Semsûr: Kurd zû fêrî rûsî dibin

Semsûr: Kurd zû fêrî rûsî dibin

Piştî ku di navbera Tirkiyê û Federasyona Rûsyayê de têkilî dîsa destpêkirine li bajarê Semsûrê eleqeyeka mezin ji zimanî rûsî re peyde bûye

A+A-

Piştî ku di navbera Tirkiyê û Federasyona Rûsyayê de têkilî dîsa destpêkirine li bajarê Semsûr/Adiyamanê eleqeyeka mezin ji zimanî rûsî re peyde bûye. Li Semsûrê qursên du mehî yê rûsî destpêkirine. Midurê Merkeza Perwerdê yê bajêr Ezîz Ozbilgic ji AA re dibêje; li ser daxwazên xelkê wan dest bi vekirina qursan kirine û heta niha 120 kes ji rûsî serfîqa wergirtine.

Mamostaya rûsî Daniel Aşkin e ku berê 6 salan ji Moskovayê hatîye li Semsûrê bi cî bûye. Ew dibêje; zilam ji jinan zêdetir eleqeyê nîşanê zimanê rûsî didin. Hinek zilam havînan diçin bajarê Antalya û Alanyayê kar dikin; lê wir ji ber pirbûna turistên Rûsan pêwîstî bi rûsî heye. Hinek jî ji bo bazirganî û karê înşatê diçin Rûsyayê, ew dixwazin rûsî fêr bibin.

Mamosteya rûsî Aşkin dibêje, ji ber ku herfên rûsî cûda ne fêrbûna zimanê rûsî zahmettir e, lê yên bêşdarî qursê dibin ji wan Kurd zûtirîn fêrî rûsî dibin..

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin