Şaxewan Ebdullah ji bo rawestandina êrîşên li ser Kurdistanê pêşniyareke nû pêşkêş dike

Şaxewan Ebdullah ji bo rawestandina êrîşên li ser Kurdistanê pêşniyareke nû pêşkêş dike

.

A+A-

 Biryar e roja Sêşema bê Parlamentoya Iraqê derbarê êrişên leşkerî yên Îran û Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê bicive. Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxewan Ebdullah ji bo rawestandina van êrîşan, pêşniyareke nû ya destûrî pêşkêş dike.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran Şaxewan Ebdullah ji K24ê re got, divê hikûmeta Iraqê ji bo rêgirtin li êrişên Îran û Tirkiyê li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê, desthilatên xwe bikar bîne. Pêwist e Herêma Kurdistanê xwediyê desthilateke tam be ku li ser binpêkirina serweriya xwe ya yasayî, li cem aliyên navdewletî giliyê bike ku ev jî karekî destûrî ye.

Êrîşên artêşa Tirkiyê û Îranê li ser çend deverên Herêma Kurdistanê bi behaneya hebûn û çalakiyên aliyên dijber ên hikûmetên Enqere û Tehranê, zêde bûne.

Her çend êrîşên dawî yên hêzên Pasdaran ên li ser Koyê û gundê Zirgiwêzê yê li Silêmaniyê rastî bertekên navxweyî û navdewletî hatin û ji aliyê welatên Ereb, Awropî û Amerîka ve hatin şermezarkirin jî, lê gef û êrîş berdewam dikin.

Ajansa “Associated Press” ragihand, Fermandarê Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî di nîvê meha Mijdarê de li Bexdayê bû û bi serokomar û serokwezîr re civiya. Li gorî wê ajansê, Qaanî daxwaza bêçakkirina partiyên opozîsyona Îranê li Herêma Kurdistanê û bicihkirina artêşa Iraqê li ser sînorê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kiriye, eger ev her du merc pêk neyên, wî gefa êrîşa bejayî li ser Herêma Kurdistanê xwariye.

Heya niha helwesta hikûmeta Bexdayê û civaka navdewletî li hember binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê Pasdarên Îranê ve, tenê şermezarkirin e, ev yek jî bûye sedema nîgeraniya hinek Iraqiyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin