Şandeke Siwêdî serdana Rojavayê Kurdistanê dike

Şandeke Siwêdî serdana Rojavayê Kurdistanê dike

Îro Sêşemê şandeke dîplomatîk a Siwêdî digihe Rojavayê Kurdistanê û ligel Desteya Peywendiyên Derve dicive.

A+A-


Îro Sêşemê şandeke dîplomatîk a Siwêdî digihe Rojavayê Kurdistanê û ligel Desteya Peywendiyên Derve dicive.

 
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku biryar e îro, roja Sêşemê şandeke Wezareta Derve ya Siwêdê serdana Rojavayê Kurdistanê bike.


 
Li gor zanyariyên berdest, Berpirsê Dosyeya Sûriyê li Wezareta Derve ya Siwêdê serokatiya şandê dike.

 
Şand dê îro saet 12 ligel Serokê Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer bicive.

 
Herwiha tê pêşbînîkirin ku şand hinek hevdîtinan ligel aliyên siyasî û rêxistinan pêk bîne. Şanda Siwêdî dê 2 rojan li Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê bimîne.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin