Serdana Erdogan a St.Peterburgê

Serdana Erdogan a St.Peterburgê

Têkilîyên Rûsya û Turkîyê.

A+A-

Dr. Ekrem Onen

Doh serokkomarê Turkîyê Recep Tayyib Erdogan bi delegasyonek mezin serdana St.Peterburg kir û bi serokkomarê Rûsya V. Putîn re hevdîtin pêkanî. Piştî xistina teyara Rûsya R. Erdogan cara pêşine ku wek fermî serdana Rûsya dike. Erdogan bi gelek pêşneyaran hatibú. Hinekji wan evin:

1- pirsa xeta gazê ku ji Rûsya ku Turk dixwazin di ser axa wande derbas bibe
2-.pirsa avakirina centrala atomê a enerjîyê a Akkuyu.
3-pirsa turîzmê.
4- .pirsa ambargoya ser şênayî û fêkî.
5-.pirsa vìza 
6-PirsaSûrî
 

Di hemû pirsan de Pûtîn li gor qaidê protokolê got "em lê bixebitin têkilîyê baş bikin" Di diplomasîyê de navê vêya , yanî nuha tiştekî em ji were bikin nîne.

Wek minak ji bo turìzmê berpirsên Rûsya dibên lazime rewşa ewlekarîyê ji bo turîstan çareser bibe ku paşê dikarin biryar bidin ku teyarên charter bi karibe biçin Turkî an na. Heta protsesek weha bi dawî bê ji xwe mewsima turîzmê xelas dibe. Her weha ji bo şênayî û fêkî jî nuha mewsime piştî 3 hefta ji xwe mewsima wan jî xelas dibe.

Pirsa viza jî Rûs dibên pirsa ewlekarîyê heta li turkî çareser nebe ev pirs nayê rojevê.
Bi kurtî Turk ji Rûsya dest vala vedigerin.
Diyare pirsa esasî a têkilîyên Rusya û Turkî ne ev hemû ne, pirsa asasî pirsa geopolîtîke. Diyare Rûsya ji Turkîye tiştni din daxwaz dike ew jî Turk naxwazin behsa wan tiştan bikin.

Tekilîyên Rûsya bi Turkî re her dem konjokturel bûye belovacî vê, ji dema avakirina cumhûrîyeta Turkî, an heta mirov dikare bêje ji dema dawî a împaratorîya osmanî dest pê dike heta salên 2003 yan, wek staratejîk, siyaseteke Rojavayî ku stratejîya statukoya coxrafî (pirsa Kurdistanê) biparêze hatibû avakirin. Ji sala 2003 hukumeta nuh ku xwe wek liberal îslamî didin nasîn her çuqas di rude wek ku wê siyaseteke rojavayî bimeşîne didan rêdan jî lê di rastîya xwede siyaseteke nuh meşandin ew siyaseta nuh ew bi herkesî re kirin dujmin. Ev tev ji ber rewşa nuh a cihanê bû.


Wek tê dizanî Turkî di şerê cîhanê yekemîn de ligel Almanya bû û di arxîtektûra piştî şerê cihanê yê yekemîn de cihê xwe li gel welatên rojava girt. Di arxîtektura piştî şerê cîhan yî duemîn de jî her ligel welatên rojava bû, paşê ku nakokîyên Sovyet û welatên rojava ku xurt bûn Turkî helwesta xwe eşkere kir û bu endamê NATO. Arxîtektûra ku piştî şerê cihanêyî duemîn ku hatibû ava kirin bi hilweşandina Sovyet sala 1991 de ew arxîtektûr jî xera bû. Ji 1991 heta nuha li cîhanê şerê avakirina arxîtekturek nuh dibe.

Problema Turkî ewe ku di gengeşîya navbera Rûsya,Yekîtîya awrûpa û DYA a ku jibo arxîtektûra dibe ku nakare helwestek zelal bigre ka ligel kê ye?. Problemek din a Turkî ewe ku Turkî ji alî ekonomîk de bi welatê rojava ve girêdayî ye ( Ticaret, bi karanîna sermayê welatên rojava, İnovasyon ûhwd) lê belovacî vê hukmê siyasî ji 2003 de ne hukmekî li gor siyaseta welatên rojava ye ev nakokîyek mezin a Turkî ye.

Nuha nakokîyên navbera Rusya û DYA ne wek nakokîyên dema pakta Warşova û NATO îdeolojîk û statukoye. Wê demê Hinek welat li cîhanê hebû bi teybet welatê wek Turkî û awrûpa rojava, sovyet nakarîbû mudaxele bikra, her weha hinek welatên awrûpa rojhılat jî DYA nakarîbû mudaxele bikra, nuha Rusya jî welatekî kapîtalîste lê disa jî nakokî di navbera Rûsya û DYA li ser parvekirina bazara cîhanê û ji alî geopolîtk hukmê siyasî li cihanê ye û êdî herdu welat jî ku dikarin mudaxele dikin ew statukoya berê ji ortê rabû. Diyare di arxîtektûra nuha a cîhanê de wê ne du Qutûb, wê çend qutub li cahanê bê ava kirin. Gelek qutûb hêdî hêdî zelal dibin, wek yekîtîya awrûpa, Rêxistna ŞANGAY, hevkarîya ekonomîk a Asya û Awrûpa û yekîtîya welatên bakurê Amerîka. Turkîye ne di nav vana yekê deye wek serwerîya siyasî ji Turkî re ya herî cazib diyare rêxistina ŞANGAY û hevkarîya ekonomîk a asya û Awrûpa ye. Lê ji alî ekonomîk de grêdana Turkî bi welatên awrûpa ve û endamtîya Tûrkî a NATO rê li ber digre di nav rêxistina ŞANGAY û hevkarîya ekonomîk a asya û Awrûpade cîh bigre. 
 

Nuha jî wek her demê tifaqê eşkere û dizî di navbera dewletên mezin de hene. Turkî tirsek wêya mezin ewe ku ditirse dîsa tifaqni dizî li ser Turkî bên kirin, ji ber wê jî rê li ber şaş bûye.
Ev rewşaTurkî ya nuha tê hesabê Rûsya her weha tê hesabê DYA û welatên Rojava: Ji bo Rusya Turkîyak bi welatên rojava û DYA re di nakokîya de be wek konjokturel tê hesabê wê, her weha jı bo welatên yekîtîya awrûpa û DYA jî Turkîya bi wan re di nakokîya deye bi temamî nekeve nav rêxistina ŞANGAY û hevkarîya ekonomîk a asya û Awrûpa tê hesabê wan. Ji ber Turkî jı bo yekîtîya awrûpa û DYA gelek muhîme.minaka wê piştî înqlaba eskerî li Turkî cigirê serokê konseya awrûpa ê têkilîyên navnetewî û wezîrê derve ê Swêdê yê berê Karl Bîld di gotara xwe ya gazeta Îtalî Polîtico de dibê je ‘’ev ji Awrûpa re rûreşîye ku piştî înqlaba eskerî Erdgan serdana welatekî ewrûpî nake serdana Rûsya dike û bi Pûtînre hevditinê dike’’.Bîld dibêje’’ lazime ewrûpî piştgirîyê bidin Erdogan’’
 

Weha diyare Turkî wê van nêzîkana hîn ji vê rewşê rizgar nebe. Ji roja Cumhûrîyet ava bûye û heta nuha Pirsa asasî a Turkî pirsa Kurdistanê bûye, ji 2003 de pirsa du alî-krîza sıstemê jî destpêkirîye. Heta pirsa Kurdistanê çareser nebe Turkî wê her di vî halî de be. Pirsa Kurdistanê jî nuha ji destê Turkan jî û ji destê Kurdan jî derketîye .Çareserîya pirsa Kurdistanê di destê zirhêzên navdewletî deye, eve a kû Turkî jê bitirse.

Mosko
10.08.2016

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin