Biryarên sekinandina têkiliyên bazirganiyê yên Rûsyayê bi DYA û Yekîtiya Ewropayê (YE) re dewam dikin. Ajansa fezayê ya Rûsyayê Roscosmos diyar kir ku di destpêkirina ji Baregeha Kourou ya Guiana ya Fransayê de hevkariya bi Ewropayê re disekinîne Hilberînerê elektronîk ê DYA'yî DELL, firotina berhemên xwe yên li Rûsya û Ûkraynayê sekinand.

10.13 LI DONETSK’Ê PEYVÇÛN DIJWAR BÛN

Hikûmeta Donetskê diyar kir ku milîsan li herêma Pavlopol û Pişçevîk a li aliyê Marîûpol ku di bin kontrola leşkerên Ûkraynayê de bû, xistine bin kontrola xwe.

10.00 SANTRALA HÎDROELEKTRÎK HAT DESTESERKIRIN

Ajansa nûçeyan a Rûs Înterfaxê ragihand ku artêşa Rûsyayê santrala hîdroelektrîk a li bakurê Kîevê bi dest xistiye.

09.50 ZELENSKIY: EM DÊ ÇEKAN BERNEDIN

Zelenskiyê di kolanên Kîevê ku şer û teqîn lê didomin de ev peyam parve kir: “Li ser înternetê gelek gotinên derew hene ku min ji artêşa me re gotiye çekên xwe deynin û ez ê bêm tahliyekirin. Ji wan bawer nekin. Ez li vir im. Em dê çekên xwe bernedin û dewleta xwe biparêzin.”

09.45 LI KEŞTIYEKE KARGOYÊ YA JAPONAN XISTIN

Li peravên Ûkraynayê keştiyeke kargo ya aîdî şîrketeke Japon rastî êrîşê hat. Ajansa nûçeyan a Kyodo ya Japonyayê ragihand, bi fuzeyekê li keştiya kargoyê hatiye xistin û di encamê de endamekî ekîbê birîndar bûye.

09.43 ÊRIŞA FUZEYÎ

2 fuze li herêmên li başûrrojavayê navenda bajarê Kîevê ketin. Hat ragihandin ku yek ji fuzeyan li nêzî balafirgeha Zhulyany ketiye.

09.40 RÛSYAYÊ MELÎTOPOLA ÛKRAYNAYÊ BIDESXIST

Ajansa Interfaxê ya Rûsyayê ragihand ku leşkerên Rûs bajarê Melîtopol ê li herêma Zaporîzhzhya ya li başûrrojhilatê Ûkraynayê bi dest xistine

08.34 AMERÎKAYÊ JI ÛKRAYNAYÊ RE ALÎKARÎ ŞAND

Serokê Amerîkayê Biden, ferman da Wezareta Karên Derve ku bihayê 350 milyon dolaran alîkariya eskerî ji Ûkraynayê re bişîne. 

7.25 AMERÎKAYÊ BANG LI WELATIYÊN XWE KIR

Sefaretxaneya Amerîkayê ya Ûkraynayê, Amerîkayiyên li welat hişyar kirin ku stargehên herî nêzîkî xwe bibînin. Sefaretxaneyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û hişyar kir ku dibe şert û merc ji nişka ve xera bibin û bang li welatiyên xwe kirin ku biçin stargehên herî nêzîk. 

07.22 JI RÊXISTINA EFÛYÊ DAXUYANÎ

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, ragihand ku şerê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê dikare weke “sûcê şer” bê hesibandin. 

23.54 BÎDEN WÊ ESKERAN BIŞÎNE EWROPAYÊ

Serokê DYA'yê Joe Bîden, ragihand ku ji bo kapasîteya YE'yê zêde bikin û piştgiriya NATO'yê bidin, ferman daye ku esker ber bi Ewropayê ve bên şandin. 

23:25 RÛSYAYÊ ENCAMÊN EWIL ÊN OPERASYONÊ RAGIHANDIN

Rûsyayê encamên ewil ên operasyonê ragihandin. Li gor daxuyaniyê 211 dezgehên eskerî, 11 baregehên hewayê, 17 noqteyên kontrolê û navenda ragihandinê, 19 pergalên parastinê ên fuzeyan ên S-300 û OSA, 39 îstasyonên radarê, 6 balafir, helîkopterek, 5 amûrên hewayê yên bêmirov, 67 tanq û wesayîtên zirxî û 5 keştiyên eskerî hatine tunekirin.

21.45 ZAHAROVA: EM Ê BERSIVA VAN MUEYIDEYAN BIDIN

Berdevka Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê Mariya Zaharova, diyar kir ku dê di bersiva mueyideyên derbarê Pûtîn û Wezîrê Karên Derve Lavrov de bidin. 

21.41 ZELENSKIY Û BÎDEN BI TELEFONÊ BI HEV RE AXIVÎN

Serokê Ûkraynayê Vladîmîr Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku bi telefonê bi Serokê DYA'yê Joe Biden re axiviye û li ser mueyideyên derbarê Rûsyayê û alîkariya eskerî sekinîne. 

21.39 OECD: ME ENDAMTIYA RÛSYAYÊ RAWESTAND

Rêxistina Pêşxistin û Tevkariya Aborî (OECD), ragihand ku wan endamtiya Rûsyayê ya ji bo rêxistinê rawestand. 

20.43 NATO: EM LI CEM GELÊ ÛKRAYNAYÊ NE

Pêşengên welatên endamên NATO'yê ji bo meseleya Ûkraynayê li hev kom bûn. Piştî civînê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê NATO derbarê Rûsyayê de mueyideyên pir giran pêk bîne û bi her awayî li cem gelê Ûkraynayê ye. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê Rûsya demeke dirêj di warê aborî û siyasî de bedêla vê biryara şaş a Pûtîn bide. 

19.57 ÇEKYA BALAFIRGEHÊN XWE JI BO RÛSYAYÊ GIRTIN

Wezîrê Gihandinê yê Çekyayê Martin Kûpka ragihand ku balafirgehên xweli ber balafirên Rûsyayê girtin.

19.29 ENDAMTIYA RÛSYAYÊ YA KONSEYA EWROPAYÊ HAT RAWESTANDIN

Hat diyarkirin ku endamtiya Rûsyayê ya Konseya Ewropayê hat rawestandin. Endamên Konseya Ewropayê yên li hev kom bûn beşdarbûna dîplomat û delegeyên rûs a ji bo konseyê dan rawestandin.

17.30 YE: PÛTÎN Û ŞAVROV DI LÎSTEYA MUEYÎDEYAN DE NE

Nûnerê Bilind ê Karên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell got: "Ger suprîzek çênebe, dê Pûtîn û Lavrov jî daxilî nav lîsteya mueyîdeyan bên kirin." 

16.45 AKAR:EM JI BO ALÎKARIYA MIROVÎ AMADE NE

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar, ragihand ku bi telefonê hevdîtin bi Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê re kiriye û gotiye, ji bo alîkariya mirovî amade ne û ji bo aştî û aramiyê çi bikeve ser milê wan dê bikin. 

16.40 'ZÊDETIRÎ HEZAR ESKERÊN RÛS HATIN KUŞTIN'

Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê, parast ku heya niha zêdetirî hezar eskern rûs kuştine. 

16.25 'YE DÊ PÛTÎN Û LAVROJ JÎ DAXILÎ NAV LÎSTEYA MUEYÎDEYAN BIKE'

Rojnameya Fînancial Timesê, derpêş kir ku Yekîtiya Ewropayê hewl dide Serokê Dewletê yê Rûsyayê Valdîmîr Pûtîn û Wezîrê Kar û Barên Navxweyî Sergey Lavrov jî daxilî nav lîsteya mueyîdeyan bike.

16:08 KREMLÎN: EM AMADE NE DELEGASYONÊ BIŞÎNIN MÎNKSÊ

Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov, daxuyand ku ji bo muzakereya bi Ûkraynayê re amade ne delegasyona xwe bişînin Mînksê. 

16.06 JI ALMANYAYÊ JI BO ZELENSKÎ DAXUYANIYA ÎLTICAYÊ

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebeshtreit, ji bo mafê îticayê yê Serokê Dewleta Ûkraynayê Zelenskî ku hê jî li Kievê ye got: "Ji bo vê pêdivî bi spukeluasyonê tune ye." 

16.05 PARAŞÛTBAZÊN RÛS LI PAYTEXT KIEVÊ NE

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Koşenkov, ragihand ku eskerên paraşûtbaz ên rûs Balafirgeha Gostomelê ya li Kîevê bi dest xistine û bi Hêzên Hewayî yên Rûs ra bûne yek û ji hêla rojavayê ve paytexta Ûkraynayê bloke kirine. 

15.11 ZELENSKIY: WELATÊN ROJAVA DERENG MAN 

Serokê Ukraynayê Zelenskiy diyar kir ku welatên rojava li hember Rûsyayê alîkariya Ukraynayê dereng mane. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Heke hûn di alîkariya Ukraynayê de ewqasî hêdî bin, hûn ê çawa xwe biparêzin? Saziyên dewletê yên li Ewropayê ji bo ku bi rastî jî biryarên xurt bidin, lez nakin."

15.10 ‘PUTÎN DIXWAZE MUZAKEREYAN BIKE’ 

Televîzyona dewletê ya Çînê CCTV ragihand ku Serokdewetê Rûsyayê Vladimir Putin bi Serokdewletê Çînê Xi Jinping'e re gotiye ku dixwaze ku Rûsya bi Ukraynayê di asta bilind de hevdîtinan bike. Li gorî CCTV'yê Putin gotiye: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û NATO demek dirêj e guh nedaye fikarên ewlekarî yên maqûl ên Rûsyayê, gelek caran ji sozên xwe paşde neçûn û pêşdebirina bicihkirina leşkerî ber bi rojhilat ve didomînin, ku xeta stratejî ya Rusya ya binî dijwar dike. Xwesteka Rûsyayê heye ku bi Ukraynayê re muzakereyên asta bilind bike." 

15.19 JI ZELENSKIY BANGA PROTESTOYAN 

Serokê Ukraynayê Zelenskiy bang li gelên welatên Ewropayê kir ku li dijî Rûsyayê rabin û protestoyan bikin. Bi vî awayî, Zelenskiy got gel dikare bi vî awayî hikûmetên xwe neçar bikin ku gavên bibiryartir bavêjin. Lîderê Ukraynayê bi bîr xist ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn gotina "carek din qet nabe” hatiye gotin û wiha axivî: "Lê li vir dîsa dubare dibe. Di sala 2022’yan de, 75 sal piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn.” Zelenskiy diyar kir ku ji bo rawestandina Rûsyayê hîn jî ne dereng e. 

15.08 KULEBA, BI ÇAVUŞOGLU RE HEVDÎTIN KIR

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Kuleba ragihand ku bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bi rêya telefonê hevditin kiriye.  Kuleba li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: "Min bi dost û hevpîşeyê xwe Mevlut Çavuşoglu re ji bo pêşxistina kapasîteyên parastina Tirkiyê gavên pratîk ku werin avêtin, axaftinek kir. Ji bo ku Tirkiye di van rojên zor de piştevaniya Ukraynayê dike, spasdarim.”

14.46 PIŞTGIRIYA ESAD 

Hat ragihandin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad bi Putin re bi telefonê axivî ye. Li gorî vê yekê Esad di hevdîtinê de piştgiriya Sûriyeyê ya di mijara Ukraynayê de ji Rûsyayê re ragihandiye. 

14.45 AKAR BI WEZÎRÊ ÎNGÎLISTANÊ RE AXIVΠ

Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi Wezîrê Karên Derve yê Îngîlistanê Wallace re bi telefonê derbarê rewşa dawî ya Ukraynayê de axivî. 

14.40 ERDOGAN: DIVÊ NATO GAVÊN BI BIRYAR BIAVÊJE 

Serokkomarê AKP’yî Tayyip Erdogan anî ziman ku welatên rojava ji bo Ukraynayê gav neavêtin û tenê şîretan dikin û got: "Divê NATO gaveke bi biryar biavêje.” 

14.31 LAVROV: EM JI BO MUZAKEREYAN AMADE NE 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov got: "Em dixwazin her kesên li Ûkraynayê dijîn mafên xwe bi kar bînin. Em dixwazin bêyî zextan bijîn. Divê agirbest bê kirin." Lavrov her wiha got: "Heke artêşa Ukraynayê 'çekan berde', Rûsya amade ye bi wan re muzakereyan bike."

14:30 NY: DI ÊRIŞA HEWAYÎ DE 25 SIVÎL HATIN KUŞTIN

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di êrişên hewayî yên Rûsyayê de herî kêm 25 sivîl hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrişên hewayî û topan de herî kêm 102 kes birîndar bûne. Tê texmînkirin ku hejmara miriyan zêdetir be.

14.05 KESÊN BI SER 60 SALÎ RE DÊ WERIN ÇEKDARKIRIN 

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ragihand ku wê kesên temenê wan bi ser 60 salî re jî çekdar bikin. 

13.27 JI OFÎSA SEROKATIYÊ BANGA DIYALOGÊ 

Cîgirê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê Mihayl Podolyak da zanîn ku ew aştiyê dixwaizin û ew ji bo hevdîtinên bêalîbûna ku Rûsya û Ukraynayê bigirin dest amade ne û got: “Heke hevdîtin mimkin be, divê were kirin. Heke Moskova jî di mijara statûya bêalî mudaxil be, bixwazin hevdîtinê bikin, em ji vê natirsin. Em dikarin li ser vê yekê jî biaxivin.” 

13.16 ‘EM UKRAYNAYÊ DAGIR NAKIN’ 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got: “Kesî dagirkirina Ukraynayê nekiriye armanca xwe.” 

Lavrov daxuyaniya “Bila Ukrayna bi satatûya bêalî bê hiştin” a Serokê Ukraynayê Zelenski wek “derewan dike” pênase kir. Lavrov îdia kir ku Rûsya dixwaze gelê Ukraynayê serbixwe bimîne. 

13.15 CEZA DANÎN NE RÊBEAZEK RAST E 

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Vang Venbin jî wiha got: “Ez carek din dixwazim dubare bikim, ji bo pirsgirêk çareser bibin, tu carî sepandina cezayan ne rêbazek bi bandor e. Em hêvîdarin wê alî pirsgirêkan bi diyalog û muzakereyan çareser bikin.” 

12.51 DIBE KU RÛSYA BIKEVE HARKOVÊ 

Xwendekarek ji Tirkiyê ku li bajarê Harkov ê Ukraynayê dimîne xwe gihand ajansa me û diyar kir ku ji bilî navenda bajêr hêzên Rûsyayê li gelek cihan alên xwe daliqandine û tê gotin dê îro bikevin navenda bajêr. 

12.50 WEZARETA PARASTINÊ: PÊDIVIYA UKRAYNAYÊ BI HER TIŞTÎ HEYE 

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê wiha got: “Pêdiviya Ukraynayê bi her tiştî heye. Ji bo beşdariya artêşê prosedurên pêwîst hemû hatin hêsankirin. Tenê nimareya nasname û pasaporta xwe bînin. Sînordarkirina temen jî nîne.” 

12.44 PÊDIVIYA UKRAYNAYÊ BI ZEXÎRE Û SOTEMENIYÊ HEYE 

Sefîrê Ukraynayê yê Enqereyê anî ziman ku pêdiviya welatê wî bi zexîre û sotemeniyê heye û dibe meseleya penaberan were rojevê. 

12.21 NÊZÎ AVAHIYA HIKÛMETÊ DENGÊ ÇEKAN TÊ 

Sazî û dezgehên medyaya navnetewî radigihîne ku nêzî avahiya hikumetê ya li Kîevê dengê çekan tê bihîstin.

12.20 HÊZÊN RÛS LI KÎEVÊ NE 

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê di peyama xwe ya Twitterê de ragihand ku leşkerên "dijmin" li semta Obolonê ne, ku bi qasî 9 kîlometreyan dûrî avahiya parlamentoyê ya li navenda bajêr e.

11.51 RÛSYAYÊ BALAFIRGEHA XWE JI ÎNGÎLISTANÊ RE GIRT 

Rûsyayê ragihand ku wek miqabilî biryara Aeroflot a Îngîlistanê seha hewayî ji rêya hewayî ya îngîlîz re girtine. Li gorî vê biryarê daketin û rabûna balafirên şîrketên rêya hewayî yên îngîlîz ji bo balafirgeha Rûsyayê hatin qedexekirin. 

11.50 JOHNSON: BIJÎ UKRAYNA  

Serokwezîrê Îngîlistanê Johnson li parlamentoyê ragihand ku ceza danîne ser Rûsyayê û dirûşma “Bijî Ukrayna” ya berz kir. 

11.07 RÛSYA: SANTRALA NUKLEER A ÇERNOBÎLÊ HAT KONTROLKIRIN 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku hêzên rûsî Santrala Nukleerî ya Çernobîlê xistine bin kontrola xwe. 

10.30 ‘RÛSYA BER BI KÎEVÊ VE DERKET RÊ’ 

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Anna Malyar ragihand ku leşkerên rûs hin maşîneyên aydî artêşa Ukraynayê desteser kirine û ber bi Kîevê ve derketine rê. 

10.30 FRANSA: PUTÎN DIXWAZE UKRAYNAYÊ JI NEXŞEYÊ DERXE 

Fransa got Putin dixwaze Ukraynayê ji nexşeya netewan derbixîne. 

10.30 MYANMARÊ PIŞTGIRÎ DA RÛSYAYÊ 

Myanmarê da zanîn ku ew piştigriyê didin êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê.

09.57 JI ZELENSKÎ BANGA MUZAKEREYÊ 

Serokê Dewletê yê Ukraynayê Zelenski got: “Pêwîste em bi Rûsyayê re li dor maseya muzakereyê rûnên.” 

Zelenski li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew ji welatên Ewropaya Rojhilat ên endamên NATO’yê ne piştgiriya parastinê dixwazin û wiha got: "Em azadiya xwe û axa xwe diparêzin. Lê belê hewcedariya me bi alîkariyek navneteweyî heye. Em li ser vê yekê axivîn. Me ji bo piştevaniya parastinê, cezakirinê û zext li ser êrişkariyê were kirin me serî li Bukreşê da. Pêwîste em bi Rûsyayê re li dor maseya muzakereyê rûnên. Pêdiviya me bi koalîsyonek li dijî şer heye." 

08.16 LI LVÎVÊ DENGÊ SÎRENAN 

Li gorî nûçeya Reutersê; li rojavayê Ukraynayê li bajarê Lvivê dengê sîrenan tê.

07.25 QEDEXEYA RUBLE 

Banka Navendî ya Ukraynayê şixûlandina bi rubleye Rûs û Belarûs tê kirin, qedexe kir. Bankayan razandina ji bo bankayên Rûs û Belarûs asteng kirin. 

06.57 WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ UKRAYNA: DIŞIBE ELMANYA NAZÎ

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitriy Kuleba di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku li ser Kîevê êrişên bi roketan pêk hatine û wiha got: "Cara dawîn li paytexta me tiştekî bi vî rengî di sala 1941'an de bû, dema ku Elmanya Nazî êriş kir. Ukraynayê ev xerabî têk bir û wê vê jî têk bibe. Dest ji Putin berdin. Rûsyayê îzole bikin. Hemû têkiliyên xwe qut bikin. Rûsyayê ji her derê bavêjin.” 

06.38 ÊRIŞA ROKETAN LI SER KÎEVÊ PÊK TÊ 

Şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir ê Ukraynayê Anton Geraşçenko diyar kir ku di encama operasyona Rûsyayê de hin roket li li paytext Kîevê ketine û hin xanî zirar dîtine û 3 sivîl birîndar bûne.

06.30 BALAFIRA RÛS KET 

Ukraynayê ragihand ku balafira Rûsyayê ya ku Kîev bombebaran dikir hatiye xistin. Hat diyarkirin ku balafir dema ket xwarê li avahiyeke 9 qatî ketiye. 

04.20 DENGÊ TEQÎNAN 

Li Kîevê ya paytexta Ukraynayê dengê teqînan hat bihîstin.

01.19 ZELENSKÎ: EM BI TENÊ HATIN HIŞTIN 

Serokê Dewletê yê Ukraynayê Vladimir Zelenski diyar kir ku ew di parastina welatê xwe de li hemberî Rûsyayê bi tenê mane û got: "Em natirsin ku bi Rûsyayê re behsa statûya bêalîbûnê bikin. Lê garantiyên ewlehiyê yên me dê çawa bibin?"

Zelenski diyar kir ku ew ji welatên ku ne tenê bi devkî, bi awayekê eşkere jî piştgirî dan Ukraynayê spas dikin û wiha got: "Lê belê em di parastina welatê xwe de bi tenê man. Kî amade ye şerê me bike? Ez nabînim. Kî amade ye garantiyê bide Ukraynayê ku bikeve NATO’yê? Her kes ditirse." 

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenski biryarnameya ku li seranserê welêt seferberiya giştî îlan dike îmze kir. 

Cîgirê Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Mihayl Podolyak ragihand ku wan kontrola Santrala Nukleerî ya Çernobîlê ya li hemberî hêzên Rûsyayê ji winda kirine. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin