Sedir li dijî Amerîkayê daxwaza xwepêşandana milyonî dike

Sedir li dijî Amerîkayê daxwaza xwepêşandana milyonî dike

Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir daxwaz xwepîşandeneke milyonî li dijî Amerîkayê dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di twîta xwe ya herî dawî de, Muqteda Sedir ragihand, esman, ax û serwerîya Iraqê ji alîyê dagîrkeran vê tên binpêkirin.

Sedir, her ji ber wê sedemê daxwaza xwepîşandaneke aştîyane û yekgirtî ya milyonî ya xelkê Iraqê dike û dibêje, armanca ji wê xwepêşandanê, protestokirina hebûna Amerîkayê li Iraqê û binpêkarîyên ku encam dide, ye.

Sedir gotîye, dê piştre jî helwesteke cemawerî û sîyasî ya parlamentoya Iraqê jî ji bo parastina Iraqê û xelk û serwerîya wê hebe.

Li gor agahîyên ku di medyayê de belav bûne, roja Duşemîya vê heftîyê Sedir li bajarê Qomê yê Îranê bi çend alîyên milîs ên Iraqî re civîyabû û bi wan re behsa çawanîya rûbirûbûna Amerîkayê li nav axa Iraqê kiribû.

Ev helwêsta Sedir piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis tê, ku roja Înê 3ê vê mehê tevî 8 kesên din li nêzîk Balafirxaneya Navdewletîya Bexdayê ji alîyê Amerîkayê ve hatibûn kuştin.

Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin