Şaxwan Ebdullah: Ahenga Newrozê li Kerkûkê dê bi azadî were kirin

Şaxwan Ebdullah: Ahenga Newrozê li Kerkûkê dê bi azadî were kirin

.

A+A-

Cîgirê parlementoya Iraqê Şaxwan Ebdullah radigihîne, ahengên Newrozê li Kerkûkê û tevahiya bajarên din ên Iraqê bi azadî dê werin kirin.

Piştî ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ragehand ku kurdên Kerkûkê tenê 3 demjimêran dikarin cejna Newrozê pîroz bikin, ji çend aliyan ve parlementer û berpirsên kurd bi taybet parlementerê kurd û cîgirê serokê parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdullah bo betalkirina wê biryarê ket hereketê û Rakan Cibûrî neçar ma wê biryara xwe betal bike.

Şaxwan Ebdullah li ser vê mijarê di peyamekê de ragihand, wî ligel aliyên pêwendîdar axiviye û ti kes yan aliyek nikare rêgiriyê li ahengên Newrozê û ti boneyeke din a netewî yan olî bike.

Şaxwan Ebdullah tekez kir jî, ahengên Newrozê li Kerkûk û bajarên din ên Iraqê dê bi azadî werin kirin û erkê sazî û dezgehên ewlehiyê ye ku ahengan biparêzin.

Amaje bi wê jî da, bi rûxandina rêjîma diktator a berê re, rêgirtin li boneyên netewî û olî bi dawî hatiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin