Şerefxan Cizîrî

Şerefxan Cizîrî

niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şax û Perên Platforma Zimanê Kurdî

A+A-

Bi hemû pêkhateyên PZK ku li bajarê Mêrdînê hebûn, me şaxê Mêrdînê damezrand. Ev bi rastî gava didûyan bû. Gava yekê berîya sê salan me li Dîyarbekirê avêtibû, gava didûyan bû qismeta Mêrdîne. Em wilo berdewam bikin. Ji xwe PZK berîya sê salan jî biryar dabû ku gav bi gav li Bajarên Kurdistanê şaxê xwe damezrîn e û tevgera ziman bi beşek ji siyaseta Kurdan. PZK ji dema damezrandina xwe de xwediyê vê bahweriyê bû ku siyaseta Kurdan divabû bi zimanê Kurdî bihata kirin û pîvana xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê Kurdi bibûya pîvaneke siyasî. Eşkereye ku siyaseta Kurdan bi zimanê Kurdî dibû watedar. Dibû xwedîyê nasnameyeke netewî. Ji bona vê yekê jî divabû tevgera ziman şax û perê xwe li seranserê welat ava kiribana. Bi vê mebestê PZK biryarên şênber ji bona şaxên xwe pêşî li şeş bajaran ava bike da. Ev bajar; Mêrdîn, Elîh, Şırnex, Rûha, Semsûr û Wan bûn. Dûra jî li hinek bajarên din î welat û li metropolan jî wê şaxên platformê bihatana damezrandin.

Piştî ku me şaxên xwe li bajarên Kurdan ava kirin, wê çalakîyên zimanê Kurdî bi destê Platforma Heremî bêne meşandin. Wê sazî bibin xwedî însîyatîf, bibin xwedî berpirsyarî û pirsa zimên li heremên xwe bixin rojeva gel, siyasetê û saziyên sivîl. Daxwaza me ev e ku ne tenê rêxistinên siyasî di nava Platformê de cîhê xwe bigirin. Em ji dil û can dixwazin ku rewşenbîr, nivîskar, jin, xort, hunermend, rojnamevan, mamoste, bijîşk, belê kesên ku hez ji zimanê Kurdî dikin cîhê di nava platformê de bigirin. Gav bi gav divê em hewl bibin ku hêzkirina zimanê Kurdî bikeve nava kûranîya civaka me, bibe pîvanek ji bona nasnama siyasî û civakî li Kurdistanê. Hilbet gava ku li bajarên me kêmnetewên din jî hebin, yên ku Kurd bi wana re di nava têkilîyên dîrokî û dostanî de ne, emê bi wana re di nava têkılîyên zimanî de bin. Emê piştgirtiya tevgera zimanê wana jî bikin û bixwazin ku di pirsa zimanan de rêzgirtinek, rûmetek, hestyarîyek di nava  zimanan de ava bibe.

Weke ku tê zanîn bajarê Mêrdîn weke bajarê pêkvejîyanê tê naskirin, wilo tê pêşkêş kirin, wilo ketiyê rojevê, lê, divê mirov tucaran jibîr neke ku, Mêrdîn bajarekî Kurda ye. Bajarekî Kurdistanê ye. Bi derdora xwe ve, bi bajarokê xwe ve, bi rabûn û rûniştina xwe ve, bi kevneşopîyên xwe ve, bi eşîrên xwe yên navdar ve, bi deşt û çiyayên xwe ve, bi çîrok, stran, mûzîk a xwe ve, li welatê me Mêrdîn bajarekî neqandîye. Belê. Bi helwesta xwe ya netewî û siyasî ve, bi hunermend û nivîskarên xwe ve Mêrdîn bajarekî Kurdistanê ye…

Bi wan hest û dîtinan roja Pêncê Çotmehê her sê Berdevkên Platforma Zımanê Kurdî (Zeyyat, Wahît, Şerefxan), ajokarê me kek Fırat û Hevseroka HDP ya Amedê Gulşen Xanim, em çûn Mêrdînê. Li ser rêya Mêrdînê hema bi carekê re ev hevok hatin bîra min;

“Keleha Mêrdın bilind e,

Bi şev weke mûm û find e.

Mêrdînê serberjêre,

Dile min maye pê re.

Mêrdîn bexçê hinara,

Cîh û warê evîndaran.

Mêrdînê warê me ye,

Kurdî zimanê me ye…”

Bi wan hestan ez gîham Mêrdînê. Rêvebirê PZK ê Seydayê Ayetulah Aşîtî amadekariyeke baş li Mêrdînê kiribû, hemû hevalên têkıildar vexwendibûn û civîna me bi serfırazî derbas bû. Mirov bi zelalî û şanazî dibe dîtyar ku pirsa ziman di nava hemû dilê Kurdperweran de ji xwe re hêlîneke tebût çêkiriyê. Hemû welatperwer ji dil û can dixwazin ku pirsa ziman bibe pîvaneke siyasî di nava civaka Kurdan de. Me bi vê mebestê şaxê PZK li Mêrdînê bi hemû pêkhateyên xwe ve damezrand û guloka berfî di pirsa ziman de îca bi serbestî li welatê me digindir e. Çiqasî bigindire jî wê bi wexta re mezintir bibe û gelê me jî wê lê xwedî derkeve. Em jî weke Platforma Zimanê Kurdî dibêjin; Zimanê Kurdî nasnama me ye, hebûna me ye, rûmeta me ye! Kurdino, xwedî li xwe derkevin!

06.10.2021/Mêrdîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin