"Şerê navxweyî birînên kûr di dilê gelê me de çêkirîye"

"Şerê navxweyî birînên kûr di dilê gelê me de çêkirîye"

Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elemaniya (HEVKARÎ) li ser bûyara Şingalê daxuyanike belva kir.

A+A-

Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elemaniya (HEVKARÎ) li ser bûyara Şingalê daxuyanike belva kir; di daxuyaniyekê de dihê gotin divê em destkeftiyên basûrê Kurdistanê bi her awayi biparêzin.

Divê em destkeftiyên basûrê Kurdistanê bi her awayi biparêzin.
Heqê tu hêzi tuneye ku di vê pêvajoya dirokî de li basûrê Kurdistanê bingeha siyasetek ku zararê dide miletê me ava bike. Bûyerê vê taliyê yên ku li Singalê qewimîn da ispatkirin ku şerê navxweyî bandoreka neyinî datîne ser her çar perceyên Kurdistanê.
Pisti bûyerên Singalê êrisên li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin. Em vê bûyer û êrisa ku hatiye kirin sermezar dikin.

Tecrubeyên dîrokî yên gelê Kurdistanê bi dehan cara ispat kirîye ku serê navxweyî birînên kûr di dil û hismendîya gelê me de çêkirîye. Xêrnexwazên miletê Kurd her ji van serên navxweyî feyde girtine.

Singal perçeyeke Kurdistanê ye. Nabe ku bêyî xwestin û îradeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu hêzên çekdarî ji Hikûmeta Kurdistanê re sergêjî û pirsgirêkan derxîne.Hemû hêzên çekdar yên ji Basûrê Kurdistanê ne û yên girêdayî Wezereta Pêsmerge ya hikûmeta Kurdistanê ne divê li gor îradeya Wezareta Pêsmerge ya Hikûmeta Kurdistanê tevbigerin. Yên ne ji Basûrê Kurdistanê ne û ne di bin îradeya Wezareta Pêsmergede ne divê rêzê li hikûmet û parlementoya Kurdistanê bigirin û ji Singalê vekisin.

Em bangî wan hêzan dikin ku divê ser û pevçûnên bi vî rengî dubare nebin û her alî li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevbigerin.


 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin