Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin

Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin

.

A+A-

ÎHD, Baroya Amedê û OHD’ê derheqê îdiayên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê raporek amade kir û encama wê ragihand. Di encama raporê de hat tespîtkirin ku li girtîgehê îşkence li girtiyan hatiye kirin. 

Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê îdiayên îşkenceyê hatibûn kirin. Ji bo lêkolînkirina van îdiayan, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) çûn serdana girtîgehê û raporek amade kir. Endamên ÎHD, OHD û Baroya Amedê rapora xwe bi daxuyaniyekê aşkera kir. Daxuyanî li pêşiya Edliyeya Amedê hate dayîn. Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di daxuyaniyê de amade bûn. 

ÎŞKENCE BI RAPORÊ HAT TESPÎTKIRIN

Encamnameya raporê ji hêla endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD’a Amedê Yakup Guven ve hate xwendin. Guven, anî ziman ku îşkence di hemû zagonan de sepanekî li dijî mirovahiyê ye û tu kes nikare îşkenceyê bike. Bi domdarî Guven destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di girtîgehan de tecrîd, mirin, zext û tundî her roj berdewam dike û mafên girtiyan tên binpekirin. Guven, bi lev kir ku îdiayên îşkenceyê herî dawî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê derketine û ev agahî parve kirin: “Me jî li ser van îdiayan bi girtiyan re hevdîtin kir û li girtîgehê lêkolîn kirin. Di encama lêkolînan de hate tespîtkirin ku karmendên girtîgehê îşkence, heqaret û zext li girtiyan kirine. Zext û tundiya li ser girtiyan zêdetir dibin. Ev zext, îşkence û tundî bi raporên tenduristiyê jî hate piştrastkirin.” 

‘BILA ÎŞKENCE Û TUNDÎ BI DAWÎ BIBIN’

Di berdewamê de Guven da zanîn ku girtiyan di 21’e Adarê de xwestine li ber stranên kurdî Newroza xwe pîroz bikin lê karmendên girtîgehê ew asteng kirine û heqaret li wan kiriye. Guven, axaftina xwe wiha qedand: “Bi vê sedemê derheqê girtiyan de cezayê disiplînê hatiye dayîn. Şandeya me tespît kir ku sepanên heyî bi keyfî têne kirin. Hewceye derheqê girtiyên ku rastî îşkenceya derûnî û fîzîkî hatin, rapor were amadekirin. Divê kamerayên li girtîgehê bên temaşekirin, kesên îşkencekar bên tespîtkirin, derheqê wan de lêpirsîn were destpêkirin û ji kar bên derxistin. Divê derheqe karmendên ku di bûyerê de cih girtinê lêpirsîn were destpêkirin û encama lêpirsîne jî bi raya giştî re were ragihandin. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û berpirsyariyên xwe pêk bîne. Em ê pêvajoya darazê ya derheqê karmendên ku li girtîgehan binpêkirinan dikin, ji nêz ve bişopînin.” 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin