Sekreterê NATO: Rewşa Rojavayê Kurdistanê metirsîdar e

Sekreterê NATO: Rewşa Rojavayê Kurdistanê metirsîdar e

Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Waşigntonê civîya û daxwaza parastina wan destkevtan kir, ku di şerê li dijî DAIŞê de li Sûrîye û Iraqê bi dest xistine. Sekreterê Giştî yê NATOyê jî dibêje, hêj rewşa Rojavayê Kurdistanê metirsîdar e.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di civîna welatên endam di Hevpeymanîya Navdewletî de, ku roja bihorî Pêncşemê li Waşingtonê hat sazkirin, Amerîkayê ji welatan daxwaz kir, çekdarên DAIŞê yên girtî li cem HSDê werbigrin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku dê hewlên wan ên ji bo jinavbirina DAIŞê berdewam bin û bi wê armancê jî dê leşkerên wan li çend navçeyên Sûriyê bimînin. Ew navçe jî Rojavayê Kurdistanê û navçeya Tenefê ne.

Mike Pompeo ji wezîrên derve û berpirsên zêdetir ji 30 welatên endamê Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re got, ku divê ji bo wergirtina çekdarên DAIŞê yên girtî amade bin û bal kişande ser wê yekê jî ku Waşington dê ji bo vegerandina penaberên Iraqî alîkar be.

Pompeo got: “Em niha nikarin rawestin. Divê ji wê yekê piştrast bin ku careke din DAIŞê bihêz nabe. Dê ev kar jî bi encamdana dadperwerîyê bê kirin. Divê endamên hevpeymanîya navdewletî wan hezaran çekdaran werbigrin ku hatine girtin û dadperwerîyê li hemberî wan bicîh bikin ku tawanên kirêt encam dane. Hewlên me ji bo vegerandina penaberên Iraqî berdewam in ku zêdetir ji 4.3 milyon kesên sivîl in û em dixwazin hemûyan vegerînin. Ji ber vê yekê jî divê hevpeymanîya navdewletî bûdceyekê amade bike ji bo vegerandin û xizmetgûzarîyan û her wiha nûjenkirina jêrxanê. Divê hemû li bakurê rojhilatê Sûrîyê jî alîkarîyan bikin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê jî ragihand, ku rast e, serkeftinekî mezin di şerê li dijî DAIŞê de hatine bidestxistin, lê hêj jî gefên DAIŞê berdewam in.

Jens Stoltenberg dîyar jî kir ku rewşa Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola HSDê de hestîyar e û divê destkeft nekevin metirsîyê.

Stoltenberg destnîşan kir: “Hemû hevpeymanên NATOyê beşek in ji Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, lê hêj jî şer temam nebûye û DAIŞ jî hîn gef e. Rewşa bakurê Sûrîyê hêj jî hestîyar e. Aşkere ye ku cîyawazî di navbera hevpeymanên NATOyê de li ser rewşa wê navçeyê heye, lê di heman demê de em hevnêrîn in ku divê destkevtên li wir bêne parastin ku di şerê li dijî DAIŞê de hatine bidestxistin.”

Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di Îlona 2014an de bi serkêşiya Amerîkayê hat avakirin û 81 endamên wê hene û di civîna roja Pêncşemê de jî endamên wê hevpeymanîyê ragihandin ku dê hevkarîya wan a ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê berdewam be.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin