Serdozgeriyê lêpirsînname ji bo bernameya bîranîna Seyîd Rizayî amade kiriye

Serdozgeriyê lêpirsînname ji bo bernameya bîranîna Seyîd Rizayî amade kiriye

.

A+A-

li Dêrsimê lêpirsîna wan kesan hatiye kirin ku di 84 saliya darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de, belavokên bernameya yadkirinê belav kirine.

Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê, lêpirsîna bernameya yadkirina Seyîd Riza û hevalên wî kiriye. Serdozgeriyê ji ber ku belavokên yadkirinê belav kirine, îfadeyên endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê girtine.

Platformê di 84 saliya darvekirena Seyîd Riza û hevalên wî de xwestibûn bernameyekê li dar bixin.

ji ber lêpirsînê bang li Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Dêrsimê Îbrahîm Kasûn û Nûrsat Yeşîl, Hevseroka navçeya navende ya HDPyê Ozlem Toprak, rêvebera HDPya Dêrsimê Yasemîn Soylemez, endamê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Hidir Yilmaz, Serokê Navenda Lêkoînên Dêrsimê (DAM) Selman Yeşîlgoz, Hevşaredarê Akpazara ku kayûm lê tayîn kiribûn Orhan Çebî jî di nav de komek nûnerên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl kirine, da ku biçin lili Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê îfadeyên xwe bidin.

Belavok di 12ê mehê de belav kirine

Endamên Platformê di 12ê Çiriya Paşiyê de belavok belav kirine. Di belavokan de wiha hatiye nivîsîn: “Em ê di 84 saliya wê de darvekirinê Seyîd Riza, Uşenê Seydi, Findik Aga, Resik Huseyin, Aliye Mirzê Sili, Hesenê Ivraime Qiji, Hesen Agayî ya ku di 15ê Çiriya Paşiyê de li Meydana Genimî ya Elezîzê de pêk hatiye, wan bibîr bînin” Her weha bernameya bibîranînê jî tê de hebû.

“Erdoganî lêborîn xwest, niha dixwaze tohmetê bike”

Orhan Çelebî, Hevşaredarê Akpazarê yê kayûm li şûna wî tayîn kirine, behsa daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî kiriye ku ji ber Qirkirina Dêrsimê lêborîn xwestibû: “Wê demê li gor berjewendiyên siyasî got, ger pêwîst bike ez ê li ser navê dewletê lêborînê bixwazim. Îro jî dixwazin tohmetê li Seyîd Riza û hevalên wî bikin. Li beramberî hemû zextan em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê, afîşên ku Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ji bo bernameya bibîranînê li billboardan xistibûn jî rakiribûn. 

Çavkanî: Evrensel, MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin