Senatoran ji Erdogan Xwest ku Tirkîye Êrîşî Kurdan Neke!

Senatoran ji Erdogan Xwest ku Tirkîye Êrîşî Kurdan Neke!

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî preskonferansa hevbeş li Qesira Sipî bi senatoran re civîyan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Civîna senatoran û Trump û Erdogan bi awayekî zindî hat weşandin.

Senatoran ser sitandina sîstema S-400 fikarên xwe gotin û ji Erdogan re dîyar kirin ku ew naxwazin ku Tirkîye êrîşî Kurdan bike.

Erdogan di bersîva xwe de da zanîn ku divê di navbera terorîst û Kurdan de ferq hebe.

‘’Kurd birayên min in û Kurd herî zêde li welatên min dijîn’’ Erdogan got.

Wî bi bîr xist ku di dema Obama de ji Kobanê 350,000 Kurd derbasî Tirkîye bûne, wan li wan nihêrîye û ti kesî alîkarîya wan nekirîye.

Serokomarê Tirkîyê herwiha dîyar kir ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) girêdayî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) e û senator gava dibêjin ‘’Kurd’’ wan qest dikin.

Çavkani: Dengê Amerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin