Sê hezar penaber bo cejnê vegerîyane Sûrîyê

Sê hezar penaber bo cejnê vegerîyane Sûrîyê

Bi armanca rojên cejnê li welatê xwe derbas bikin, penaberên Rojavayê Kurdistan û Sûrî dest bi vegera bo welatê xwe kirin. Di dema çar rojan de 3 hezar penaber vegerîyane Sûriyê. Piştî dema bo wan hatiye diyarkirin bi dawî dibe dîsan vedigerin Tirkiyê.

A+A-

Bi armanca rojên cejnê li welatê xwe derbas bikin, penebrên Rojavayê Kurdistan û Sûrî dest bi vegera bo welatê xwe kirin. Di dema çar rojan de 3 hezar penaber vegeriyane Sûriyê. Piştî dema bo wan hatiye diyarkirin bi dawî dibe dîsan vedigerin Tirkiyê.

Vegera penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî yên niştecihê Tirkiyê bo welatê wan roja Şemiyê (18.05.2019) destpê kir. Di hundirê çar rojan de 3 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî bi armanca ku Cejna Remezanê li welatê xwe derbas bikin, vegeriyane.

Penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî bi rêya malpera www.suriyedebayramlasma.com bi awayekî elektronî navê xwe tomar dikin. Fermangeha Koç û Koçberan jî karteke taybet û mohleta vegera demkî dide wan heta biçin Sûriyê.

Piştî temambûna karûbarên yasayî, bi armanca derbaskirina cejnê li welatê xwe, tên Deriyê Sînor ê Oncupinarê ser bi parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê. Ji wê derê jî diçin Cerablûs, Ezaz, Marih, Soran, Aktarîn, Efrîn û El Babê.

Li gor wê karta werdigirin heta hefteyek piştî Cejna Qurbanê dikarin li Sûriyê bimînin, lê eger di dema xwe de venegerin nikarin derbasî Tirkiyê bibin. Sala derbasbûyî 172 hezar û 550 penaberên Sûrî cejna xwe li Sûriyê derbaskiribûn û ji vê hejmarê tenê 111 hezar û 620 penaber vegeriyabûn.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin