Şaredarê Bedlîsê li ser rakirina tabeleya kurdî daxuyanîyek sosret da

Şaredarê Bedlîsê li ser rakirina tabeleya kurdî daxuyanîyek sosret da

Serokê Şaredariya Bedlîsê li ser daxistina tabelaya Kurdî ya avahiya Şaredariya Bedlîsê îdia kir ku ew tabele ji 17ê Nîsanê ve hatiye rakirin û ti nirxê wê li ba xelkê bajêr nebû û kesekî jî bertek xwe li ser wê helwestan wan nîşan nedaye.

A+A-

Serokê Şaredariya Bedlîsê li ser daxistina tabelaya Kurdî ya avahiya Şaredariya Bedlîsê îdia kir ku ew tabele ji 17ê Nîsanê ve hatiye rakirin û ti nirxê wê li ba xelkê bajêr nebû û kesekî jî bertek xwe li ser wê helwestan wan nîşan nedaye.

Piştî ku tabelaya Kurdî ya avahiya Şaredariya Bedlîsê hat rakirin, hinek kes û aliyan nerazîbûna xwe nîşan dan û li er wê yekê Serokê Şaredariya Bedlîsê Nesrullah Tanglay li ser malpera fermî ya şaredariya daxuyanî da û got: “Em her karê xwe li gor viyan û daxwaza xelkê xwe dikin. Xelkê me jî baş dizane em li gor daxwa û pêwîstiyên wan tevdigerin.”

Li ser daxistina tabeleya Kurdî ya avahiya Şaredariya Bedlîsê Nesrullah Tanglay got ku rewş tê manîpulekirin û wiha pê de çû: “Dema me di hefteya yekem de dest bikar kir, me amûrên X-Ray rakirin ku bi me xelkê wê ji wê yek dilgiran bû. Di heman çarçoveyê de me di 17ê Nîsanê de ji herdu tabeleyên avahiya şaredariyê yek daxist. Heta niha xelkê me ti nerazîbûna xwe nîşan nedaye û ev yek jî dide xuyandin ku li ba gelê ti nirxê tabeleyê nîne.”

Pêştir parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bedlîsê Mahmut Celadet Gaydalî li ser daxistina tabelaya Kurdî ya avahiya Şaredariya Bedlîsê ji Rûdawê re gotibû: “Tabele bi fermana Wezîrê Navxwe hatiye rakirin. Ma zerarê wê ji kê re hebû, ev yek provakasyon e.”

Mahmut Celadet Gaydalî wiha axivîbû: “Serokê nû yê hatî hilbijartin wekî karê xwe yekem tabelaya Kurdî rakir. Tabele bi fermana Wezîrê Navxwe hat rakirin. Jixwe tê zanîn ew çend netewperest û dijî Kurdî ye. Di eslê xwe de ev yek dilsoziya wan jî nîşan dide.”

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin