Şaxa Batmanê ya PAKê di salvegera duyemîn de Melle İmadeddin Yetiz bibîranî

Şaxa Batmanê ya PAKê di salvegera duyemîn de Melle İmadeddin Yetiz bibîranî

.

A+A-

Rêvebirîya PAK Şaxa Batmanê ,02.12.2022 katjimêr 13.00 an de ,di salvegera duyemîn a wefata Mele Îmadeddîn Yetîz(Seydayê Gurdilî) bibîranî.Bi beşdarbûna rêvebir, endam û dostên PAKê û malbata Seydayê Gurdîlî, , peşî li Teşkîlata Batmanê ya PAKê û paşê jî li ser mezelê wî, bibîranîn hate pêkhanînê.

Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir bixêrhatin da mêvanan û bi beytek ji Seydayê Gurdilî xwend û got:

" Ez û ew tev hemfikrin di rêbaza Barzanî

Ew rêbaza pir durist xwedî nam û nîşanî

Gurdîlî bextewar e di paşîya emrê xwe

Kurdistaneke azad e wî dîtî bi çavê xwe" 2011

Mixabin berî du sala weke îro me şahidekî dîroka xwe ya nêz wenda kir. Me, hestekî Kurdewarî wenda kir. Me kedkarekî welatê xwe, netewa xwe wenda kir. Me bi cil û bergê wî û bi şaşika wî ku nîşana çanda kurdî bû, me dilsozekî neteweya kurd wenda kir. Me civaknasekî xwe, evîndarekî welatê xwe, sîyasetmedar û helbestvanekî netewa xwe wenda kir. Em soz didin bê westan heta Alaya Kurdistanê li axa Kurdistanê bi azadî li ba bibe, emê şopgerê te bin., Seydayê hêja.

Bi taybetî ji bo Seydayê Gurdîlî û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê bi xwendina sirûda neteweî rêz hate girtin. Piştî rêz girtinê Aziz Özdemirî got: "Seydayê Gurdilî Kurdperwerekî him sîyasî him wek wek helbestvanekî xizmetek bê hempa ji bo netewa xwe, bi fidakarîyek mezin kirîye .

Li kuderê karekî kurdînî hebuye, bi keda xwe ,bi sekna xwe li wê derê buye û pir caran serkêşîya wî karî kirîyê.

Di hişyarbûn û belavbuna fikr û ramanên netewî tevî feqîyên xwe li herema Xerzan û Çîyayî ya ,Deşta Bişerîyê, Li herema Batman û Silîvan de roleke mezin ya wî hebuye.Ji bo her kurdperekî rol modelekî Kurdî bu ye.

Ew kurdperwerê bêwestan bo welatê xwe, bo miletê xwe xebitî, ji kîsê me tevan bar kir û çû.Emê her tim wî bi rêzdarî bibîrnin. Cihe wî bihuşta rengîn be.

Em wek PAKî bi nasandina wî kêfxweşin û her tim şopgerê Xwedê jê razî ne.

Seydayê me,helbestvanê me ku rêbaza wî xeta neteweyî,Kurdistanî bû ,Ciyê wî biheşta Firdews ,mevanê Şêx Seîd,Qazî Mihemed û Seyîd Riza,Mele Mistefa Barzanî, be.

Serê malbatê,dost û heskîrîyên wî ,sere Kurd û Kurdistanê sax be."

Paşî kurê wî Şerafeddîn Yetîz got:” Ez dixwazim jiwere wek lawekê Seyda evine Seydayê Gurdîlî bînim ziman.- Pêşî Mem ü Zin’a Seydayê Xanî di xwîne, ü bi dengê helbestên Cegerxwîn ü Melayê Cîzîrî evîna wî geştir dibe. Seydayê Gûrdilî kürahîya evîna dilê xwe derbasi ser reşbeleka dike.

Armanca wî ewe ku, xizmetê bo milletê xwe bike û şopekê bihêle bo dîrokê. Seydayê Gûrdilî di jîyana xwe de însane kî hellî dewlemend bu. Ji ber kû ew evîna dilê wî, bê hempa bu. Şaşika serê Seydayê Gûrdilî taca zêrin bû, sembola Kurd u Kurdistanê u Peşmergê qehraman bû. “

Duvre Feqîyê wî A.Hamit Altunî behsa bîranînê wî kir û helbestek wi xwend.Alî Aydın ku heval û dosteki wî duvedirêj bu behsa bîranîn û vasfê wî kir.

Di berdewamîya axaftinan de silaytek ku ji jîyana Seydayê Gurdilî pêk hatî bi bêşdervanan re hat tamaşekirin. Di temaşekirina Slaytê de Bavê Helepçe got: "Soz û peyman heger rojekê buhar bi ser welatê me de bê. Gelê me azadiya xwe bi dest xê, em tevahî xort û keçan rahêjine gurzên gulan li ser gora te deynin û bi dengekî bilind Sirûda azadiyê di guhê te de bistirên. " û Kurtejîyana ku SeydaGurdîli bixwe wek helbest nivîsandi bu xwend.

Seydayê Gurdîlî pir ji sitrana "Mîrê min" heskdikir ,Dengbêj Salîhê Qubînî ew sitran ji bo wî sitrand.

Piştî Bîranîna PAK Şaxa Batmanê Beşdervan li Kêrîkê gundê Batmanê çûne ser mezelê Seydayê Gurdîlî. Li ser mezel dua hatin xwendin, mezelê wî bi Ala Kurdistanê û bi gulan xemilandin.

Li ser mezel de Aziz Özdemirî, mesaja Serokê Giştî yê PAKê Mustafa ÖZÇELİK xwend. Di mesajê de Mustafa ÖZÇELİK weha digot:"Ez bi rêzdarî Seydayê hêja Melle İmadettin Yetîz bibîr tînimKedkarê doza azadîya Kurdistanê, sîyasetmedar û helbestvanê welatperwerê Kurd, Seydayê Melle İmadettîn Yetîz(Seydayê Gurdilî) roja 02.12.2020ê ji ber nexweşîya Covid-19yê çûbû ber dilovanîya xwedê. Seydayê Melle İmadettîn Yetîz 60 salan wek rewşenbîr, sîyasetmedar û helbestvanekî dilsozê welatperwer di doza azadîya Kurd û Kurdistanê de xwedîyê ked û roleke hêja bû.Seydayê Melle İmadettîn Yetîz, bi helwest û fikirên xwe, bi helbest û têkoşîna xwe her avakar û dilxwazê tifaq û hevkarîyên netewî, niştimanî bû.Seydayê Gurdilî û hemû kedkar û şehîdên doza azadîya Kurdistanê rûmeta me ne.Emê ked û xebata Seydayê hêja tu carî ji bîr nekin û emê wan tovên ku seydayê me avêtî nav dilê gelê me, her û her geş bikin.Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

.Ji malbata wan re dubare sersaxî hat xwestin û malbatê ji bo vê helwesta PAKê sipasîya xwe dubare kirin.Bîranîn bi xatirxwestin û bi hevîyên ku em her tim tekildarbin bi dawî bû.

Şaxa Batmanê Ya PAKê 02.12.2022

1-321.jpg2-360.jpg4-266.jpg5-198.jpg7-110.jpg8-094.jpg9-072.jpgc-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin