Şaxwan Ebdula: Kerkûk ji bilî erebkirinê, tê şîekirin jî

Şaxwan Ebdula: Kerkûk ji bilî erebkirinê, tê şîekirin jî

.

A+A-

Parlamenterên berê yê PDKê di Parlamentoya Iraqê radigihîne, erebkirina Kerkûkê mîtarek ji rejîma berê ya Beisê ve ji rejîma niha re maye. 

Parlamenterên berê yê PDKê di Parlamentoya Iraqê radigihîne, kurdan di serdema Beis de rewatî neda erebkirina Kerkûkê, niha hin aliyên kurdî li Kerkûkê hene, divê ew li dijî wê proseyê rawestin.

Hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê hejmarek ji xaniyên welatiyên kurd ên Kerkûkê li taxa Înzebatxaneya kevin hilweşandin. Tîmên îdareya bajêr jî ragihand, ew xanî bi zêdegavî hatine avakirin. Li Hemberê jî welatiyên kurd dibêjin, hêzên ewlehiyê bi zorê xaniyên wan hilweşandine.

Di vê derbarê de parlamenterên berê yê PDKê di Parlamentoya Iraqê de Şaxwan Ebdula ji K24ê re got: “Kompaniya erebkirin, derkirina kurdan û dagîrkirina zeviyên kurd li Kerkûkê, mîratek ji rejîma berê ya Beisê ve ji rejîma niha re maye.”

Herweha got: “Rêjîma niha di wê baweriyê de ye ku wan niha serkirdatiya siyasî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûlî danûstandin û gengeşeyên li ser budce û mûçeyê kirine û weha hizir dikin ku niha demeke guncayî ye ji bo erebkirina kerkûkê û Hikûmeta Herêmê jî pê re nagihe ku bê ser wê mijarê.”

Şaxwan Ebdulla behsa erebkirin û derkirina kurdan jî kir ku pêkvejiyana pêkhateyan li Kerkûkê, dixe metirsiyê û gefa têkçûnê jî li ser e.

Diyar kir, kar bi biryarên Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî nayê kirin û çi li Kerkûkê û çi jî li Şingalê Heşda Şeibî guh nade biryarên wî. Ji ber ku li gor biryaran, diviyabû Heşd baregehên aliyên kurd vala kiribana, lê heta niha tiştekî wiha nehatiye kirin.

Herwiha got: “Kurdan di serdema Beis de rewatî neda erebkirina Kerkûkê. Niha hin aliyên kurdî li Kerkûkê hene, divê ew li dijî wê proseyê rawestin û dengê xwe bilind bikin.”

Herwiha got: “Ewa li Kerkûkê dibe, ne tenê proseya erebkirinê ye, belkû kampîneke taîfîgerî û şîekirin e.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin