• Diyarbakır 9 °C
  • Batman 8 °C
  • Hakkari 4 °C
  • Şırnak 7 °C
  • Ağrı 2 °C

Serboriyên Tamtayê; Prînsesa Gurcistanê ya Kurdnîjad a Melîkeya Xelatê

Serboriyên Tamtayê;  Prînsesa Gurcistanê ya Kurdnîjad a Melîkeya Xelatê
Mûrad Ciwan

Tamta (1195-1254), prînseseka Gurcistanê ya kurdnîjad e ku di dawiya sedsala 12’e û nîvê pêşîn ê sedsala 13ê de jiyaye û di dawiya umrê xwe de bûye melîkeya Xelatê (Axlatê) ya bi saya mîrasê xwe yê ji Eyubiyan. Ew, keça Îwane Mxargrdzeliyê fermandarê mezin ê Qraliçeya Gurcistanê Tamarê bû. Mxargrdzeli dihat maneya ‘’Mildirêjan’’. Ew malbateka xanedan a binavûdengtirîn a Gurcistana qirnê navîn bû. Ji wê re xanedaniya (dynasty) Zakarid-Mxargrdzeli jî dihat gotin.

Îwane û birayê xwe yê mezin Zakare (Zekerîya), herdu jî mezinên xanedaniyê û fermandeyên pilebilind ên orduya Qralîçe Tamarê bûn. Ji bilî keça wî Tamtayê, kurekî Îwane yê bi navê Avag jî hebû.

Hem kronîkorên wê demê ên Ermenî û Gurciyan hem jî dîroknivîsên hemdemên me, hemra ne ku Xanedaniya Mxargrdzeli (Mildirêjan) bi eslê xwe Kurd bûn. Minorsky ku lêkolînên wî yên gelek hêja li ser tarîxa Kafkasyayê hene û ew wek otorite tê qebûlkirin, dinivîse ku Mxargrdzelî ji eşîreka Kurd a Mezopotamyayê ya bi navê Babîrekan/Bapîrekan e.

Qasî ku tê fahmkirin, xanedanîyê, piştî ku gihîştiye Kafkasyayê, du qonax derbaskirine; dewra wê ya destpêkê li nav Ermeniyan, a pişt re jî ku bihêztir bû ket dewrana xwe ya desthilatiyê, li dema serdestiya Gurciyan a li Ermenîstan û Gurcistanê, li bin fermanrewatiya Qralîçe Tamarê.

Ji bapîrên wan ê kevntirîn ên ku ji Mezopotamyayê hilkişiyane Azerbaycanê û Ermenistanê Xusro (Xusrew) tê zanîn. Du kurên Xusro hebûn; yek bi navê Kerîm û yê din Sergîs. Kronîkorê (weqenivîs, buyernivîs) Ermeniyan ê qirnê navîn Vardan Areweltsi dinivîse ku Îwone û Zakare (Zekeriya), li derûdora sala 1186ê, li bajarê Tsararakê (Çararak) dijiyan ku jin û zarokên Mîrê Dvînê Elîşêr jî li wê derê diman. Wê salê, xelkê Aniyayê êrîş biribû ser vî bajarî, jin û zarok ne tê de, her tişt hemû kavil û tarûmar kiribûn. Gava Mîrê Dvînê Elîşêr ev xeber bihîst, ji ber tirs û endîşeya jin û zarokên xwe, riya xwe rûçikand û reş girêda.

Vardan Areweltsiyê kronîkerê Ermenî dinivîse ku Îwane û Zakare herdu prensên (şehzadeyên) muhteşem, kurên Sergîs in. Ew jî kurê Vahram, ew jî kurê Zakare (yê I’ê), ew jî kurê Sergîsê ji qewmê Kurd(di metna orîjînal de ’’jag Kurd azge’’) e. Ev Sergîs (ê Kurd ku kurê Xusro û birayê Kerîm e) û merivên xwe, derbasî dînê Xiristiyaniyê bûn û hatin mişerrefkirin. Xoşornî ji bo ku li serê bijîn wek milk hat dayin wan. Ji bo ku xelkekî gelek mêrxas bûn, her roj şan, şeref, destkeftî û meqamên wan bilindtir bûn.

Mînorsky di Lêkolînên li ser Qefqasyayê de dinivîse ku Sergîsê I’ê di kîtabeyekê de destnîşan kiriye ku diya wî Ermenî ye. Ev hin tiştan eşkere dike ku wî qebûl kiriye û eşkere buye ku ji alî bavê de ew Kurd e. Ji xwe navê bav û birayê wî Xusro û Kerîm navê misilmana ne. Ev nîşan dide yê ku cara pêşî buye Xiristiyan Sergîs bi xwe ye û muhtemelen piştî guhertina dînê xwe navê xwe jî guhertiye. Mesela diya wî jî muhtemelen ya berî ew bibe Xiristiyan bavê wî bi yeka Ermenî re zewiciye yan jî ew ji bo xwe nêzî civaka nuh bike û ji bal wan ve bê qebûlkirin ev çîrok ji ber xwe derxistiye.

Bi her halî, em vegerin ser veguhaztinên Vardan Areweltsî ku wiha dom dike: Di dewra Tamarê (qiralîçeya Gurciyan, desthilat 1184-1212) de ew zêdetir hatin payebilindkirin, kralîçeyê Lore (Lorî) da wan. Wan bi bizavên xwe yên wêrekane di demeka kurt de gelek mewziyên Tirkan (misilmanan) xistin destên xwe. Di 1191ê de welatê Şîrak, di 1196ê de Anberd, di 1199ê de Anî, di 1201ê de Bjnî, di 1203yê de Dwîn, di 1206ê de bajarê qiraliyetê Qers, pişt re Getabakk û Çarek girtin. Navûdengê wan li her derê belav bû. Lê li gor Vardan, Îwane ji bal Qralîçe Tamarê hat xapandin, li nav qiraliyetê zeîf ket, di şer de wenda kir û li Xelatê (Exlat, Ahlat) hat zindankirin. Bi saya dengoyên pêbawer ên li ser qenciya birayê wî Zakare, Îwane hat serbestberdan. Wî qîza xwe da Emîrê Xelatê Melik Eşrefê Eyyubî.

Çîroka şerê li ser Xelatê ne ji bal Vardan bi tenê, lê ji bal gelek kronîkorên Xiristiyan û Misilman ên wê demê û yên dema nêzîkî piştî wê ve jî hatiye nivîsîn. Hinekan kurt û kêm, hinekan jî bi xurdekarî nivîsiye.

Xelat hê di destpêkê de bajarekî Kurdên Merwanî bû. Piştî hatina Oxuzan û talankeriya wan a Îranê, Erebistanê, Kurdistanê, Azerbaycanê û beşeka mezin a Ermenistanê, wek dewletên din ên deverê, dewleta Merwanîyan jî serxwebûnâ xwe wenda kir, ket bin siya dewleta Selçûqiyên Îranê. Her çendîn, dewletên kurdan; Merwanî, Rewadî û Şedadî yên li Kurdistanê, Azerbaycanê û Ermenistanê, xiyerarşî û struktura xwe ya girêdayî bi navendeka serbixwe ve wenda kiribûn jî emîrên Kurd hê gelek bajar û deverên xwe îdare dikirin bi şertê ku hetineka diyarkirî bidin sultanên Selçûqî û di demên şer û seferên wan de li gel eskerên xwe tevî wan bibin.

Bi vî awayî heta destpêka salên 1190ê jî Xelat di destê mîrekî Merwanî de bû. Piştre di destpêka sedsala 12ê de, ket destê Ermen Şahan (Sökmenoğulları, Sekmanî, Axlatşahî) ku hin dîroknivîsên ciddî (herwekî Muneccimbaşiyê dîroknasê navdar ê Osmanî û hinên Ermenî) wan kurd hesab dikin. Piştî teqrîben 120 salan, Xelata navend (paytext) û bajarên derûdorê yên wekî Mûşê, Ercîşê, Melezgirdê û Wanê ji destê Ermenşahan derketin, ketin destê Eyyubiyan. Cara pêşîn di 1208ê de El Ewhadê kurê Melik Adilê birayê Selaheddînê Eyyubî bû mîrê Xelatê.

A ew şerê Îvanê Mxargrdzelî yê li gel Emîrê Eyubî ku Vardan Areweltsî bahs dike li gel el Ewhad e. Keça wî Prînses Tamta jî hat qebûlkirin ku li Melik Ewhad bê mahrkirin. Navûdengê Tamtaya Kurdnîjad bi peymana lihevkirina wî şerî hat bihîstin, derket meydanê, berî wê buyerê tiştek jê nayê zanîn.

tamta-bild-001.jpg

Bi rewşa bahskirî ya Xelatê ku ketibû destê Eyyubiyan, dewleta Eyyubiyan û ya Gurciyan bûn hemsînorên hev. Di sala 1210ê de, bi fermana Qralîçe Tamarê, fermandeyê orduya Gurcistanê Îwane û birayê xwe Zakare seferek eskerî li hemberî keleyên misilmanan ên li nav dewleta Eyyubiyan destpêkir. Wan gelek kele bidest xistin, hata hatin Mûş û Ercîş jî zeft kirin. Ewhad ji tirsa xurtî û mezinahiya orduya Îwane, derneket hemberî wî, li nav Keleya Xelatê ma.

Îwane, bi ordiya xwe hat, dor li Kela Xelatê girt, lê ji bêşansî li ber deriyê keleyê ket erdê, hat êsîrgirtin.

İbnu’l Esîr behsa hatina Îwane ya ber Keleya Xelatê dike, lê zêde cih nadê, hetta dinivîse ku El Ewhad ji keleyê derneket, Îwane jî piştî demekê vegeriya Gurcistanê. Nivîskarê Tarixa Dewlata Kurdan a ku li ser Eyyubîyan e, Mihemmed îbn İbrahîm îbn Mihemmed îbn Ebu’l-Fewaris Ebdulezîz Ensarî el Xezrecî ya ku M. Emîn Narozî wergerandiye Kurdî, firehtir behsa şerê herdu aliyan û şertên lihevkirina wan dike. Heta ew dinivîse ku remildarê wî jê re gotibû ‘’İşev tu rawestan nîne heya Keleya Xelatê’’, loma ew gelek bi remilê şa bûbû, ji kêfa gelek şerab vexwaribû û bi leşkerê xwe ve siwar bûbû çûbû heta ber deriyê Keleyê yê bi navê Deriyê Ercîşê. Misilman derketin pêşiya wî, pê re bi xurtî şer kir heta ku hespê wî likumî, ew ji ser de ket erdê, hin mêrxasên wî xwest wî rizgar bikin, ew hatin kuştin, Îwane hat êsîrgirtin, birin hundurê kelê ew zîndan kirin. Li ser vê, Gurciyan dev ji dorpêçkirina Xelatê berda, pişt re ji bo serbestberdana wî wan bazarî kir. Nivîskar dinivîse ku ji bo serbestberdanê şert ew bûn ku ew hemû keleyên misilmanan ên wî zeftkirî vegerîne, hemî misilmanên li cem xwe êsîrgirtî, berde, sed hezar dînaran fîdye bide û keça xwe li Melik Ewhad mahr bike. Şert hemî hatin qebûlkirin û ew serbest hat berdan.

Nivîskarê kitêba Tarîxa Dewleta Kurdan behsa nîjadê Îwane nake, lê M. Emîn Narozî di jêrenota xwe de ji Mînorsky û hin dîroknivîsên Ewropî yên ku li ser dîroka Eyyubiyan nivîsîne neqil dike ku ew bi eslê xwe Kurd ji xanedaniyeka kurdnîjad e.

Kronîkerê Ermenî Vardan wek li jorê destnîşankirî, dinivîse ku ew ji ber xatirê qenciya birayê xwe Zakare hat serbestberdan. Lê li gor hemû weqanivîsên kevn, dîroknasên wê demê û yên dema me, ew di encama bazariyeka rêkûpêk û hin şertên giran de hat azadkirin. Kêm zêde tê diyarkirin ku bi şertê paşvedayina keleyên Eyubiyan ên dagirkirî, serbestberdana 5000 êsîrên misilman û mahrkirina keça xwe Prînses Tamtayê li El Ewhadî, serbest hat berdan.

Gava meriv tarîxa jiyana Îwane Mxargrdzeli dixwîne, meriv dibîne ku piştî serbestberdana xwe, wî ji paye û şerefa xwe tu tişt wenda nekiriye û berdewam roleka giring di dema xwe ya mayî de jî lîstiye.

Lê ku em werin ser keça wî; Prînses Tamtayê, qedera wê bi temamî ber bi aliyekî din ve çû.

Prînses Tamta, bi Melik Ewhed re zewicî, ne zewicî, ne diyar e, lê salek tê re çû-neçû Melik mir, birayê wî Melik Eşrefê kurê Melik Adilê Eyyubî di şûna wî de bû emîrê Xelatê û Tamta bi wî re zewicî.

Gurcî mecbûr man wan dawî li şer û abloqeyên xwe yên li ser Eyyubiyan anî, Qralîçe Tamarê peymaneka aştiyê li gel wan best ku sih salan kêşa. Eyyubiyan bi vî awayî serkeftineka mezin bi dest xist û hidûdê xwe û Gurciyan gihand îstîqrarê. Tehdîda Gurciyan ji ser Eyyubiyan rabû. Tê îdîakirin ku rewşa nuh gelek bêîstîqrarî û şerên navxwe yên Gurciyan da destpêkirin.

zêde agahî ji jiyana Prînses Tamtayê ya piştî 1210ê a ku hat li Keleya Xelatê bicih bû, nayê zanîn. Dîroknas dinivîsin ku di 14ê Nîsana 1230ê de, gava Celaleddîn Xwarezmşah Keleya Xelatê zeft kir, Tamta li Xelatê bû. Celaleddîn bi xwe Tamta êsîr girt, ‘wan heqên xwe yên çend şevên pêşîn’ ên ku pê re razê wergirtin. Piştre wî mihawele kir ku têkiliyên xwe pê re sererast bike û doza mahrbirînê li Prînsesê kir. Bêyî dilê wê bû, çimkî mêrê wê Melik Eşref hê li jiyanê bû û ew bernedabû. Lê Celaleddîn Xwarezmşah bi zorê pê re zewicî. Dema dawî li dagirkeriya Xwarezmiyan a li ser Xelatê hat, Prînses Tamta li mêrê xwe Melik Eşref vegeriya.

Lê vê carê, bajar ji bal sultanê Selçûqiyên Rumê Alaeddîn Keyqubadê I’ê ve hat dagirkirin û ew wek milk hat dayin merivê wî Perwane Kamyarî. Wî rasterast piştî kuştina Celaleddîn Xwarezmşah dest bi îdarekirina Xelatê kir. Tu agahî ji vê demê di derbarê Tamtayê de ku çi dikir û li ku dima tuneye. Heta ku Moxoliyan ew êsîr girt.

Agahiyên li ser warê wê û awayê êsîrgirtina wê ne zelal in, lê muhtemelen ew li gel birayê xwe Avag li keleya wî ya Kayean dijiya. Biguman e ku ew hê jî li Xelatê bûbe, çimkî Xelat ji bal Moxoliyan ve piştî girtina wê; di 1245ê de hat dagirkirin.

Keleya Kayeanê di 1236ê de ji bal generalê Moxolî Çormaqan ve hatibû zeftkirin. Avagê birayê Tamtayê neşiyabû li hemberî vê êrîşê raweste û zûbizû kele radestî Moxoliyan kiribû. Muhtemelen Tamta wê gavê bû êsîra wan.

Prînses Tamta ji alî Çormaqan ve hat şandin Qerequrumê paytexta Moxoliyan a wê demê; ji efendiyên xwe yên pilebilind ên Moxolî re. Li ser sefera wê ya ji bo wê derê û jiyana wê, tişt nayê zanîn. Lê ji ber ku piştre Qralîçe Rusudana (desthilat 1223-1245) keça Tamarê ku piştî diya xwe hat ser desthilatê, lavayî li Tamtayê kir da ew vegere welatê xwe, eşkere dibe ku ew li wê derê bû. Ev lavayiya Rusudanê muhtemelen ji bal Avagê birayê Prînses Tamtayê ve hatibû daxwazkirin ku wî wê demê li dîwana Qraliyeta Gurcistanê wek atabekekî postê dadweriyê (qazîtiyê) wergirtibû û roleka siyasî ya sereke di wan deh salên destpêka îstîla û dagirkeriya Moxolan de dilîst.

Moxolan sala 1245ê Xelat dagirkir, li mafên Prînses Tamtayê ên ji ber mahrbirandiya Melik Eşref a hiqûqî mukur hatin, ew anîn ser desthilata Xelatê û keleyên derûdorên wê. Îdî ew bûbû Melîkeya Xelatê ya mîrasê xwe. Helbet desthilata wê ser bi Moxolîyan ve bû. Qasî fahm dibe Melîke Tamtayê berî ku ew di sala 1254ê de bimire deh salan li Xelatê fermanrewatî kir.

____________________________

Notek ji bo yên ku dixwazin bi vê behsê bibilin: kitêbeka dîroknasê Îngilîzî Antony Eastmond a li ser jiyana Prînses Tamtayê heye. Ew bi Îngilîzî ye: Tamta’s World: The Life and Encounters of a Medieval Noblewoman from the Middle East to Mongolia. Di 18 Gulana 2017ê de li Britanyaye hatiye weşandin.

 

Ev nûçe 1057 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din