Semînerek li ser nasandina çend pirtûkên li ser êzdîyan û yên din hat lidarxistin

Semînerek li ser nasandina çend pirtûkên li ser êzdîyan û yên din hat lidarxistin

Kopenhaginî di roja Yekşemê 2.6.2019an de mazûvanîya çar (Alî Çîftçê, Amed Tîgrîs, Rojîn Zarg, M. Hakkî Balta) kedkarên dîrok, huner û wêjeya kurdî yên qedir biha kirin.

A+A-

Li Danîmarkayê berhemên ku li  ser kurdên  êzdî hatine nivîsandin  semînerek hat lidarxistin 
Kopenhaginî îro mazûvanîya çar (Alî Çîftçê, Amed Tîgrîs, Rojîn Zarg, M. Hakkî Balta) kedkarên dîrok, huner û wêjeya kurdî yên qedir biha kirin. 
Bi piştevanîya Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD), amedekarîya weşanxana APEC’ê, û Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark (KKÊD), roja 02.06.2019 li Kopenhagen a paytexta Danîmarka, semînerek li ser nasandina çend pirtûkên li ser Êzîdîyan û yên din hat lidarxistin.

yezdi2.jpg

Her du pirtûkên bi navên ”Êzdîxan 97 ferman” û ”Qewl, Beyt, Qesîde, Şehda, Dua û Dirozgehên Êzîdîyan” û pirtûka Jîyana Dirêj û Bextê Reş ku ji alîyê her du nivîskar û lêkolînvanên rêzdar Amed Tîgrîs û Rojîn Zarg ve hatine nivîsandin û hinekî ji berhemên kar û xebata wan a bi salan e.
Her du pirtûkên li ser Êzîdîyan û pirtûka Emrê Dirêj Bextê Reş jî, wek hinekî ji wan berhemên her du nivîskaran, û bi dehan berhemên wêje, çand, hunera kurdî û dîroka Kurdistanê. Dîsa kovera Bîrnebûn (Li ser çand, huner û dîroka kurdên li Anadolû yê) ji alîyê weşanxana APEC li Stockholmê ku xwedîyê wî Alî Çîftçî ye, hatine çapkirin, 
Semîner bi moderatorîya cîgirê serokê FKKD’ê, Yilmaz Yildiz, û berpirsê APEC’ê, Ali Çiftçi ve hat birêvebirin. Piştê vekirina semînerê û bixêrhatin mêvanan, A. Çîftçî li ser pirtûkan û sedemê hatina xwe ji bo Kopenhagenê û lidarxistina semînerê hin agahî dan. 
Û mikrîfonê da nivîskar û lêkolînvanên rêzdar, Amed Tîgrîs û Rojîn Zarg û her du jî di axaftinên xwe de kûr û dûr li ser sedemên nivîsandin û lêkolînên xwe ên di derbarê van her du pîrtûkên li ser Êzîdîyan û ya Emrê Dirêj Bextê Reş sekinîn û agahî dan beşdarvanan. Nivîskar Amed Tîgrîs di behsa pirtûka bi navê ”Êzdîxan 97 ferman”, got, me vî navî lê kir. Lê, ev nayê wê wateyê ku heta niha tenê 97 ferman hatine serê Êzîdîyan. Dikare zêdetir be jî. Lê tiştê ku me xwe gihandîyayê, me tenê 97 ferman belge kirîye. Nivîskar di axaftina xwe de her wiha bibîr anîn ku her çiqas ku dijminên gelê me û hêzên dagirkerên Kurdistanê, ku hatin û kurd bi darê zorê kirin misilman, û her çiqas ku em hemû ji yek nijadê ne, kurd in jî, lê di pêvajoya dîrokê de heta kurdên me yên bi ola xwe Îslamê gelek caran fermana Êzîdîyan rakirine. 
Lêkolînvan û nivîskar Amed Tîgrîs di berdewamîya axaftina xwe de behsa pirtîka xwe ya bi navê Katibê Îêx Seîd ”Fehmîyê Bîlal” jî kir.

20190605-083612.jpg
 

"Tenê behsa klasîkên kurdên misilman tê kirin lê yên kurdên êzdî hîn kevn in" 
Mamoste Amed Tîgrîs di behsa helbest, dia û dirozên Êzîdîyan de, Got; wek ku em dibînin, kurdên me tenê behsa klasîkên kurdên misilman dikin, lê heger ku yek li rastîyê bigerê, gelek ji dia û qewlên Êzîdîyan berîya 700 heta bi 1000 salan bi kurdî hatine nivîsandinê, Wek nîmûne jî, Şêx Fexrê Adîyan û çend navên din da nîşandan. Amed Tîgrîs got, ji ber ku Êzîdîyan ola xwe her bi rêya devkî û bi rêya qewal, hilmdar û qewlbêjan parastîye.
DAÎŞî di êrîşa xwe de ya Êzîdîyên Şingalê de ji bo nehêştina oala Êzîdîyan gelek ji van zanayên Êzîdîîdîyan kuştin,
Nivîskar û lêkolînvan Rojîn Zarg jî di axaftina xwe de li ser kar û xebata xwe û lêkolînên xwe di nav koçberên Êzîdî li kampa Amedê sekinî û agahî dan mêvanan. Herwiha Rojîn li ser berhema xwe ya Emrê Dirêj Bextê Reş sekinî û behsa peywendîyên xwe û qehremanê berhema xwe Dayîka Sakîne kir.

yezdi.jpg

Rojîn Zarg di dema fermana Êzîdîyan li Şingalê ya ji alîyê DAÎŞ ê ve hat kirinê de, di Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de karmend bûye û bi vê pêwanê di nav koçberên Êzîdî de kar kirîye û ew ji nêz ve Êzdîyan nas kirîye. 
Rojîn Zarg dibêje, mixabin dema ku AKP’ê qayum danî ser Şaredarîya Amedê, êdî ew derfetên berê je re namînin û serokşaredarê nû jî Êzîdîyan ji wir belav dikê.
Piştî axaftina her du nivîskar û lêkolînvanên rêzdar, gelek mêvanan pirsên xwe kirin û her du nivîskaran jî pirsên wan bi dilekî fereh bersivandin.
Semîner di nav atmosfereke gelekî xweş û serkeftî de derbas bû. 
Mamoste M. Hakki Balta bi şêweyekî pedagojîk li paş bê deng rûniştibû û berhemên xwe yên li ser perwerdeya zimanê kurdî ya bi taybet ji bo zarokên Êzîdî belav dikir. Û digot bes hûn vana di cîyê wan de bikar bînin ji bo min bes e û zehfe jî. Ez pere mere naxwazim..
Her wiha, her dû nivîskar û lêkolîner rêzdar Rojîn Zarg û Amed Tîgrîs ji bo xwendevanan pirtûkên xwe îmze kirin.


Rûpela Nû/Danîmarka

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin