Sembola jinê di gotara Melayê Cizîrî de

Sembola jinê di gotara Melayê Cizîrî de

Sembola jinê, di gotara Melayê Cizîrî de, di çarçoveya gotara sûfîzmî de tê naskirin, ku wî jî weke hemû helbestvanên sûfî.

A+A-

  Sembola jinê, di gotara Melayê Cizîrî de, di çarçoveya gotara sûfîzmî de tê naskirin, ku wî jî weke hemû helbestvanên sûfî. Her wî bi awayekî neyekser, derbirrîna rewşa xwe ya derûnî kir, wiha jî hest û sozên xwe yên nihên, bi rêya vê derbirrînê eşkere kirin, ku ev yek bi zimanekî asayî û şêwazekî yekser pêk nayê, ne jî dikare rewşa wê derûnê wergerîne.

Cizîrî, weke sûfiyekî, bi mebesta diyarkirin û zelakirina razên hezkirina xwe ya sûfîzmî, ku ew di naveroka xwe de hezkirineke xwedayî ye, ristina helbesta xwe siparte sembol û hêmayan, bi wateya ku hêma dikarin nûneriya hest, têgeh û bîrokeyên wî bikin, da ku hozanyarî, rewanbêjî û ciwaniya helbesta wî têkevine asteke surdartir û rewanbêjtir:

Remz û razên ney û nayê ku sema'îne hemî

Ji mehalat e bi 'eqlê xwe bizanî ji qiyas

Egera şaşîtiya pêwer û pîvanan heye, ji ber ku zanîna bi aqil, hest û agahiyê tê wergirtin, dibe ku ew wergirtin yan ew zanîn şaş be, lewma pêwîstî bi pêwerên aqil nîn e, li gorî ku pêwîstî bi hêmayan heye ji bo têgihiştina di rewşa ku ew tîne zimên.

Di gotara Cizîrî de, ku ew bi xwe gotareke sûfîzmî ye, diyar e hezkirin ji bal Xwedê, ne ji gerdûn û zemînê hatiye bexşîn, êdî ev hezkirin wê bi sembolîk û hêmayî, bêhtir jê bi awayekî yekser, were naskirin:

Remzeya 'işqê ji bala hate xwar

Qudsiyan avêhte çerxê xulxule

Dîmena jinê, di vê gotarê de, weke hevterazûyeke objektîvî ye, ji dilberekî re, ku bi wate û bêjeyên asayî nayê naskirin, ji ber ku ew dilber Xweda ye, êdî ev dilber bi zimanekî asayî nayê pesindan, lewma dîmena jinê ji vî dilberî re bûye sembolek. Mebest jê nêzîkirina rewşa wî dilberî û hêsankirina naskirina wî ye:

Na-itin gohtin bi qal, şerh û beyana husni tû

Dê bi hal û sir binasin dil fesana husni tû

Li gorî Cizîrî, bi derbirrîna yekser, rewşa xwedayî nayê naskirin, lewma dîmena herî nêzîk ji wê rewşa ciwan jin e. Jin, di vê gotarê de, ne tenê mirov e, lê ew hêma û sembola dilberekî ye, ku bi hest û çavan nayê dîtin, lê belê dîdara wî bi çavên dil e. Lewma Cizîrî ma girêdayê sembola jinê, ji ber ku bi nerîna wî, ev sembol rê li ber wî vedike, da ku ber bi dilberê xwe ve here û bigihêje mebesta xwe ya dawiyê:

Wellah  ji herdû 'aleman min husnê canan e xered

Lew min ji husna dilberan her sun'ê rehman e xered

Bikaranîna sembolê bûye yek ji stûnên gotara Cizîrî, ji ber ku ew bi dîtina ciwaniya mirovî, nîşanên ciwaniya xwedayî dibîne, bi wateya ku dîmena jinê pirayeke ji bo gihiştina dîmena wî dilberê ku ew bi awayekî yekser nikare bigihêjê, ew jî Xweda ye:

Min nezerek li husn û cemala te kir

Ayîneyek dî me ji nûra Celîl

Dîtina dilbera jin, behaneyeke ji bo dîtina nîşanên dilbêra payebilnidtir, ku ew jî Xweda ye, ji ber ku dîmena jinê weke neynikekê ye ji dîmena wî dilberî re.

Di vê babetê de, Cizîrî kete bin bandora Hafizê Şîrazî, Seidiyê Şîrazî, Ibn Erebî û Ibn Elfarid ku wî jî weke wan wêneya jinê weke sembol ji Xweda re, bikar aniye. Ew jî weke wan sûfiyan li guncawtirîn hevterazû geriya. Êdî jin ew terazû bû, bi mebesta ku xwe ji wateyên xwedayî vediguhêze wateyên mirovî. Her bi rêya van wateyan careke din wateyên xwedayî, bi awayekî sembolîk wergerîne û veguhêze.

Li gorî Cizîrî Gihiştina bi rasteqîne û heqîqetê, bi bê mecaz û metaforê nabe, bi wateya ku gihiştina bi hezkirina xwedayî bi bê hezkirina jinê nabe, lewma wî wateyên vê rêbazê di helbestên xwe de peyda kirin:

'Aşiq er carek  ji bala lê bidit berqa mecaz

Dê li nik sahib dilan hetta ebed bit serfiraz

Keşfi esrarê sîfatan bê mehebbet nabitin

Sûretê esma divêtin da bikin jê fehmi raz

Lami'a husn û cemalê dê ji 'ilmê bête 'eyn

'Işqi da jê hilbitin kê dî heqîqet bê mecaz?!

Jin di vê gotarê de, hokar û jêdera hebûnê ye. Dema ku Cizîrî wê bibîr tîne pesnê wê bi pîrozî dide, ji ber ku ew ne jin bi xwe ye, lê sembola Xweda ye:

Wê mecalê ku cemala xwe tecellî dikirî

Lazim e secde bibin ber te di wê gav û demê

Secde bin ber te rewa ye di hemî mezheb û dînan

Kî dibit muşrik û kafir ji wê şêrîni femê?!

Ger bibim ber te sucûdê di dema keşf û şuhûdê

Min li dil dê bidirit pertewê nûra qîdemê

Eger ne ji bo wateyên xwedayî be, yan eger ne ji bo derbirrîna sembolîk be, çawa Cizîrî jinê digihîne asta ku jê re nimêj bike, yan jî çawa ew bêjeyên taybet bi sûfiyan, weke (Tecellî, secde, sicûd, keşf, şuhûd, nûra qîdemê) bikar bîne?! Wateya vê yekê ew e ku ev pîrozî ne ji bo jinê bi xwe ye, lê belê ji bo nîşanên ciwaniya xwedayî ye, ku di dîmenê jinê de diyar dibin û bi vê dîmenê berhest û berceste dibin:

Yek secde tinê ferd e di dînê 'işqê

Bin ber qedê yarê di mecalê dînê

Cizîrî jinê weke mecaz û metafor dibîne, ji ber ku mebesta wî Xweda ye, bêhtir jê ku jin be, lewm dibêje:

Ev hûr û perî çehre but û latê cemalê

Der sûretê tehqîqê (Mela) 'eynî mecaz in

Jin nimûneya herî nêzîk û giranbiha ye ji cihanê re, lê eger ev jin ne ayîne be ji Xweda re, êdî ewê bêbiha be:

Ey perî hûri siruştê her çend

Bi beşer ademî û insanî

Surri subhan te ji husnê dinumêt

(Ehsenellah) [û] ji sirra subhanî

Çi hedê 'eqle qiyasê te kirit

Eve burhan ku tu bê burhanî

Inbn Erebî jî, di pirtûka xwe ya (Fusûs Elhikem) de, gotiye: Xweda bi tena xwe, dûr ji tiştan, nayê dîtin, êdî eger diyarbûneke Xewda hebe, wê bêhtir di dîmena jinê de be, ku ew baştirîn û ciwantirîn dîmen e. Cizîrî jî dîmena jinê weke ayîneyekê ji nîşanên ciwaniya Xwedayî re dibîne:

Husni zatê but û latan ji cemala semed e

Ji mišala senemê weh ku tecella ye semed

Xeyrî derya niye sehra bi heqîqet emma

Ji ruwê keyfe ku ev av e buwê şubhê zebed

(كلَّ يومٍ هو في شانٍ) nebî xafili jê

Her peyapey ji şu-ûnan dikirit feyd û meded

Di rêbaza Cizîrî de, jin bi awayekî sembolîk hatiye bikaranîn. Her li gorî vê rêbazê, ev sembol çarerêyeke ji bo pêgihiştina rasteqîneyê, ku ew jî dîdara ciwaniya xwedayî ye, bi bê perde. Wate ew sembol wî digihînin vê rasteqîneyê, lewma daxwaza Cizîrî ew e ku xwe ji siya zulfên ciwanan rizgar bibe, bi armanca ku evraz bibe û bigihêje mebesta xwe ya dawiyê, ku ew jî Xweda ye:

Me seraperde ê hûran e meqam

Ji siya zulfê butan er verisîn

Her ne dûr e ku Cizîrî bizava hezkirina mirovî jî dîtibe, lê her wî ev bizav kiriye dergehê hezkirina xwedayî, yan jî wî ev hezkirin weke hêmyê ji bo danasîna wateya hezkirina xwedayî bikar anîbe:

Ma bi leilên canfeza navê me bînit carekê

بالدعا بلغ تحياتي لسلمي يا بريد

Tu j' Melayî her bipirs esrarê işqê hel dikit

Vê muemmayê çi zanin sed mela û musteîd

Cizîrî jin weke behaneyekê bikar aniye ji bo dîtina ciwaniya Xwedayî, lewma dibêje:

Ne cemala te tecellî bikirit

Me ji xoban bi cemalê çi xered?

Roniya ciwaniya xwedayî di dîmena jinê de diyar dibe, lewma ew vê dîmenê weke neynikê ji wê ciwaniyê re dibîne û nîşanên wê ciwaniyê jî di wêneyên jinê de dibîne:

Muhbeta mehbûb û latan pur vekir zîwer sifatan

Daye qelb û rûh û zatan roj di mir-atê xuyaye

Dîmena jinê sembola ciwaniya xwedayî ye, êdî mebest jê diyarkirina wê ciwaniyê ye, ku bi hizr û raman nayê naskirin:

Husna ji 'işqê sewwirî xaret kirin hûr û perî

Herçî di kunhê fikkirî ew ma di 'icz û hîre da

Ew sûretê mir-atê husn jê bû zuhûr ayatê husn

Lê bû tecella zatê husn vê husnê ew serçeşme da

Balatirîn wêneyên ciwaniya rasteqîne ya pîroz di dîmena jinê de diyar bûn, ji ber ku ciwaniya mirov, li gorî Cizîrî, beşek ji ciwaniya xwedayî ye, her ji bo Cizîrî jî, jin rindtirîn nîşanên ciwaniyê li xwe digire:

Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez

Ger xob û perîzade nezerkî te bes im ez

Mišlê mehê new ger te divêtin me bibînî

Mêze bike camê tû dizanî çi kes im ez

Cizîrî jin weke sembol ji Xweda re bikar aniye, ku bi rêya vê sembolê hewl dide ji asta metaphor û mecazê bigihêje asta rasteqîneyê:

Salik kî ye hatî ji mecazê bi heqîqet

Sûret ne şunasî û bi me'na ne fena girt?!

Tenha ne li min lami'i husna te şefeq da

'Alem bi xwe wê husn û cemalê di xwe da girt!

Bi vê wateyê Cizîrî dibîne ku jin bi ciwaniya xwe ya berhest, rengvedaneke ji Xaweda re, bi ciwaniya wî ya reha û neberhest:

Bi husna ehsenitteqwîm û zahir sûretê zatî

Nezer dî ('ellemel esma)[di] batin 'eynê miratî

Ev yek tê wê wateyê ku Cizîrî li baştirîn dîmena ciwaniyê geriya, êdî ji dîmena jinê guncawtir dîmen nedît, lewma eşkere diyar kir ku wî ev dîmena jinê bikar aniye, ji bo amajekirinê bi ciwaniya xwedayî, bêhtir jê bi mebesta diyarkirina nerîna wî li jinê, weke mirov, lê her ev bikaranîn jî tê wê wateyê ku çendîn jin li cem Cizîrî pîroz û hêja ye:  

Husna te nizanim bi çi teşbîhi bikim!?

(Fî ehseni teqwîm) lew hatiye tefsîrê

Herwiha wî sembola jinê weke behane ji bo evrazbûna paye û pileyên bilind bikar aniye, ji ber ku, li gorî wî, jin diyartirîn nîşan e ji dilberê wî re: 

Di pa bosa semen sayê mi nêrî bejn û balayê

(لَعَلّي أبلغُ الأسبابَ أسبابَ السَّمَوَاتي)

Ji vî teqwîmê insanî nezer da sirrê subhanî

(فهذا الوجْهُ مِنْ أجْلى براهينٍ وآياتي)

Nişanên turre tuxrayan di wesfê zuhre sîmayan

(لعنْوانِ التّجَلّي من براعات العباراتي)

Sembola jinê ji wê yekê hatiye ku Cizîrî, weke piraniya sûfiyan, dibîne ku diyarbûna ciwaniya xwedayî di dîmena mirov de eşkere bû, êdî bi dîtina wan nîşanan ew di hezkirinê de newq dibe, lew eşkere diyar dike ku jin neynika diyarbûna nîşanên ciwaniya xwedayî ye:

Xerqi bûm ez di xema 'işqê di weqtê seherî bû

Ku teceelayê cemalê li mišala beşerî bû

Cizîrî xwest gotara sûfîzmî bi awayekî sembolîk bikar bîne, herwiha rewşeke nihên veguhêze û wergerîne asteke hêmayî. Hevdem pêwendiya Cizîrî ligel babeta sembola jinê, hewldaneke ji bo derxistina vê babetê, ji çarçoveya civakî ber bi warê sûfîzmî ve, ku jin tê de dibe bilindtirîn diyardeya jiyanê, herwiha jin dibe dîmena ciwaniya gerdûn û hebûnê, wiha jî sembola ciwaniya xwedayî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin