Rûpela Nû

Rûpela Nû

.

A+A-

Şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar a Amedê nehiştin ku PAK ji bo dersa bijartî pankartan darve bike.

Piştî hilbijartina 31ê Adara 2019ê, HDPyê van herdu şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar a Amedê kar kirin. Lê Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê herdu Serokşaredarên HDPyê ji wazîfeyê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kirin.

PAKê xwest ji bo malbatên kurdan dersa bijartî ya kurdî bibijêrên, li gelek navçeyên Amedê li kolan û cadeyan pankartan darve bike.

Di van parkatan de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî/zazakî û bi tirkî weha hatibû nivîsandin:

--Em zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî(Kurdî, Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin

--Ma tutanê xo dersa weçînayî ya kurdkî(Kurdkî, Kirmanckî/Zazakî) rê qeyd bike

--Çocuklarımızı Kürtçe(Kurmanci, Zazaki) Seçmeli Derse Kaydedelim

Wek prosedura yasayî Teşkîlata Amedê ya PAKê serî li Parêzgeha Amedê da ku îzna pankartan bide. Lê Parêzgeha Amedê got ‘’Darve kirina pankartan di selahîyeta şaredarîyan de ye. Divê hûn serî li wan şaredarîyên ku hûn dixwazin pankartan li navçeyên wan darve bikin bidin’’.

Li ser vê gotina Parêzgeha Amedê Teşkîlata Amedê ya PAKê roja 17.01.2022yê serî li şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar a Amedê dan , da ku bikaribin pankartan darve bikin.

Lê şaredarîya navçeya Yenîşehîrê roja 17.01.2022yê bersîva PAKê da û got daxwaza we nehatîye qebûl kirin, ji ber wê jî hûn nikarin pankartên xwe darve bikin. Şareedarîya Kayapinarê jî bersîva hevdîtin û telefonên PAKê nade û bi awayekî fîlî rê li ber darve kirina pankartan digire.

Cîhê balê ye ku hinek sendîka û komeleyan her di derbarê dersa bijartî ya kurdî de li hinek navçeyên Amedê pankartên xwe darve kirine. Lê mixabin şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar a Amedê ev mafê meşrû yê PAKê red kirine.

Em vê helwesta şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar a Amedê şermezar dikin.

Ev biryar û helwesta herdu şaredarîyan binpê kirina yasayan e.

Dersa bijartî biryareke Hikûmeta Dewleta Tirkîyeyê ye. Heger şaredarîyek rê li ber pankarteke ku daxwaza piştgirîya dersa bijartî bike, tê wê maneyê ku ew şaredarî bi awayekî keyfî yasayan jî qebûl nake.

Ev helwesta cot standartî ya qeyûman hişmendîya wan a bi pêşhukmîyê ve hûnandî, hişmendîya wan a dijayetîya zimanê kurdî û ya ji azadîyê û ji demokrasîyê dûr e jî nîşan dide.

Parêzerên partîya me bi rêyên hiqûqî dê di derbarê van herdu şaredarîyan lêpirsînê bidin destpê kirin.

18.01.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bixwîne: PAK: Divê Malbatên Kurdan di dibistanan de dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin

Bixwîne: PAKê li Amedê daxwaz ji komeleyên mehelî yên li Amedê kir ku zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin

q-001.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin