Sedir “rizgarkirina” Navçeya Kesk a Bexdayê ragihand

Sedir “rizgarkirina” Navçeya Kesk a Bexdayê ragihand

.

A+A-

Muqteda Sedir daxwaza guhartina desthilat û sîstema siyasî ya Iraqê dike.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di peyamekê de “rizgarkirina” Navçeya Kesk a Bexdayê ragihand.

Piştî ku alîgirên Tevgera Sedirê derbasî nava Encûmena Nûnera a Iraqê (parlamento) bûn, Muqteda Sedir di daxuyaniyekê de ragihand, “Ev firsendeke mezin e ji bo guhertina bingehîn ya sîstema siyasî, destûr û hilbijartinan.”

Sedir got jî: Ez hêvî dikim ku trajediya jidestdana yekem derfeta zêrîn a di sala 2016 de rû daye, dubare nebe.” wek amajeyekê bi derbasbûna yekem a bo parlamentoyê ji aliyê Sadrîyan ve.

Sedir di berdewamiya axaftina xwe de got ku gelê Îraqê daxwaza reform, demokrasî, welatîbûn, qanûn, serxwebûn, serwerî, prestîj û sînordarkirina çekan di destê dewletek bihêz dike, bi awayekî ku yasa li ser hemûyan û mîlîşyayan bê cibicîkirin.

Rêberê Tevgera Sedirê bang li welatiyên Iraqê kir û got: “Rabin daxwaza reforman li welatê xwe bikin. Firsendê ji dest nedin.”

Sedir bang li gelê Iraqê kir ku “piştgiriya şoreşgeran bikin ji bo çaksaziyê", bi taybetî eşîre, hêzên ewlekarî û Heşda Şeibî di bin biryara gel de.

Alîgirên Muqteda Sedir duhî li Bexdayê li dijî nazmedê Çarçoveya Hevahengiyê yê ji bo postê Serokwezîriya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dest bi xwepêşandanê kirin û Parlamentoya Iraqê du roj in di destê xwepêşanderên Sedir de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin