Senaryoya Abbas Kiarostamî jî sansur kirin

Senaryoya Abbas Kiarostamî jî sansur kirin

Kurtedemek berê derketibû holê ku ji ber peyva "Kurdistan" di hin pirtûkan de sansur hatiye kirin niha yeka din li wan zêde bû: Weşanên Es senaryona kişandina fîlm a derhênerê îranî Abbas Kîarostamî sansur kir

A+A-

 

Navenda Nüçeyan- Kurtedemek berê derketibû holê ku ji ber peyva "Kurdistan" di hin pirtûkan de sansur hatiye kirin niha yeka din li wan zêde bû: Weşanên Es senaryona kişandina fîlm a derhênerê îranî Abbas Kîarostamî sansur kir. Senaryoya kişandina fîlmê "Tehma Kilyazan" ê Kiarostamî ji aliyê Artun Yeres ve ji bo tirkî hatiye amaadikirin û pirtûk ji Weşanên Es derketiye. Lê di pirtûkê de peyva "kurd" û "Kurdistanê" vala hatiye hiştin, yanê hatiye sansurkirin. Di orjînala senaryoyê de û her wiha di fîlmê hatiye kişandin û belavkirin de ev peyv li gelek sehneyan, li gelek cihan têne vegotin. Lê di pirtûkê de hatiye sansurkirin.

 

Agahiyên li ser fîlm

 

Derhêner Abbas Kîarostanî di sala 1997'an de fîlme xwe "Tehma Gilyazan" kişandiye ku senaryo jî aîdê wî ye. Fîlm li Festîvala Fîlman a Cannesê jî hat nîşandayîn û ligel fîlmê SHohei Imamura ê bi navê "Marmasî" xelata Palmiyeya Zêrîn girt. Ji bilî ji Komeleya Rexnegirên Fîlmên Neteweyî yê DYA'yê Xelata Herî Serketî yê Fîlmê Biyanî girt. Di fîlm de Humayun Erşadi, Abdolrahman Bagheri, Hossein Noori, Afshin Khorshid Bakhtiari, Safar Ali Moradi dilîzin û muzîkên fîlm Ahmed Zahir û Louis Armstrong çêkirine.

 

Di fîlm de gelek sehne hene peyvên kurd û Kurdistan derbas dibin. Ji saniyeyên nîv saeta pêşî de gelek diyalogên li ser kurd, Kurdistanê hene ku di cihek de jî lîstikvan kurdan wekî dilpola bi nav dike.

 

Çavkani: Diyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin