Selçuk Mizrakli tê dadgehkirin

Selçuk Mizrakli tê dadgehkirin

Li Ameda Bakurê Kurdistanê, duyemîn rûniştina dadgehê li ser keysa dadgehkirina Hevserokê Berê yê Şaredarîya Mezin a Amedê Selcuk Mizrakli birêve diçe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Proseya dadgehkirina Mizrakli, îro Duşemê, li 9mîn dadgeha cezayên giran li Amedê, bi amedebûna parêzerên wî dest pê dike û tê payin ku hevawayê rûniştina yekem, ku Mizrakli bi rîya deng û reng, li girtîgeha Qeyserîya Tirkyê tevlî dadgehê bibe. 

Mizrakli bi tohmeta endamtîya PKKê tê dadgehkirin û daxwaza 7 sal û 6 meh bo 15 salan zindan jê re tê kirin.

Mizrakli di 19ê Tebaxa sala derbasbûyî de, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, ji ser postê wî hatibû durxistin  û qeyûm li cihê wî hatibû danîn û piştî derbasbûna 3 mehan, ew bi tohmeta endamtîya ‘rêxistin’ hatibû girtin û zindanî kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin