‘’Şerê çekdarî yê li bakurê Kurdistanê zerarê dide başûr,rojava û rojhilatê Kurdistanê jî ‘’

‘’Şerê çekdarî yê li bakurê Kurdistanê zerarê dide başûr,rojava û rojhilatê Kurdistanê jî ‘’

Serokê Giştî yê PAKê Seredana Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Kir

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, li gel Cîhgirê Serokê Giştî Nurullah Timur û rêvaberê Teşkîlata Amedê Suleyman Alış, roja 13.05.2017 seredana Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê kir. Li vê derê, Serokê Teşkîlata Mêrdînê Bedran Acar û rêveber û endam û dostên PAKê yên Mêrdînê pêşewazîya Mustafa Özçelik kirin.Nûnerê PDK Bakur,Nivîskarê Kurd Mamoste Deham û ji Rojavayê Kurdistanê nûnerên PDKS û PYKS, PDNK-S jî beşdarî civînê bûn.

Mustafa Özçelik li Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê civîneke çapemenîyê lidarxist û di derbarê rojevê de agahiyên girîng dan.

Gelek nûnerên ragehandinê beşdarî civînê bûn.

Di destpêka civînê de Mustafa Özçelik di 43yemîn salvegera darvekirina keça Kurd Leyla Qasim de, Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî.

Di vê civînê de Mustafa Özçelik di derbarê li dar xistina Komxebata Kongreya Giştî ya PAKê de, li ser rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û rûdanên li Tirkîyê de bîr û rayên PAKê anî zimanî.

Mustafa Özçelik di axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku li bakurê Kurdistanê berdewam e û got ‘’Ma ne eşkereye ku ji %90 gelê me li dijî vî şerî ne.Ma gelo çi ye ya rê li ber digire ku em bêjin ‘bes e; bila şer raweste’. Civata Kurdistanê di van 30 salên dawî de gelek bedel da.Bi hezaran keç û xortên Kurdan canê xwe feda kirin. Di her malê de şehîdek, birîndarek, hevsîyek, penaberek heye. Ji ber vê jî dilê gelê me nagire ku helwesteke tûnd li himberî PKKê deyne.Lê mixabin PKK li gor van bedelan, li gorî vê hestyarîya gelê me tevnagere. Îrade, hest û daxwazê gelê Kurdistanê paşguh dike, tune dihesibîne’’.

‘’Mixabin hest û daxwaz û hebûn û jiyan û bedelên gelê me di navbera Dewleta Tirkîyeyê û PKKê de bûye weke goga fûtbolê; di nav lingan de diherişe. Ji ber ku tu sitargeheke din, tu warekî din yê ku gelê me pê bawerîyê bîne li holê tuneye; her di dawîya dawî de gelê me ya mecbûrî sîyaseta Dewleta TirkÎyeyê, yan jî ya PKKyê dibe. Mixabin partîyên heyî yên Kurdistanî hîna bawerî nedane gelê Kurdistanê. Ev bela velabûna partîyan, ev bê çalakîya wan, ev ji gênc û jin û civatê dûrketina wan, bawerîya gelê me lawaztir dike.PAK di vî warî de hêviyeke.Divê em vê hêviyê xurtir û geştir bikin’’.

Îro em dikarin çend tesbîtan bikin:

1- Ji bo meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê bikeribe bi kêm êş û astengî bigihêje armanca xwe, divê li bakurê Kurdistanê şer bê rawestandin. Ne tenê jiber berjewendî û realîteya bakurê Kurdistanê, ji bo rêlêvekirina meşa serxwebûna başûrê kurdistanê jî divê ev şer raweste. Şer rawestandina PKKê dê Tirkîyeyê jî, Îranê jî, Iraq û Sûrîyeyê jî bixe ‘offsayt’ê.Heta li başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê pêk bê û êdî gelê me yê başûrê Kurdistanê di rêya serxwebûnê de destê wî xurtir bibe, divê şer raweste.

2- Ji bo bêhnvedan û xurt kirina Rojavayê Kurdistanê jî divê PKK li bakurê Kurdistanê şer rawestîne. Rawestandina şer, destê Emerîka û Ewrûpîyan jî, yê Başûrê Kurdistanê jî, yê partîyên Kurdan yê li Rojavayê Kurdistanê jî dê xurtir bike.

3- Li bakurê Kurdistanê rawestandina şer dê barê gelê me yê bakur jî siviktir bike.Li bakurê Kurdistanê di dema ku şer rawestîya bû , eşkere bû ku doza azadîya Kurdistanê geştir bû.Xebata sivîl, demokratîk û sîyasî piştgirîyeke mezin dît. Rawestandina şerî dê rê ji vejîneke nû ya gelê Kurdistanê re veke.

4- Şer rawestandina li bakur dê destê Îranê jî lawaztir bike. Îran wekî dewlet bi her rê , rêbaz, stratejî û hewlên xwe dixwaze rê li ber doza azadîya her çar perçeyên Kurdistanê jî bigire. Dixwaze destkeftîyên heyî ji holê rake, rê li ber destkeftîyên nû bigire. Jiber vê yekê jî rawestandina şer li bakur dê van planên Îranê jî têk bide.Dê rêya azadîya Kurdistanê li her çar perçeyan jî hêsantir û xurtir bike.

Ji ber van sedeman îro li bakurê Kurdistanê yey ji kar û wazîfe û xebata me ya esasî , bi hêzeke xurt li himberî vî şerî rawestin e.Divê em gelê xwe li dijî şer seferber bikin. Ev tevgera ku bêje ‘Ji şer re, ji rewşa awarte re na, ji çareserîya sîyasî re erê’, di eslê xwe de kilîda rêlêvekirina doza azadîya her çar perçeyên Kurdistanê ye. Helbete ku meseleya şer ne bes di destên Kurdan de ye. Dewleta Tirkîyê sebebê esasî yê şer e. Lê ji alîyê Kurdan ve, kî îro li bakurê Kurdistanê di şer de israr bike, Kurdistanê bike sehaya şerî, divê em bizanibin ev ne di berjewendîyên gelê Kuridstanê de ye û divê em bizanibin ev sîyaseta şer dê gelek zerarên mezin bide pêşeroja me jî. Ji ber vê jî li bakurê Kurdistanê de di vê pêvajo û konjonkturê de li dij derketina şer, di eslê xwe de divê weke sîyaseteke stratejîk bê qebûl kirin û temama taktîk û xebatan li gorî wê bê hûnandin. Bi yek dengî divê em ji Dewleta Tirkîyeyê re jî bêjin şer rawestîne, em jî PKKyê re bêjin şer rawestîne ’’.

Mustafa Özçelik di axaftina xwe de di derbarê Komxebata PAKê ya di 7ê Gulana 2017an de lidar ketibû agahdarîyên berfireh da.Komxebat di rêya Kongreya Giştî ya PAKê de û di geş kirina doza azadîyê de weke gaveke girîng nirxand.

Mustafa özçelik di derbarê referendûma başûrê Kurdistanê û rola wê ya dîrokî de, piştgirîya PAKê anî ziman.

Ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bal kışand girîngîya sîyaseta li ser nirxên netewî,Kurdistanî û pêwîstîya îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî ya hemû partîyan Kurdan .

Mustafa Özçelik got ‘’Partîyeke xurt ya milî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî, hem dê rê li vê xetimandina sîyaseta bakur veke, hem jî dê ji bo tifaqeke netewî bibe bingehekî esasî’’.

Di axaftina xwe de Mustafa Özçelik girîngîya perwerdeya zimanê Kurdî anî ziman û got ‘’Divê ji bo zimanê Kurdî, hebûna Kurdan û perwerdeya bi zimanê Kurdî wekî resmî bê qebûl kirin, divê hemû partî, dezgehên sivîl, şexsîyet û gelê Kurdistanê xebateke berhemdar dest pê bikin ku em bikaribin encamê bigirin’’.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik beşdarên civînê jî bîr û rayên xwe anîn ziman. Di derbarê referandûma 16ê Nîsana 2017an, sîyaseta Emerîka ya li Rojavayê Kurdistanê, rewşa Rojhilatê Kurdistanê, xebatên PAKê, li bakur pêwîstîya tifaqa netewî û gelek mijarên rojane de bi pirs û bersîvan civîneke berhemdar li dar ket.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin