Sefîn Dizeyî: Çend şandeyên bilind ên welatan dê serdana herêma Kurdistanê bikin

Sefîn Dizeyî: Çend şandeyên bilind ên welatan dê serdana herêma Kurdistanê bikin

.

A+A-

 Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê herêma Kurdistanê ragehand, herçend ji ber vîrusa koronayê serdana şandeyên welatan bo herêma Kurdistanê kêm jî bûne, lê biryare çend şandeyekî bilind ên welatan serdana Hewlêrê bikin.

Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji çapemeniyê re ragehand, ji ber vîrusa koronayê çalakiyên fermangehê kêm bûne, lê bi rêyên din ve û peyvendiyên li gel konsol û nûnerên welatan ve peyvendî her berdewam in.

Derbarê hatina wezîr û berpirsên bilind ên welatan de jî got: ‘’Sala borî hejmarek berpirsên payebilind hatin Kurdistanê, biryare hejmarek berpirs û wezîrên din jî ên welatan serdana herêma Kurdistanê bikin.’’

Derbarê peyvendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiyê û Îranê de jî got: ‘’Peyvendiyên herêma Kurdistanê li gel herdu welatên cîran jî baş in û berdewam in.’’

Derbarê peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî teqez kir ‘’Pirsgirêka me li gel Bexdayê tenê pirsgirêka mûçe nîne, pirsgirêka bicîhneanîna destûrê û nedana maf û heqên darayî yên herêma Kurdistanê û xake. Mixabin ku nifşeke xirab ê siyasî li Bexdayê derketiye û dijî herêma Kurdistanê û destûrê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin