Sedat Peker rojeva Tirkiyê diyar dike

Sedat Peker rojeva Tirkiyê diyar dike

.

A+A-

Sedat Pekerê ku li Tirkiyê weke mafyayî tê naskirin biryara girtinê derbarê wî de heye û li derveyî Tirkiyê dijî, li ser belavkirina vîdyoyên xwe berdewam e ku tê de peywendiyên berpirsên dewleta Tirkiyê û mafyayê aşkere dike.

Sedat Peker di 7emîn vîdyoya xwe de behsa bûyerên kuştina karsazên Kurd û kesayetên naskirî, mezintirîn metirsiyên li pêş Tirkiyê, pirsa Kurd û Elewî, tora bazirganiya maddeyên hişber, kiryarên îşkenceya li zindana Amedê û gelek mijarên din kir ku berpirsên dewletê têkildar in.

Di vîdyoya 7emîn de jî de fokusa Peker li ser Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bû got ew dê wê tora bazirganiya maddeyên hişbir aşkere bike ku Soylu, kurê Bînalî Yildirim Erkan Yildirim û Mehmet Agar jî di nav de ne.

Herwiha Sedat Peker careke din rexneyên tund li Suleyman Soylu girtin û gef li wî xwar. Sedat Peker di vîdyoya xwe de derbarê bûyerên kuştina rojnamevan Ugur Mumcu û karsazên kurd Savaş Buldan, behsa rola Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyê Mehmet Agar kir û diyar kir ku Agar, Mumcu kuşt û herwiha bi gotina wî peywendiyeke xurt a Agar li gel karsazên urd hebû û ji hemûyan pere werdigirtin û piştre ew qetilkiriye.

Di berdewamiyê jî de Sedat Peker karsazên kurd bi bazirganiya "maddeyên hişber" tometbar kirin û got, Mehmet Agar ew (karsaz) xistin kemînê û ji bo ku raboriya xwe ya “qirêj” paqij bike ku bi gotina wî armanca Agar serokomarî bû, dest bi kuştina karsazên kurd kir.

Nêzîkî mehekê ye rojeva medya û siyaseta Tirkiyê Sedat Peker û îddîayên weî diyar dike û cihê behsê ye Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beramber wan îddîayan de çi tiştekî nabêje û opozîsyona Tirkiyê jî daxwaza dest ji kar vekişînê li kabîneya Erdogan dike.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin