Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Di Derheqê Girtina K24ê De Daxuyanî Da

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Di Derheqê Girtina K24ê De Daxuyanî Da

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê- Sûriyê bi tundî qedexe kirina karê Sazîya K24 li Rojavayê Kurdistanê şermezar dike.

A+A-

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê- Sûriyê bi tundî qedexe kirina karê Sazîya K24 li Rojavayê Kurdistanê şermezar dike.

Daxuyanîyek ji Sazîya K24 ya derbarê qedexe kirina karên wê de, ji aliyê Rêveberiya Xwecihî ve ya li Rojavayî Kurdistanê, gihîşte Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê. Têde hatiye aşkerekirin, bêyî ku Rêverbiya Xwecihî tu daxuyaniyeke fermi der bike,ku kar û çalakiyên kenalê piştî mehekê ji biryar dane were rawestandin û karmendên Saziya K24 da ku karên xwe rawestînin bi devkî hatine agahdarkirin, ji bervêyekê Saziya K24 biryara girtina nivisîngehên xwe li Rojavayî Kurdistan derkir.

Berdewamiya desthilatên Rêvebriya Xwecihî di asteng kirina karê rojnamevanan de li Rojavayî Kurdistanê, tê wê wateyê ku lawazkirina ragihandina Kurdî ye, û bi taybet kenala navborî ku bi pêşeyî û bêalîkarê xwe dikir, û nûçeyên gelê me li Rojavayê Kurdistanê ji temaşevanên xwe re vediguhestin, her wiha bi wêrekîyeke bêhempa romala rewşa awarteya li Efrîn, Minbic û Bagozê kiriye, û ji ya nahin nûçegihanên xwe jî xistiye metirsîyê, lê tevî vê yekê jî, berdewambûn li ser bicih kirina kar û erkên xwe yên ragihandinê, û bi rastî K24 bibû çavkaniyeke fermî ji ajansên nûçeyan û alavên ragihandinê yên cîhanî re.

Rêveberiya Xwecihî, hîn berdewame li ser asteng kirina karê ragihandinê û karê rojnamegerîyê li Rojavayê Kurdistanê, û bi vê yekê jî, pirinsîbên azadiya karê rojanmegeriyê û pirisîbên demukartîyê binpê dike, û ev yek ne cara yekemîn e, ku nivisîngehên saziyên ragihandinên Kurdî digre, û rojnamevanên Kurd jî, ji welêt bi dûrdixîn e! 

Di heman demê de jî, Rêverberiya Xwecihî rêzê li zagon û rênimayên karê ragihandinên agre, yên ku wê derkirin e, û bi rênimayên nav dewletîyên azadiya ragihandin û rojnamegeriyê pêbend nabe, û bi kar û riftaran radibe, ne di xizmeta hêvî û berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de ne!

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê, tevî şermezarkirina qedexekirina karên Saziya Kurdistan 24, ji Rêveberiya Xwecihî daxwaz dike ku ji vê biryarê şûnda vekêş e û dev ji li dûvçûn û astengkirina karê rojnamevanan berde, hevxemiya xwe digel karmendên Saziya Kurdistan24, çi li Rojavayê Kurdistanê, çi li Herêma Kurdistanê radighînin.

Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê

02.09.2019

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin