Şaredarê Essenê: Em dê piştevaniya Duhokê bikin

Şaredarê Essenê: Em dê piştevaniya Duhokê bikin

.

A+A-

Parêzgarê Duhokê Elî Teter bi serdaneke fermî li Almanyayê yê û di wê serdanê de Serokê Şaredariya Mezin a bajarê Essen li Almanyayê Thomas Kufen soza piştevaniyê di warê tebndirustiyê de bo Duhokê da.

Parêzgarê Duhokê Elî Terer serdana bajarê Esse ê Almanya kir û li gel berpirsên wî bajarî civiya.

Alîkarîkirina koçberan li parêzgeha Duhokê bûye sedema hemahengiya di navbera herdû bajaran de. Serokê şaredariya mezin ya bajarê Essen dibêje, ew piştevaniya Duhokê di warê xizmetên tendirustî de dikin.  Ev alîkarî û hemahengî ji sala 2015an ve destpê kiriye û niha berfirehtir dibin.

Serokê şaredariya mezin ya bajarê Essen Thomas Kufen dibêje: “Her ji sala 2015ê ve bajarê Essen alîkarya saziyên koçberan li parêzgeha Duhokê dikin û ji vê çendê hevkarîyeka mezin dirus bûye ku ji çarçoveyê karîtas derbaz bûye. Em wek bajarê Esse, piştgîriya berpirsyarên Duhokê dikin di warê xizmetên tendirustî û baştirkirina rewşa koçberan de.”

Bi gotina Elî Teter ew hevkariya berî 6 sala ya di navbera bajarê Kurdistanî û yê Alamanî de destipêkrî, di hevdîtin û seredanên fermî de tê bi berfirehkirin û berdewamiya wan tê dayîn dan.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî dibêje: “Di civîna îro de me daxwaz ji wan kir ku hevkariyên hene bêne berfirehtirin ji bilî yên tendirustî û bo penaberan. Me xwest hevkarî di warê perwerde, şaristanî, aborî, kulturî û heta ku werzîşê de jî bêne kirin.”

Piraniya karê Rêxistina Caritasê li Duhokê têne kirin ku du kesên Alman li piştin. Ew dibêjin nêzîkî 5 mîlyon euro li projeyan xerc kirine û dixwazin projeyên ku koçber bikarin bo demdirêj dahata xwe ya rojane jê peyda bikin cîbicî bikin.

Berpirsê Caritasê li Essen Markus Kamplink jî got: “Armanca me ya sereke ew e ku xelk wî karî biken ku watayekê di nav de bibînin ku dahatê wan pê peyda dibe. Ji sala 2016ê heta niha me nêzîkî 5 mîlyon euro xerc kirine. Niha kampanyake mezin a corona me dest pê kiriye. Di vê kampanyê de me mask, lapik û pakkerewên destî ji bo xelk didin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin