Şerê HTŞ û komên girêdayî Tirkiyê kete roja 3an

Şerê HTŞ û komên girêdayî Tirkiyê kete roja 3an

Hat ragihandin ku şerê navbera El Nûsraya berê Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) komên çekdarên Tirkiye piştgiriya wan dike, li dorûbera Idlib û Hemayê dijwar bûye.

A+A-

Li gor Rawengeha Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) di şerê çend rojên dawî de ji her du aliyan 97 çekdar hatine kuştin û HTŞê li başûrê Idlibê 11 gund kontrol kirine.

SOHRê ragihand ku di şerê HTŞya ku El Qayde piştgiriya wê dike û Komên Çekdarên Eniya Netewî ya Tirkiye piştgiriya wan dike de, şer gihîştiye gundewarên Heleb û Idlibê.

Li gor zanyariyên SOHRê komên çekdar ji bo erdên ketine destê HTŞê vegerînin êrîş dane destpêkirin û pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de diqewimin.

 

Herwiha dan zanîn ku Heyet Tahrîru'ş-Şamê, navçeya Darut Îzze ya nêzîkî sînorê Tirkiyê xistiye bin kontrola xwe.

 

Li gor serokê SOHRê Ramî Evdirehmanî, armanca HTŞê ev e ku têkiliya Efrîn û îdlibê bo OSOyê bibirre.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin