Sendîkaya Zêringirên Kurdistanê: Tirkîye bûye kiryarê herî mezin ê zêr li navçeyê

Sendîkaya Zêringirên Kurdistanê: Tirkîye bûye kiryarê herî mezin ê zêr li navçeyê

Bihayê zêr di borseya cîhanê de careke din bilind dibe û Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Kurdistanê jî gotîye, Tirkîye bûye kiryarê herî mezin ê zêr li navçeyê.

A+A-

Bihayê zêr di borseya cîhanê de careke din bilind bûye û Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Kurdistanê jî dibêje, Tirkîye bûye kiryarê herî mezin ê zêr li navçeyê.  

Hendirên Wertî, Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Kurdistanê bi Rûdawê re axivîye û gotîye ku bihayê zêr careke din bilind dibe, ew yek jî bûye sedem ku xelk nikarin zêran bikin û piranî hizra firotina zêr dikin, ne kirîna wê. 

Bi gotina Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Kurdistanê, kes sûdê ji bilindbûna zêrî wernagire û wiha berdewam kirîye:  "Gelek ji malbat zêrê xwe difiroşin û zêrên xwe yên weke bazin û gustîlkan difroşin û êdî jêrxana malbata xwe diherifînin.”

Hendrîn Werîyî dîyar kirîye ku tevahîya wan zêran dibin qalib û Tirkîye wan dikire.

"Îran difiroşe, Tirkîye dikire"

Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kirîye ku “Niha Îran li navçeyê bûye mezintirîn firoşkarê zêran û Tirkîye jî mezintirîn kiryarê zêran e li navçeyê.”

Êvara Duşemê 17ê Tebaxê nirxê her onseyeke zêr zêde bû û gihîşt 1 hezar û 983 dolar û 54 sentan, herwiha her misqaleke zêra eyar 24 jî li bazarên Kurdistanê gihîştibû 392 hezar û 493 hezar dînarên Iraqê.

Gelek ji şirovekarên li cîhanê wiha difikirîn ku tomarkirina vaksîna Coronayê ji alîyê Rûsya ve dê bandorê li daketina buhayê zêr hebe, lê belê wisa nebû.

Berdevkê Sendîkaya Zêringirên Herêma Kurdistanê tekez kirîye ku: “Aborîya cîhanê negihiştîye astekê ku balancê rabigire, ji ber wê jî nirxê zêr bi awayekê berdewam zêde dibe. Welatên cîhanê û hilberîneran jî dest bi kirîna zêr kirine. Iraq xwedîyê 96 ton yedega zêr e, lê dixwaza rêjeyeke zêdetir bikire.”

Hendrên Wertê gotîye, ew li gel wê yekê nîne ku welatî zêrên xwe bifiroşin û wiha pê de çûye: "Ji bilî welatên dewlemend û bazirganên welatan, ew ên ku zîrek in niha zêr dikirin, lê belê welatîyê asayî li Herêma Kurdistanê zêr difiroşe û wiha difikire ku zêdebûna nirxê zêr asteke baş di bazirganîyê de tomar kirîye û qazancê dike."

Rêjeya hawirdekirina zêrî li Herêma Kurdistanê

Di sala 2013an de 113 ton zêr bi rêya Herêma Kurdistanê hatîye hawirdekirin ku %70 ji bo bajarên Iraqê bûye, di sala 2014an de jî 89 ton û di 2015an de jî 79 ton zêr hatîye hawirdekirin. Di salên paşê de jî nêzîkî 30 ton di her salî de zêr hawirdeyî Herêma Kurdistanê hatîye kirin.

Heftîya borî nirxê zêr gihîştîye jor 2,000 dolarî û her onseke zêr bihayê 2,060 dolar tomar kiribû. Tevî wê yekê roja Sêşemê 11ê Tebaxê nirxê zêr bi sedema bilindbûna nirxê dolar, hinekî daketibû.

Hinek şirovekar dibêjin, egera wê yekê heye ku di sê salên bihê de nirxê zêr zêde be û bigihe jor 4,000 dolarî. Rêveberê Kompanîya Şêwirmendî ya US Investment, Frank Holmz di vê bareyê de ragihandîye, buhayê zêr gelek hêsan dikare bigihe jor 4,000 dolarî. 

Bîanet, Rûdaw

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin