Senatora Amerîkî derbarê Rojava de bang li Biden kir

Senatora Amerîkî derbarê Rojava de bang li Biden kir

.

A+A-

 Senatora Amerîkî ji Joe Biden xwest ku zextê li ser Tirkîyê zêde bike da ku "çalakiyên xwe yên xirab" li ser Rojavayê Kurdistanê bide sekinandin.

Senatora Eyaleta Illinois ya Amerîkayê Tammy Duckworth di 5ê Gulanê de ji serokê Amerîkayê Joe Biden re nameyek şand û tê de xwest ku Tirkiye guvaşên xwe yên li ser Yekineyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê bide sekinandin.

Duckworth di nameya xwe de ji Biden re got ku Yekineyên Parastina Gel (YPG)  di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de li gel Artêşa  Emerîkayê mil bi mil dicenge û ji Biden xwest ku “ew bêhtir hewl bide  piştevaniya grupên çekdar yên  Kurdan bike.” 

Duckworth di nameyê de Tirkiye bi  operasyonên xwe yên li Bakur Rojhilatê Sûriyê heta niha bi didomîne, “bi tawana dagîrkirina axa Kurdan û terorîzekirina xwecihiyên wê ” tawanbar dike.

Li gor nûçeya POLITICO`yê, Duckworth di nameya xwe de Trump şermezar kir ji ber ku Tirkiyê “bi cesaret kiriye ku di Cotmeha 2019an de Tirkiye bi operasyona wêranker êrişî herêma di bin kontrola Kurdan a bakurê rojhilatê Sûriyê de bike, tevgerek ku qeyranek mirovahî çêkir ku bi deh hezaran sivîl xist bin xeterê, serbestberdana girtiyên DAIŞê û ji ber vê yekê jî zirarek mezin daye pêbaweriya Amerîkayê ya navneteweyî."

Tammy Duckworth bi taybetî, ji Biden xwest ku ji Enqereyê bixwaze ku çalakiyên xwe yên xerab li dijî gelê Kurd bide sekinandin û "peywira xwe wekî endamê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) pêk bîne ku pirsgirêkên navneteweyî bi aştî çareser bike."

Duckworth ku di heman dem de xaziyeke Iraqê ye, di nameya xwe de ji Biden xwest ku ji bo Kurdan ji ber ku di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê alîkariya wan kirine, vîzeyên taybet yên penaberan werin dayîn û xwest ku serlêdanên Kurdan yên hemwelatîbûnê ku ew ji Şerê Kendavê heta niha alîkariyê didin Artêşa Amerîkayê, bi lez careke din ji bin çavan re bên derbaskirin.

Duckworth herwiha ji Biden xwest ew qebûl bike ku hêzên Kurdan li dijî rêxistinên tundraw û radîkal şerdikin.

Rûdaw
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin