Saxtekarê Herî Mezin yê Dîrokê Madoff Koça Dawî Kir

Saxtekarê Herî Mezin yê Dîrokê Madoff Koça Dawî Kir

.

A+A-

Ofîsa Federal ya Girtîgehên Amerîka dîyar kir ku Bernard (Bernie) Madoff ku jiber saxtekarîya herî mezin ya di dîrokê de bi 150 salan hatibû ceza kirin, di girtîgehê de, îro Çarşemê jîyana xwe ji dest daye.

Berdevka Ofîsê ragihand ku Madoff yê 82 salî li navenda saxlemî ya Federal ya li Butner li eyaleta North Carolina, dora seat 3:30'yê danê sibê de jiber sedemên xwezayî ve mirîye.

Madoff ji nexweşîya gurçikan û gelek nexweşîyên din êş dikişand.

Bernard Madoff, bi dehsalan xwe wek karsazekî serfiraz û pêbawer yê Wall Street'ê nîşan da û ji alîyên din bi rengekî veşartî sextekarî û xapandina veberhênanê kir

Madoff di Hezîrana 2009'an de bi tawana sextekarîya 64.8 mîlyar dolaran bi 150 salan hatibû ceza kirin û di girtîgeha Butner de ceza xwe dikşand.

Brandon Sample, parêzerê Madoff, di daxûyanîyekê de ragihand ku ew heya mirina xwe, bi sûc û poşmanîya tawanên xwe jiya.

"Her çend kesayetîya Bernie bi sûcên ku wî jiber ceza girt hate dîyar kirin ji – her wiha ew jî bav û hevjînekî bû. Ew devnerm û rewşenbîr bû. Bernie bi ti awayî bêkêmasî nebû.Lê, tu kes nîn e, ” Sample got.

Di nava qurbanîyên Madoff, karsazîyên mezin û piçûk, kesayetî, fonên karkenarîyê û yên din hebûn.

Lîstikvan Kevin Bacon, Kyra Sedgwick, John Malkovich,Sandy Koufax û rexistina xêrxwazîya derhêner Steven Spielberg jî di nava yên ku Madoff îxanet kirine de ne.

Tawanên Madoff di 2008'an de ji hêla du kurên wî ve, ji karbidestan re hatibû eşkere kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin