Saziya Zimanê Tirkî li ser banga Platforma Zimanê Kurdî daxuyanî da  

Saziya Zimanê Tirkî li ser banga Platforma Zimanê Kurdî daxuyanî da  

.

A+A-

Saziya Zimanê Tirkî (TDK) li ser banga Platforma Zimanê Kurdî ku di 8ê Çileyê de bi 10 madeyan bangî saziyê kiribû û daxwaz kiribû ku ferhenga Kurdî-Tirkî biweşîne, daxuyaniyek da.

Saziya Zimanê Tirkî bersiv da Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û ragihand ku wan di sala 2014an de ferhengeke Kurdî-Tirkî çap kirine.

Serokê Saziya Zimanê Tirkî Prof. DIr. Gurer Gulsevin di bersiva xwe de gotiye: “Di destipêkê de ji ber eleqeya we ya ji bo Saziya Zimanê Tirkî, em spas dikin. BIngeha Saziya Zimanê Tirkî, peywir û berpirsyariyên wê, qadên wê yên xebatê yên pêşîn, bi madeya 10emîn a Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya hejmara 664an, hatiye pêkanîn. Saziya me xebatên xwe li gor çarçoveya ku vê madeyê xêz kiriye, dimeşîne.”

Saziyê eşkere kiriye: “Saziya me him ferhengên zimanê Tirkî, him jî ferhengên du zimanî diweşîne û pêşkêşî sûda lêkolîneran dike. FErhenga Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî jî, yek ji wan ferhengên du zimanî ye ku di sala 2014an de hat weşandin. Em ji bo nêrîn û pêşniyarên we spas dikin.”

Platforma Zimanê Kurdî di 8ê Çileya 2021ê de li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xistibû, bi 10 madeyan bang li Saziya Zimanê Tirkî (TDK) kiribû.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin