Şaredariya Stenbolê mamosteyên Kurmancî û Zazakî werdigre

Şaredariya Stenbolê mamosteyên Kurmancî û Zazakî werdigre

.

A+A-

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê ji bo kursên zimên mamosteyên Kurmancî û Zazakî werbigre.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê ji bo navendên “Di Hemû Jiyanê de Fêrbûn (ÎSMEK)” ku kursên zimên didin mamosteyên Kurmancî û Zazakî werbigre. Serlêdana ji bo mamostetiyê dê heta 13yê Tîrmehê berdewam be.

Li navendên ÎSMEKê cara ewil di sala 2020an de dersên kurdî dest pêkiribûn. Lê belê ji ber ku pêştir zazakî nebû rexne li şaredariyê hatibûn kirin. Şaredariya Stenbolê jî ev rexne li ber çavan girtin û îsal kursa zazakî jî vekir.

Şaredarî dê ji bilî kurmancî û zazakî, ji bo kesên biyanî kursên tirkî û herwiha Îngilîzî, Almanî, Fransî, Japonî, Erebî, Çînî, Îspanyolî, Koreyî, Portekîzî, Yunanî, Hollendî, Farsî, Bulgarî, Îbranî, Lazî, Boşnakî û ji bo kesên nabîna jî kursa nivîsa taybet ya perçivandî bide.

Kesên ku serî li mamostetiyan bidin divê heman beşa zankoyê ya perwerdehiyê qedandibin.

Şertên bi giştî jî, hebûna belgeya perwerdehiya pedagojiyê, bihêzbûna şiyana plan, organîzasyon û pêwendiyan û ji bo kesên mêr jî divê pirsgirêka leşkeriyê nebe. Herwiha di ezmûna zimanên biyanî (YDS) de ji ser 100î herî kêm wergirtina 80 puanî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin