Sekreterê HDKê Ezîzî: “Em bersiva terorê bi terorê nadin dijminên xwe”

Sekreterê HDKê Ezîzî: “Em bersiva terorê bi terorê nadin dijminên xwe”

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKa Rojhilat ango HDK) Xalid Ezîzî got, ew bersiva terorê bi terorê nadin.

A+A-

Duh bi şev (Sêşemê) li pêşiya baregeha Polîtboruya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê 2 teqîn çê bûn û di encamê de 5 pêşmergeyên HDKê û endamekî asayişê şehîd bûn û 4 jî kes jî birîndar bûn.

Îro di merasîmeke taybet de şehîdên HDKê li bajarê Koye hatin veşartin û Sekretêtê Giştî yê HDKê Xalid Ezîzî di konferansekî rojnamevanî de dema merasîma veşartina cenazeyên şehîdan de li bajarê Koye ragihand ku ew bersiva terorê bi terorê nadin.

Sekretêtê Giştî yê HDKê Xalid Ezîzî wiha got: “Em bersiva terorê bi terorê nadin dijminên xwe. Komara Îslamî ya Îranê dixwaze aramiyê têk bide. Komara Îslamî ya Îranê karêm terorî dike lê Hizba Demokrata Kurdistanê ji teror û êrişan natirse.”

Xalîd Ezîzî herwiha got, şeva derbasbûyî şeva Yelda û bîranîna jidayikbûna rêberê partiyê Dr. Ebdurehman Qasimlo bû Komariya Îslamiya Îranê xwestiye bi rêya wan karan dû peyaman ji bo gelên Îranê bişîne.

Ezîzî Herwiha bal kişande ser wê yekê ku niha komara îslamî ji çarenivîsa xwe di navçeyê de ditirse ji ber vê yekê karên wiha encam dide.

Sekretêtê Giştî yê HDK amaje kir ku divê bûyera navborî bibe sedema yekgirtina hemû partiyan û ji bo ku bikaribin rûbirûyê hemû astengî û senaryoyan bibin.

Ji aliyê din ve Peyamnêrê Rûdawê ku niha li Koyeyê ye ragihand, hêzên asayişê li ser bûyerê lêkolînên dikin û cihê teqînan dike ber kamerayên ewlehiyê.

Îşev 19 li ser 20ê Kanûnê (şeva Yelda), derdorê saet 10ê şev di demekê de ku beşdarbûyên merasîma ji dayikbûna Dr. Qasimlû, piştî timambûna bernameyê vedigeriyan malên xwe, du teqînên li dû hev li nêzîkî xala kontrolê ya ber deriyê Kelheya Demokratê çê bûn. Ji ber vê teqînê mixabin, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin