Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Serdana Putin û qelsîya Tirkîyê

A+A-

 

 

Dîroka peywendiyên Rusya (Çaritî û îro jî Federasyona Rusya'yê) û Tirkîyê (Dewleta Osmanî û îro jî Komara Tirkîyê) ji hêlekê va, dîroka hemahengîya sîyasî û eskerî ya di navbera Tirkîyê, Ewrupa û Rusya'yê da ye.

Jixwe berê ewilî Dewleta Osmanî û îro jî Tirkîyê, vê hemahengiyê bi mebesta xwe parastinê, bi karanîna keysa li dijî yê din (Rusya an Ewrupa) û bona berjewendiyên xwe bi kar anî/tîne.

Dî dîroka Osmanî'yan da û şerên bi Çaritî'ya (Mîrîtî) Rusya'yê va gellek mînakên vê hene.

Li hember Rusya'yê, di her rojên teng da taybetî du dewletên ewrupî, Dewleta Fransa û Îngilîstan'ê dihatin hawara Dewleta Osmanî, wekî cenga Kirim'ê ya di sala 1853an da.

Di peywendiyên dîplomatîk û bazirganî da jî, berê ewilî Dewleta Osmanî û îro jî Tirkîyê vê hemahengîyê li berçav digre, di peywendiyên xwe yên bi Ewrupa û Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) va bi kartîne û çanda siyasîya osmanî dişopîne.

Di navbera Rusya'yê û Ewrupa, taybetî Fransa û Îngilîstana îro, ango Brîtanya'ya Mezin da, di her dewrên dîrokê da rikeberîyek tûnd hebû, îro jî weha ye û taybetî bi DYA û Ewrpa va li Rojhelata Navîn û bi giştî li ser berjewendîyan.

Bêşik, ferqeq siyasî û çandî jî heye, Federasyona Rusya'yê dewletek Asyayî ye, kevneşopîyên demokratîk, peywendiyên siyasî, dîplomatîk û bazirganî ji hev cûda ne.

Helwesta Rusya'yê di alozîya Suriyê da, siyaseta wê û peywendiyên bi Tirkîyê va, herçiqas bi daxistina firoka şer ya Rusya'yê ket nav krîzekê, lê dirêj neajot di encama bi paşve gav avêtina Tirkîye'yê carek din ket astek normal!

Rêveberên Tirk hewl didin, ku peywendiyên bi Rusya'yê va ji astek normal bigehêje hêj cîyekî bilind, bêguman hinek pirsgirêk hene di navbera herdu dewletan da, wekî nebûna jihevbawerî.

Hêvîya Tirkîyê heye, ku taybetî serdana Tirkîyê ya serokê Rusya'yê Vladimir Putin bi mebesta 23. Kongeraya Enerjîya Cîhanê bibe destpêkek nû.

Ji ber vê Putin bi rêûresmek gellekî bilind hat pêşwazî kirin, wêneyên wî bi serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan va pelkên ewil yên rojnameyên Tirkîyê xemilandin.

Li ser mêzeyê (mase) hinek mijarên girîng hebûn, bêşik alozîya Suriyê, mijara enerjiyê daku Rusya dixwaze xeta gaza sirûştî li ser Tirkîyê ra bikşîne heta Ewrupa, ji ber pirgirêkên bi Ukrayna va neçare xeta li ser Tirkîyê ye, herweha mijarek din lêpirsîna daxistina firokê.

Herçiqas Tirkîyê qala "sîstema xweparastinê ya hewayî" dike jî, qaşo dixwaze sîstemê ji Rusya'yê bikire, lê helwest û peyamên Tirkîyê li ser vê mijarê ne cîyê bawerîyê ye, ji ber ku Tirkîyê endamê NATOyê ye.

Bêşik, Tirkîyê dê serdana Putin û peywendiyên bi Rusya'yê va wekî firsendekê li dijî Bizava Sîyasîya Rojavayê Kurdistan'ê bikarbîne, lê ewê di mebestê xwe da bi sernekeve.

Ji ber ku Rusya bi xwe federasyon e, navê wê jî Federasyona Rusya'yê ye, di vê mijarê da eger wekî Tirkîyê bifikir e, wate ewê sîstema xwe mandele bike (înkar bike).

Bêşik, Rusya berjewendiyên xwe dişopîne û hay ji rewşa Tirkîyê heye.

Roja ku Putin hat Tirkîyê û bi serokkomar Erdogan va li ser mêzeyê rûnişt, di şer û pevçûnên li bakurê Kurdistan'ê da nêzikî 20 kesan jîyana xwe dest dabûn, ji vana jexin 4 kesan yên din ji hêzên serbazîya Tirk bûn.

Ev wêneya Tirkîyê ya rasteqîn e, dibe ku di peywendiyên navdewletî da bilêv nebe, lê bêguman têt zanîn û karîger e li ser danûstandinan.

Di zikhev da her roj deh kes li bakurê Kurdistan'ê jîyana xwe ji dest didin, siyaseta navdewletî hay ji rewşê heye, lê rêveberên Tirk an rewşê fam nakin, an jî henekên xwe bi rayagiştî dikin.

Serokwezîrê Tirk li derûdorên qala çareserîyê dikin ra weha dibêje; ".... Têkoşîna me dê li dijî terorê bidome. Dikanin her babet dînî û şêtî, êrişên întîxarî bikin, êşa me dê hebe, şehîdên me jî dê hebin ewên di dilê me bijîn....Tikes bila şîretan nede me, bila li me ra gotarên demokrasîyê nekin."

"Tikes bila şîretan nedin me", ev ferasetek çawa ye?

Ev têt wê wateyê ku bila şer û pevçûn bidomin, xwîn biherike, jixwe kesên di şer û pevçûnan da jîyana xwe jidest didin, piranî ji malbatên belengaz in, an serbazên kirêkirî (bi mûçe) ne.

Bêşik, dema Vladimir Putin li ber mêzeyê rûnişt vê rastîya qels ya Tirkîyê û rêveberên wê dizane.

Mahmut Kilinc

11.10.2016/semsûr 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin