Semsûrî û Dîlokîyan eleqe nîşanê semînera Insiyatîfê dan

Semsûrî û Dîlokîyan eleqe nîşanê semînera Insiyatîfê dan

Li Semsûr û Dîlokê civînên jibo piştgiriya referandûma serxwebûnê çêbûn

A+A-

Di çarçoveya bernameya xebata İnîsîyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê, li Semsûr û Dîlokê du roj li pey hev du civîn çêbûn. Herdu civîn jî bi coş û berhemdar derbas bûn.

2[1748].jpg3[1749].jpg

Civîna ku di 26.08.2017an de li Semsûrê li eywana KESKê da çêbû de siyasetvan Mahmut Kilinç, Hiquqnas Şehmûs Ulek, Serokê Giştiyê OSPê Sinan Çiftyurek û Cigirê Serokê Giştiyê PSKê Bayram Bozyel wek axaftan beşdar bûn.

Di civînê da nûnerên KESKê, berpirsên partî û dezgeyên wek HDP, DBP, EMEP, Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi, ESP û Weqfa 78an wek mêvan tevlê civînê bûn.

Mahmut Kilinç di axaftina xwe da li ser pêvajoya biryara referanduma 25ê Îlonê û bandora vê biryarê ya li ser Îran û Tirkiyê axivî.

Bayram Bozye jî li ser rewatiya referanduma serxwebûnê sekini û bala gringiya nîspeta dengên “Erê” jibo serxwebûnê kişand.

Sinan Çiftyurek jî di axaftina xwe da agadarî derheqê hevdîtinên ku Înîsîyatîfê bi partî û dezgeyên medenî re kiriye, da beşdaran û da xuyakirinê ku biryara referanduma serxwebûnê ji ber siyaseta Bexdayê ya xelet hatiye dayîn.

Ji axaftvanan Şehmûs Ulek jî derbarê mafê çarenûsîyê de behsa nimûneyên cuda kir û di çarçoveya vê prensîpê da rewşa Herêma Kurdistanê û biryara referanduma serxwebûnê ya 25ê Îlonê nirxand.

Piştê navberêk mêvanan derbarê mijarê de bîr û raya xwe gotın û ji axaftvanan pirsên xwe kirin.

Ji ber pirsiyarên mêvanan û bersîvên hûrgilî yê axaftvanan beşa dawî ya civînê gelek bi coş û zindî derbasbû.

Di 27.08.2017an de jî bi heman armancê, li Dîlokê di eywana OSPê ya şaxa vê bajarê civînêk hat li dar xistin.

Ev civîn jî bi beşdariya axaftvan Bayram Bozyel, Şehmûs Ulek û Sinan Çiftyurek birêve çû.

Girseyeke mezin mêvan beşdarê civîna Dîlokê bûn. Bi taybetî jî Kurdên Kurdistana Rojava bi hejmareke mezin di civînê de amade bûn.

ENKS, PDK-S, Partiya Pêşverû û PYDKS bi nûnerên xwe tevlê civînê bûn.

Her weha wek Semsûrê di civîna Ayntabê da jî gelêk berpirsên partiyên siyasî û dezgeyên sivil beşdarê civînê bûn û ji bo referanduma serxwebûnê piştgiriya xwe eşkere kirin.

Herdu civîn jî bi coş û berhemdar bi dawî hatin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin