Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Seqetîya Partîzanî û Geşkirina Nirxên Netewî!

A+A-

Bi partî û sazîyên kurdan re bi gelemperî, hestên Kurd û Kurdistanî tinene. Ruhê netewebûnê, hestên dewletbûnê di armanc û destûrnameyên wan de heye. Mixabin di asta biryarê de, di serên xwe de avakirina dewletek kurd û Kurdistanî çênekirine. Nebûne parêzgerên geşkirina hestên netewî ku yekgirtina netew, dewletbûn, li ser van hestan ava bibe.

Hestên partîzanî, mejûyê partîzanî heye. Bihêzkirina partî û geşkirina îdeolojîya partîyê, ji geşkirin û avakirina, ruhê Kurd û kurdistanî bipêştir ve ye.

Ev mejû jî xizmetê ji Kurd û Kurdistan re nake: Netew û ax bi hev ve girêdayîne. Eger netewek di warê hestên netewî de nehatibe honandin, nikare xwedî li axa xwe derkeve û li ser xaka xwe bibe xwedîyê wê axê. Nikare li ser wê axê bibe xwedî tac û text.

Li kurdistan mejûyê partîzanî ji bona honandina nirxên netewî bûye asteng. Xizmetê ji partî û hestên partîzanî re dike û di xizmeta partî û berjewendîyên partîyan de ye. Li henber berjewendîyên netewî astengkarîya van partî û milêtanên wan, zerarê didin Kurdperwerî û niştimanperwerîyê. Hestên ku netew bi rêk û pêk dike hestên netewî, ramanên netewî ne. Netewek ku ne gîhaştibe vê astê nikare dewletê jî ava bike û bibe xwedîyê axa xwe.

Îro astengên ku li Kurdistan derdikevin pêşberê daxwaz û prosesa serxwebûnê ev bi xwe ne.

Di vî warî de du mînak li ber me ne:

Yek ji van mînakan; Li Başûrê Rojava yê Kurdistan gotara endamê Koordinasyona TEV-DEM Hanîfe Huseyin e.

Hanîfe Huseyin li ser hebûn û provakasyonên Şingal/Xanîsorê dibêje:

1-„Serokê Herêma Kurdistan Mesut Barzanî dixwaze Kantona Cizîr bi ser Başûrê Kurdistan ve girêde û dewletek kurd, kurdistan îlan bike. Em iznê nadin ku Barzanî dewleta kurd ava bike. Ev jî sebebêr tevlihevîya ne"(!)

Mînaka min a duyem jî; Daxuyanîya berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar e. Berpirsê YNK (Yekitîya Niştimanî Kurdistan) di daxuyanî ya li ser vê mijarê (mijara Şingal/Xanîsora û PKK) de dibêje:

2-„Me bi PKK û PYDê re axivî û bi eşkere ji wan re got ku divê ew kêşe û kirîz bi rêbazên siyasî were çareserkirin, bi lihevkirin û lihevhatinê çareser bibe. Nabe ew kêşe bibe sebeba derketina şer di navbera PKK/PYD û PDKê de."(!)

Di van mejûyan de du heb seqetîyên malxerab hene ku dijîtîya nirxên kurd û Kurdistanî dikin:

Yek jê: Ev mejû, Başûrê Kurdistan, destkevtinên Başûrê Kurdistan, rêbazîya deskevtinên Kurdistan, statuya Başûrê Kurdistan, îradeya serxwebûna Kurdistan, mafê serwerîya Kurdên herêma Kurdistan red dike û berjewendîyên PKK, PYD, TEV-DEM di ser her tiştî re dibîne. Ji bona berjewendîyên xwe yên hizbî, partîzanî, pêşîya avakirina dewletek Kurd digirin û di vî warî de amadeyî dana qurbanîyan ne. Ji ber ku eger Başûrê Kurdistan derfet bibîne û Başûrê Rojava yê Kurdistan jî rizgar bike û  herdu beşên rizgarkirî bibin yek û dewletek Kurd ava bibe; „wê ev armanc, bibe sebebê şer û  em iznê nadin ku Barzanî dewleta kurd ava bike."(!)

Di vê helwestê de armanca rizgarkirina netewekî tineye. Avakirina dewletbûnê tineye. Dijraberî bidestxistinên Kurd û Kurdistan helwestek tund heye ku bi xwîna Kurdan têt meşandin.

Berpirsê YNK Mele Bahtîyar jî helwesta xwe eşkere dike ku; ji wan re parastina hestên kurdistanî, bidestxistinên netewî ne girîngin. Parastina YNK ji bele û tometan grîngtir e ji parastina xaka pîroz û serwerîya netewa Kurd. di vî warî de YNK û berjewendîyên hizbî di ser her hêjayîyên Kurdistan re tên dîtin.

Herêma Başûrê Kurdistan herêmek federal e. Bi xwîna nemiran û keda dehan salan gihîştîye asta ku îro em têde ne. Artêşek ewlekarîyê heye, parlemento heye, dolivgerîyek îdarî heye, serwerîyek nizamî-yasayî heye, têkilîyek navnetewî heye. Lê berpirsiyarê YNK Mele Bahtîyar dibêje:

Em di vê mijarê de ne pişta PKKê digirin ne jî ya PDKê ne dijîtiya PDKê dikin ne jî dijîtiya PKK û PYDê dikin. Em nabin beşek ji wî şer û aloziyê."(!)

Di vê daxuyanîyê de seqetîyek mezin heye!

 Bi şerê dehan salan û bi xwîna dehhezaran ew axa Kurdistan îro azad e. Hêzek ku ev 40 sale di nav vî şerî de, bûye xwedî serwerîya beşek ax û ji bona berjewedîyên hizbî, vê serwerîya xwe bêqîmet dike, mejûyekî seqete û ji vî mejûyî dewletek serbixwe dernakeve. Ev mejû tenê dikare partîzanî bimîne û xizmetê ji partîya xwe re bike. Negihîştîye asta devletbûnê û tênagihêje bê dewlet bûn çi ye?

Ji dêlva ku li ser navê dewleta federal, bi helwestek millî û yekgirtî bersîva PKK bidin, Dibêje:

„Em nabin beşek ji wî şer û aloziyê." Wek ku şer û alozî ne li ber derîyê serwerîya wî ne û hebûna wî bêqîmet nake?

Bi çi mejî, bi çi armancê berpirsiyarê YNK xwe ji wê armanca ku koordinasyona TEV-DEMê Hanîfe Huseyîn dibêje; "em rê nadin ku dewletek Kurd ava bibe" xwe muaf dike?

Pêşmerge kî ne?

Parêzgerên PKK pêşmergan kevir dikin û li ser axa ku wan bi xwîna xwe rizgar kirine protesto dikin, gule dikin(!)

Pêşmerge, parêzgerên Doza Kurd û Kurdistan in, an millîtanên-leşkerên PDK ne?

PKK, hatîye û bi darê zorê ketîye beşek ji axa ku dibin hakîmîyeta devleta Kurd a Federal û dest dirêjî serwerîya herêmê, dewleta Kurd û Mala Kurd, berjewendîyên kurdên Başûr kirîye. Ji bona pêşî lêgirtina serxwebûna beşek an jî du beşên Kurdistan, hatîye û serwerîya we binpê dike, ewlekarîya wan dixe bin metirsîyê. Li ser axa ku bi xw3ina hezaran nemiran hatîye avdan we pîs dike.

Bi çi mejûyê ev pirsgirêk dibe „pirsgirêka PDK" û nabe ya Kurd û Kurdistan. Nabe pirsgirêka ewlekarîya Kurdistan, hikumeta kurdistan?

Ma YNK ne şirîkê hikumetê ye?

PKK çek dideste, bi dû provakasyonan deye ku li gor berjewendîyên dijminên Kurdistan pêşî li serxwebûna Kurdistan bigire. Mala kurdan xera bike, berpirsê YNK dibêje:

Me bi PKK û PYDê re axivî û bi eşkere ji wan re got ku divê ew kêşe û kirîz bi rêbazên siyasî were çareserkirin"(!)

Di vî mejû de dewlet tineye. Hizbayetî wek astek bingehîn cîh girtîye. Ne pêşî lêgirtina binpêkirina serwerî, lê wek mertal bikaranîna PKK li henber PDK dike armanc. Heta ku bi vî mejûyê xerab "bikaranîn" bibe armancek partîzanî, hêvîya ruhekî kurdistanî, helwestek kurdperwerî, avakirina dewletek Kurd xeyale.

Hin hebûna PKK, hin hebûna leşkerên tirkan li ser axa Başûrê Kurdistan, binpêkirina yasayên serwerîya dewleta Federal a Kurdistan bi xwe ye. Heta îro jî wek dewlet, wek parlemento biryarek ku van hêzan ji herêmê derxînin tineye. Hemû helwest hizbî ne û ji mejûyê netewî bêpar in.

16.03.2017

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin