Şaredarê Artûklûyê: Em dê xeletiyan ji kîsê xwe sererast bikin

Şaredarê Artûklûyê: Em dê xeletiyan ji kîsê xwe sererast bikin

.

A+A-

Li tevahiya navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê navê 64 gundan bi xeletî hate nivîsandin û xelkê herêmê jî banga sererastkirina navên gundên xwe li Şaredariya Artûklûyê  kirin.

Şaredariya Artûklûya Mêrdînê lewheyên 64 gundên bi ser navçeyê  ve nû kir beriya 2 heftiyan hatin nûkirin. Lê di dema nûkirinê de di şûna tîpên kurdî Q, X û W de tîpên K, H û V bi kar anî. Hem gundiyan û hem jî endamên meclisa şaredariyê yên li ser lîsteya HDPê li hemberî vê pêkanînê nerazîbûn nîşan dan.

Şaredarê Artûklûyê jî da zanîn ku her xeletiyek hatibe kirin ew dê sererast bikin û soz da ku ew dê careke din tîpên kurdî  binivisînin û pereyê vê sererastkirinê jî ji kîsê xwe bide.

Li gundên ser bi navçeya Artûklûya Mêrdînê lewheyên ku navên gundan li ser in beriya 2 heftiyan hatin nûkirin.

Lê dema lewhe hatin nûkirin tîpên kurdî Q, X û W ji navê gundan hate  rakirin. Di şûna van tîpên kurdî de K, H û V hatin nivîsandin.

Nîştecihên gundan banga sererastkirina navên gundên xwe li Şaredariya Artûklûyê  kirin.

Xelkê Gundê Qertê Evdilhemîd Acar ji Rûdawê re got: “Navê gundê me ev hezar sal in  Qertê ye. Em dixwazin navê gundê me xira nebe û dîroka wê berdewam bike.”

Gundiyê Qertê Evdirehman Feremez jî got: “Bi xeletî hatiye nivîsandin.  Em dixwazin rast be. Reseniya wê çi be, divê ew be.”

Gundiyê Qesra Qelenderan Newaf Keleş jî dibêje: “Kes ji me nizane navê  Kesre. Kesir tune ye. Gerek navê wê Qesra Qelenderan be.”

Gundiyê Qesra Qelenderan Ridwan Ozturk jî diyar kir ku lewheyên hanê hatine  danîn, bi xeletî hatine danîn, ew dixwazin rast bibe.

Gundiyê Qesra Qelenderan jî wiha axivî: “Kêmasî tê de hebû. Xuya  ye. Ji ber vê yekê bila wan herfên wê rast bikin û bînin cih.”

Endamên Meclisa Şaredariya Artûklûyê yên li ser lîsteya HDPê jî li hemberî rakirina tîpên kurdî nerazîbûn nîşan dan.

Derbarê mijarê de Berdevkê Meclisa Şaredariya Artûklûyê yê HDPê Mehmet Alî Amak got: “Em dê di meclisê de vê bînin ziman. Em ê vê yekê bişopînin. Heta gelek  gundiyan ji me re got, em ê van lewheyan ji vir rakin. Eger şaredarî van lewheyan ji vir raneke, em ê bi destê xwe rakin. Me ji wan re got nexêr, mohlet bidin me, em ê rast bikin. Muxatab em in, em ê hewl  bidin ku sererast bikin. Ger şaredariyê ev yek nekir, wê çaxê mafê  gundiyan heye ku helwesta xwe ya demokratîk deynin û navê rastî çi be,  wî navî bînin li lewheyên gundên xwe bidin.”

Şaredarê Artûklûyê Evdilqadir Tutaşi jî bi riya telefonê ji Tora  Medyayî ya Rûdawê re axivî. Şaredar Tutaşi, diyar kir ku wan derbarê  mijarê de serî li mamosteyên Zanîngeha Artûklûyê daye.

Tûtaşi,  destnîşan kir ku ew ê her xeletiyek hatibe kirin ji nû ve sererast bikin û careke din bi tîpên kurdî binivisînin. Ew dê hemû lêçûnên vê sererastkirinê jî ji kîsê xwe bide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin