Sembol û civak

Sembol û civak

Roza Kurdî

A+A-

Ez malpera Bitlisnameyê û facebooka wê bi kêfxwesi dişopînim. Parvekrinên wan, li ser dîrok. Sosyolojî, etnografya û çanda kurdî gelek balkêş û girîng dibînim. Dest davêjin gelek babetên bi kurd û Kurdistanê ve eleqedar in ku em gelek kurd jê ne agahdar in û em jê hay nînin.

Ez wan di vê xebata hêja de pîroz dikim.

Di 15 heziranê de parvekirinek li ser dawîya xelaskirina dibistanê li Şirnexa bakurê Kurdistanê, bi wêne û metelokek ji çanda kurdî belav kiribûn. Ez bawerim foto, zarok û nûçe bala Bitlisname kişandiye û bêyî kûr û dûr bifikirin, weşandine. Di wêneyê de li dor 14-15 zarokên keç yên di temenê 9-11 salî de ne, çarika spî ya bûka li serê wan û bi metelokek ku mirov ji keçên berzewacê re dibêje belav kiribûn:

“Hîvê Hîvê

‪Zengil zîvê

‪Kiras kitanê

‪Berîvanê

‪Berî xelkê

‪Ez qurbanê...”

 Sernivîs jî dibêje; ”Zarokên li gundê Biryan a Şirnexê dibistana serete qedandin”.

Li gelek herêm, bajar û navçeyên welatê me, li gor ez dizanim, ev çarik/laçik/ lêçek, sembola zewacê ye, ya bûkanî ye. Dema keç dizewicin wê çarikê didin serê xwe û dibin bûk. Ew tê wê manê ku ferqa keç û bûk diyar bibe. Bawerim ferqa herêmên mîna Mardîn, Diyarbekir, Batman û Şirnexê di warê çanda kurdî de, sedî sed ne wek hev bin jî, hewqes ji hevûdû ne dûr in.

Danîna çarik/laçik/ lêçek serê keçên ku dibistana serete qedandine, ne ji alîyê civakî ve, ne jî alîyê estetîk ve cîhê xwe de nine. Sînyalek gelek şaş e. Hêvîdarim ew ne bi zanebûn hatibê servîskirin. Heger bi zanebûn be, ciyê xemgîniyê ye.

Sembol di civatan de gelek girîng in. Di civata me de çarik sembola wa dDema zewacê hatîye” dide

Ez li vir gelek mereq dikim, gelo haya wan zarokan jê heye ku ew bi çarika serê xwe çi sembolîze dikin û çima ew bi vî rengî poz didin medya civakî. Di vî dîmenî de him ji alî çandî û him jî, ji alîyê estetîk şaşîtiyek heye. Ew hîn zarok in. Hîn di wê temenê biçûk de sînyala ew ber bi zewacê ve diçin û namzetê bûkaniyê ne, dide. Divê medya kurdî pêşengîya civatê bike, di rewşê weha de xwendinê, jiyana xwendina bilind û digel ku ew keç in, ferqa wan û lawan tuneye, ewê bibin ferdê civatê, stimulîze bike.

Lê ew dîmen mesajên şaş didin, sînyala ev keç êdî ne zarok in, ber zewac in, xwendina wan qediya, ew kandîdatên bûkanîyê ne dide. Ev sûret nêrîna hukumdariya muhafazakar a dewleta Tirkiyê ya mêtingehkar jî reflekte dike. Ev sûret mesaja AK partiyê û ya Erdoganî ya civateke çewa dixwaze û bi çi çavî li keç û jina dinêre û çi rolî dide wan dîkte dike.

Bi dilekê xemgîn dibêjim ”Divê were zanîn ku ew temen û ew çarik li hev nake” û ev metelok ji keçên ber zewacê re tê gotin! Ji ber ku metelok ji folklora Kurdî ye, xweş tê guhê mirov, lê mixabin naveroka mesajê naguherîne.

 Di halê normal de ew çarik ne tenê ji zarokan re ji keçên ne zewicî re jî nabe….

Ji ber ku wateyek wê çarikê ya civakî û çandî heye.

Bihêlin bira ew zarok bi cilên xwe yên kurdî li derve, bêyî wê çarika serê xwe, bilîzin …

Zarok divê zarok bimînin! Ev berpersiyariya me hemû civatê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin