Şanoya “Tenê Ez” wê li Amed, Êlih û Stenbolê bê pêşkêşkirin

Şanoya “Tenê Ez” wê li Amed, Êlih û Stenbolê bê pêşkêşkirin

Teatra Jiyana Nû wê şanoya xwe ya bi navê “Tenê Ez” li Amed, Êlih û Stenbolê bilîze.

A+A-

“Tenê Ez”, lîstika şanoyê ya Teatra Jiyana Nû (TJN) ye ku di demsala nû ya şanoyê de dest bi pêşkêşkirina wê kiriye. Lîstik wê di meha Kanûna Paşiyê (Rebendan, Çile) a 2019ê de pêşî li Amedê û paşê jî li Êlih û Stenbolê bê lîstin.

Lîstika ji ber filmê Charlie Chaplinî yê bi navê “Dîktatorê Mezin” weke lîstika şanoyê hatiye sazkirin.

Teatra Jiyana Nû şanoyê wê di navbera 10 û 12ê Kanûna Paşiyê de li Amedê li sahneya Şanoya Bajêr ya Amedê bilîze. Dîsa 13ê Kanûna Paşiyê li Êlihê li Yeni Sahneyê û û 17 Kanûna Paşiyê jî li Stenbolê li ŞA Performansê û 26ê Kanûna Paşiyê jî li Navenda Su Gosteriyê wê bê pêşkêşkirin.

Di lîstikê de Baran Yilmaz, Cihad Ekinci, Rugeş Kirici, Mehmet Musaoglu û Omer Şahîn dilîzin. Her weha texta şanoyê ji hêla Cihan Ekinciyî ve hatiye amadekirin û Ekinci li gel Rugeş Kirici, Omer Şahinî ve adapteyî şanoyê kirine û derhênerî kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin