Sanders: Tirkîye ne hevpeymana Amerîkayê ye

Sanders: Tirkîye ne hevpeymana Amerîkayê ye

Senatorê Amerîkî yê namzedê seroktîya Amerîkayê Bernie Sanders, di bernameya CNN Internationalê de rexne li pêwendîyên Amerîka û Tirkîyê girtin û got, Tirkîye ne hevpeymaneke Amerîkayê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sandersê ku demeke dirêj di kongreya Amerîkayê de wekî sîyasetmedarekî serbixwe kar kirîye êrîşên Tirkîyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de bi tundî rexne dike û dibêje: "Ji ber ku Tirkîye welatekî din dagir kirîye û hewla komkujîyeke girseyî daye, ne hevpeymaneke Amerîkayê ye.”

“11 hezar şervanên Kurd can dan”

Barnie Sanders, di hevpeyvîna ligel CNNê de dide zanîn ku 11 hezar şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji bo têkbirina DAIŞê canê xwe dane û wiha didomîne:

“Wan ji bo parastina xwe bawerî bi Amerîkayê tanîn û Amerîkayê jî digot, ‘Em bi we re ne, li kêleka we ne’ lê Trump piştî telefona bi Erdogan re ev polîtîka berevajî kir.”

Sanders herwiha dîyar dike ku piştî vê hemleya Trump pêbawerîya dinyayê bi Amerîkayê nemaye û welatê wî karîna xwe ya pêkanîna sîyasî û leşkerî li derveyî welat ji dest daye.

Senator Bernie Sanders di hilbijartinên seroktîya Amerîka yên 2020an de, wekî namzedê Partîya Demokrat ê herî populer e ku hevrikîya Serokê Amerîka Donald Trump dike derdikeve pêş.

 

Peyamakurd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin