Şerê Ermenîstan û Azerbaycanê dewam dike

Şerê Ermenîstan û Azerbaycanê dewam dike

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, îro jî dewam kir. Piştî ku li Azerbaycanê “Rewşa şer” îlan kir, Ermenîstanê jî, “Rewşa awarte” îlan kir. 

A+A-

 

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, di roja duyemîn jî dewam kir. Hat ragihandin ku di şer de çekên giran tên bi kar anîn û Serokkomarê Azerbaycanê Îlhan Aliyev, seferberiyek qismî îlan kiriye.

 Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê, diyar kir ku şer û pevçûn heya şev dewam kiriye, qerebaxa Terter a artêşa Ermenîstanê hatiye gule barandin û 5 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane.

550 ESKERAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Wezareta Parastina Azerbaycanê jî di daxuyaniya da de, dest nîşan kir ku 22 tankên aîdê yekîneyên Ermeniyan, 15 balafirşikên OSA û 18 ÎHA hatin îmhakirin û 550 eskerên artêşa Ermenîstanê hatin kuştin.

Meclîsa Azerbaycanê duh li hin herêmên diyar “Rewşa şer” îlan kiribû. 

ÇÎN Û RÛSYAYÊ BANGÎ HER DU ALIYAN KIRIN 

Ji ber krîza mezin dibe, bangên nerimbûnê li her du aliyan tên kirin. Çîn û Rûsyayê bangên diyalog û nerimbûnê  li her du welatan kirin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin